Li Licê operasyona eskerî dest pê kir 2021-10-02 13:15:16   AMED - Li herêma bakurê rojhilatê navçeya Licê, di saetên serê sibê de, operasyona eskerî dest pê kir.    Li gundên Heşdere, Pêçar û Zengesor ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê, di saetên serê sibê de, operasyona eskerî bi piştgiriya helîkopter û balafirên şer dest pê kir. Helîkopteran, di çarçoveya operasyonê de, gelek yekîneyên eskerî danîn çiyayên bilind ên herêmê.    Hat diyarkirin ku li herêmê, liv û tevgera Balafirên Bêmirov (ÎHA) û Balafirên Bêmirov ên bi Çek (SÎHA) dewam dike. Hat destnîşan kirin ku dibe ku çarçoveya operasyonê were berfireh kirin.