Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e

  • rojane
  • 10:12 24 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, destnîşan kir ku sewqiyatên PDK`ê yên ser herêma Çemço provakasyon e û wiha got: "Dewleta tirk piştî bakurê Kurdistanê dagir bike wê her tiştê li ser navê Kurdistanê ji holê rake"
 
Hêzên Zerewanî û Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên bi sewqiyata Metînayê tevlî operasyona Tirkiyeyê ya ser başûrê Kurdistanê bûn vê carê jî sewqiyatek li ser herêma Zagrosan pêk anîn. Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, operasyona Tirkiyeyê ya ser Başûrê Kurdistanê û sewqiyatên PDK'ê yên eskerî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxandin. Hiso, bi lêv kir ku Tirkiye bi operasyona ser Başûrê Kurdistanê êrişî vîna gelê kurd dike û wiha got: "Êrişên Tirkiyeyê yên li başûr û bakurê Kurdistanê berfirehtir dibin. Gefên wê li dijî Rojava jî berdewam in. Şerekî leşkerî û siyasî bi armanca qirkirina gelê me dimeşîne."
 
PROVAKASYON
 
Hiso, da zanîn ku tevlîbûna PDK'ê ya operasyonê qeyran kûrtir kiriye û wiha axivî: "PDK ji aliyê leşkerî û siyasî ve ji zû ve di vî şerî de rolekê dilîze. Lê di çend salên dawî de tevgerên wê li Şeladizê, Zîne Wertê, Heftenîn, Garê û Çemçoyê balê dikişînin. Hêzên xwe yên taybet şand herêmên ku li hemberî dagirkeriya tirk berxwedan tê meşandin. Ev yek li dijî hêviyên gelê Kurd e. Ev tevger aloziyê kûrtir dike û bi awayekî neyînî bandorê li gel dike û tu encamên erênî bi xwe re nayne. Dewleta tirk ji van êrîşên xwe armanc dike Başûrê Kurdistanê bi giştî dagir bike û her tiştek bi navê Kudistanê ji holê rake." 
 
Hiso, destnîşan kir ku şandina van hêzan tevgereke provokatîf û ne exlaqî ye û wiha berdewam kir: “Ev taybetmendiya dijminên kurdan e. Ev yek dê rê li pêşiya şerekî din û şerekî hundirîn veke. Heke rû bide keraset e û armanca dewleta tirk jî dê pêk were.”
 
REXNEYA LI PARTIYÊN SIYASÎ
 
Hiso, helwestên rêxistin û hêzên siyasî yên kurd rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew helwest lawaz in û têrê nakin. Heta ku nagihêjin asta hêviyên gelê kurd. Divê hemû çînên civaka kurd di nav de hunermend û rewşenbîr helwesteke xurtir nîşan bidin. Dayîna daxuyaniyan a li hemberî dewleteke faşîst ku kurdan nas nake û bi armanca qirkirinê şerê wan dike, têrê nakin. Mixabin ew partî neketin nav liv û tevgerê bi taybet ku têkiliyên wê yên navneteweyî yên fireh hene ku dikarin bandorê li raya giştî bike û balê bikişîne ser vî şerî. Her wiha li qadên navneteweyî dikarin zextê li dewleta tirk bikin." 
 
Hiso, herî dawî bang li kurdan kir ku xwedî helwestekê bin. 

Sernavên din

26/06/2021
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine
22:40 Li Xarpêtê erdhej
21:05 Dadgehê 50 sal ceza li wan birî
20:43 Li Dara Hênê agir bi daristanê ket
20:38 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Di Doza Kobaniyê de 4 kesên din jî hatin berdan
16:59 Hat angaştkirin ku li Rihayê ciwanekî dawî li jiyana xwe aniye
16:51 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozkan bê berda
15:38 2 sal şûnde lawê xwe yê girtiyê nexweş dît
15:22 Jinan li Semsûrê qetilkirina Poyraz şermezar kirin
15:22 Hat angaştkirin ku di hewadariya Giretîgeha Amedê de gule hatiye berdan
15:16 Danişîna Mûsa Farîsogûllari hat taloqkirin
15:11 Hunermend Kazim Koyûncû li ser gora xwe hat bibîranîn
15:10 Rapora girtîgehê: Muameleyên xirab, lêdan û îşkence zêde bûn
14:52 Di doza Gokalp de 'şahid' çerx kir: Nizanim min ji kesek din bihîst
14:39 Endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin berdan
14:33 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir: 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan
14:32 Stasyona bazê di çavdêriya polîsan de tê çêkirin
14:00 Maçoglû: Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê
13:32 YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir
13:31 Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin
13:31 21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin
13:11 Ji bo derbasî TÎP'ê bibe ji CHP'ê îstifa kir
13:11 Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan
13:06 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:46 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan
12:09 Doza Kobanê berdewam dike
11:28 Malbata Şenyaşar wê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne
11:26 Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in
11:09 Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
11:07 Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin
10:46 Sancar: Wê rêya me gel diyar bike
09:30 AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne
09:26 200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 7 meh li pey xwe hişt
09:05 Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin
09:05 Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e
09:05 'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin'
09:05 'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
09:05 Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
09:05 Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:19 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
24/06/2021
20:10 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417
17:05 Malpera Jinnewsê 31 car e tê astengkirin
16:19 Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn
15:57 Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin
15:51 Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir
15:47 Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe
15:26 Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab
15:13 Ji 3 kesên ku PDK’ê desteser kirin agahî nayê girtin
15:02 TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin
14:49 Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin
14:38 TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike!
14:34 Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst
14:32 Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin
14:23 Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin
14:03 Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin
13:31 Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn
13:27 Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin
13:20 Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye?
12:53 Rapora TÎHV'ê ya 2020'an: 3 hezar binpêkirin û 404 îşkence pêk hatin
12:47 Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband
12:34 Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî serdozgeriyê dan
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê
19:54 Îro 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:17 Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû
18:46 Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm
18:21 Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin
18:13 Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan
17:01 Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn
16:34 CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan
16:17 Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin
15:55 Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin
15:52 Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin
15:25 EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir