Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin 2021-07-23 10:08:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Zimanê Kurdî, bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên nîjadperest ên li bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan pêk hatin şermezar kir û daxwaz kir ku li dijî êrişan kurd li hev xwedî derkevin.   Di Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nîjadperest êrişî welatiyên kurd kirin û xesar dan can û malê wan. Di êrişa Afyonê de 7 kes û di êrişa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn. Her wiha di êrişa Konyayê de jî nîjadperestan welatiyê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî van êrişên hovane berdewam dikin. Platforma Zimanê Kurdî, bi daxuyaniyeke nivîskî êrişan şermezar kir.   Platform, di daxuyaniya xwe de li ser armanca û sedemên êrişan rawestiya û daxwaz kir ku li her deverê kurd li dijî êrişên bi vî rengî li hev xwedî derkevin û hev bi tenê nehêlin. Her wiha platformê bang li rayedarên hikûmet û muxalefetê jî kir ku bi dengekî bilind van êrişên li dijî kurdan şermezar bikin û xwdî li mafên kurdan derkevin û mafên wan nas bikin.    LI BAJAR Û GUNDAN KURDAN DIKUJIN   Tevahiya daxuyaniya platformê wiha ye:   “Van demên dawî li ser hev êrîşkarên nîjadperest li dijî kurdan çalakiyan pêk tînin. Li tevahîya Tirkiyeyê niha atmosfereke ne mirovî, ji hest û fikrên mirovatiyê dûr, ji pîvanên pêkvejiyanê bêrî derketine holê. Kî karibe bi kê, ew xwe li hev diceribînin. Nirxên mirovatiyê qels bûne. Hêza tazî, tûndî ketiyê şûna maf û nirxên mirovan. Em dibînin ku her roj mafê jiyanê bin pê dibe. Kurd tên biçûkkirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên kurdan dibin. Nîjadperestên tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan kurdan dikûjin, êrişî kurdan dikin, wan birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “tirkîtiya” xwe kirine.    DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN   Ev helwesta li dijî kurdan divê were şermezarkirin û kurd li hemû deveran xwedî li hev derkevin. Kurd li ku bin, bila xwedî li birayên xwe yên kurd derkevin. Bila kurd hev tenê nehêlin. Gelek caran ev êrîşên nejatperest bi hincetên ziman, muzîk an jî nasnameya kurdan tên kirin. Nîjadperestên tirkan hebûn û nirxên kurdan hîna jî napejirînin. Dûrî rastiyên civakê ne. Qala biratiya hezar salan dikin lê hîna ji tu nirxên kurdan di qanûnên xwe de qebûl nekirine. Armanca wana, siyaseta wana li ser pişaftina kurdan ava dibe. Dixwazin kurdan têk bibin. Kurdan tune bikin.    DOZA ZIMANE KURDÎ   Kurd çiqasî li dijî pişaftinê li ber xwe didin, nîjadperestên tirkan ewqasî ji mirovatî, aqil, zanebûn û nirxên hemdemî dûr dikevin. Kurd çiqasî cîz nebin, nîjadperest ewqasî hartir dibin. Ji ser xwe ve diçin, çavsortir dibin. Lê ev helwesta wana, helwesteke vingîvala ye! Kurd di vê pirsê de wê tu caran dev ji ziman, nasname û nirxên xwe bernedin. Ew hebûna kurdan e. Em kurd divê bi hişmendi wan nirxên xwe yên netewî biparêzin û doza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û fermî, bi hevbeşî xwedi lê derkevin. Gava ku zimanê me bû zimanê perwerde û zimanê fermî, di qanûnan de jî hate pejirandin, gelek hincetên beradayî ji holê radibin. Di van pirsan de divê kurd yêkrêzîya xwe ava bikin, bi yêk dengî wan nirxan derxînin rojeva siyasetê û dozê li hemû alîyan bikin ku ziman û nasnama kurdan bê qebûlkirin.   BANGA LI HIKÛMET Û MUXALEFETÊ   Di vê navê re em bangi Serok Komar Receb Tayyıb Erdoğan, Wezirê Hundir, Wezirê Dadê, rayedarên dewletê, partiyên muxalefetê, saziyên sivîl û medya dikin ku helwesta xwe zelal bikin. Bila hemû alî bi dengekî bilind van êrîşan şermezar bikin. Xwedî li mafên kurdan derkevin. Çareserî di naskirina mafê kurdan de ye. Ev maf divê werin pejirandin û zimanê kurdî bibe xwedî statu. Yên ku di vê mijarê de bêdeng bimîne, bixwaze û nexwaze jî şirîkê wan êrişên nîjadperestan e. Ji ber ku înkarkirina kurdan bi xwe jî nîjadperestî ye. Nîjadperestî jî tawaneke mirovî ye.”