Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin

  • rojane
  • 10:08 23 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Zimanê Kurdî, bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên nîjadperest ên li bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan pêk hatin şermezar kir û daxwaz kir ku li dijî êrişan kurd li hev xwedî derkevin.
 
Di Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nîjadperest êrişî welatiyên kurd kirin û xesar dan can û malê wan. Di êrişa Afyonê de 7 kes û di êrişa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn. Her wiha di êrişa Konyayê de jî nîjadperestan welatiyê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî van êrişên hovane berdewam dikin. Platforma Zimanê Kurdî, bi daxuyaniyeke nivîskî êrişan şermezar kir.
 
Platform, di daxuyaniya xwe de li ser armanca û sedemên êrişan rawestiya û daxwaz kir ku li her deverê kurd li dijî êrişên bi vî rengî li hev xwedî derkevin û hev bi tenê nehêlin. Her wiha platformê bang li rayedarên hikûmet û muxalefetê jî kir ku bi dengekî bilind van êrişên li dijî kurdan şermezar bikin û xwdî li mafên kurdan derkevin û mafên wan nas bikin. 
 
LI BAJAR Û GUNDAN KURDAN DIKUJIN
 
Tevahiya daxuyaniya platformê wiha ye:
 
“Van demên dawî li ser hev êrîşkarên nîjadperest li dijî kurdan çalakiyan pêk tînin. Li tevahîya Tirkiyeyê niha atmosfereke ne mirovî, ji hest û fikrên mirovatiyê dûr, ji pîvanên pêkvejiyanê bêrî derketine holê. Kî karibe bi kê, ew xwe li hev diceribînin. Nirxên mirovatiyê qels bûne. Hêza tazî, tûndî ketiyê şûna maf û nirxên mirovan. Em dibînin ku her roj mafê jiyanê bin pê dibe. Kurd tên biçûkkirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên kurdan dibin. Nîjadperestên tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan kurdan dikûjin, êrişî kurdan dikin, wan birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “tirkîtiya” xwe kirine. 
 
DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN
 
Ev helwesta li dijî kurdan divê were şermezarkirin û kurd li hemû deveran xwedî li hev derkevin. Kurd li ku bin, bila xwedî li birayên xwe yên kurd derkevin. Bila kurd hev tenê nehêlin. Gelek caran ev êrîşên nejatperest bi hincetên ziman, muzîk an jî nasnameya kurdan tên kirin. Nîjadperestên tirkan hebûn û nirxên kurdan hîna jî napejirînin. Dûrî rastiyên civakê ne. Qala biratiya hezar salan dikin lê hîna ji tu nirxên kurdan di qanûnên xwe de qebûl nekirine. Armanca wana, siyaseta wana li ser pişaftina kurdan ava dibe. Dixwazin kurdan têk bibin. Kurdan tune bikin. 
 
DOZA ZIMANE KURDÎ
 
Kurd çiqasî li dijî pişaftinê li ber xwe didin, nîjadperestên tirkan ewqasî ji mirovatî, aqil, zanebûn û nirxên hemdemî dûr dikevin. Kurd çiqasî cîz nebin, nîjadperest ewqasî hartir dibin. Ji ser xwe ve diçin, çavsortir dibin. Lê ev helwesta wana, helwesteke vingîvala ye! Kurd di vê pirsê de wê tu caran dev ji ziman, nasname û nirxên xwe bernedin. Ew hebûna kurdan e. Em kurd divê bi hişmendi wan nirxên xwe yên netewî biparêzin û doza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û fermî, bi hevbeşî xwedi lê derkevin. Gava ku zimanê me bû zimanê perwerde û zimanê fermî, di qanûnan de jî hate pejirandin, gelek hincetên beradayî ji holê radibin. Di van pirsan de divê kurd yêkrêzîya xwe ava bikin, bi yêk dengî wan nirxan derxînin rojeva siyasetê û dozê li hemû alîyan bikin ku ziman û nasnama kurdan bê qebûlkirin.
 
BANGA LI HIKÛMET Û MUXALEFETÊ
 
Di vê navê re em bangi Serok Komar Receb Tayyıb Erdoğan, Wezirê Hundir, Wezirê Dadê, rayedarên dewletê, partiyên muxalefetê, saziyên sivîl û medya dikin ku helwesta xwe zelal bikin. Bila hemû alî bi dengekî bilind van êrîşan şermezar bikin. Xwedî li mafên kurdan derkevin. Çareserî di naskirina mafê kurdan de ye. Ev maf divê werin pejirandin û zimanê kurdî bibe xwedî statu. Yên ku di vê mijarê de bêdeng bimîne, bixwaze û nexwaze jî şirîkê wan êrişên nîjadperestan e. Ji ber ku înkarkirina kurdan bi xwe jî nîjadperestî ye. Nîjadperestî jî tawaneke mirovî ye.”
 

Sernavên din

24/07/2021
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
16:08 Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:42 'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e'
15:12 TGC’ê tundiya polisan şermezar kir
14:58 Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin
13:21 Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî
13:09 Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e
12:21 Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e
11:34 Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin
10:23 50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan
09:33 Êrişî malbatek Kurd kirin
09:07 Greva birçîbûnê di roja 237'emîn de dewam dike
09:06 'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'
09:05 Roja cejnê bi bîdonan av kişandin
09:05 ‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:32 Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20/07/2021
20:39 Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin
16:11 Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn
15:27 33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin
13:07 HDP'ê 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî
11:56 Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin
11:52 Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin
11:32 Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me
10:29 Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe
10:06 Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin
09:57 Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn
09:01 Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî
09:01 Greva birçîbûnê di roja 236'emîn de dewam dike
09:01 Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe
09:00 Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'
09:00 Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda
09:00 Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'AN
19/07/2021
22:39 Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn
20:21 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin