Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e 2021-06-24 10:12:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, destnîşan kir ku sewqiyatên PDK`ê yên ser herêma Çemço provakasyon e û wiha got: "Dewleta tirk piştî bakurê Kurdistanê dagir bike wê her tiştê li ser navê Kurdistanê ji holê rake"   Hêzên Zerewanî û Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên bi sewqiyata Metînayê tevlî operasyona Tirkiyeyê ya ser başûrê Kurdistanê bûn vê carê jî sewqiyatek li ser herêma Zagrosan pêk anîn. Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, operasyona Tirkiyeyê ya ser Başûrê Kurdistanê û sewqiyatên PDK'ê yên eskerî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxandin. Hiso, bi lêv kir ku Tirkiye bi operasyona ser Başûrê Kurdistanê êrişî vîna gelê kurd dike û wiha got: "Êrişên Tirkiyeyê yên li başûr û bakurê Kurdistanê berfirehtir dibin. Gefên wê li dijî Rojava jî berdewam in. Şerekî leşkerî û siyasî bi armanca qirkirina gelê me dimeşîne."   PROVAKASYON   Hiso, da zanîn ku tevlîbûna PDK'ê ya operasyonê qeyran kûrtir kiriye û wiha axivî: "PDK ji aliyê leşkerî û siyasî ve ji zû ve di vî şerî de rolekê dilîze. Lê di çend salên dawî de tevgerên wê li Şeladizê, Zîne Wertê, Heftenîn, Garê û Çemçoyê balê dikişînin. Hêzên xwe yên taybet şand herêmên ku li hemberî dagirkeriya tirk berxwedan tê meşandin. Ev yek li dijî hêviyên gelê Kurd e. Ev tevger aloziyê kûrtir dike û bi awayekî neyînî bandorê li gel dike û tu encamên erênî bi xwe re nayne. Dewleta tirk ji van êrîşên xwe armanc dike Başûrê Kurdistanê bi giştî dagir bike û her tiştek bi navê Kudistanê ji holê rake."    Hiso, destnîşan kir ku şandina van hêzan tevgereke provokatîf û ne exlaqî ye û wiha berdewam kir: “Ev taybetmendiya dijminên kurdan e. Ev yek dê rê li pêşiya şerekî din û şerekî hundirîn veke. Heke rû bide keraset e û armanca dewleta tirk jî dê pêk were.”   REXNEYA LI PARTIYÊN SIYASÎ   Hiso, helwestên rêxistin û hêzên siyasî yên kurd rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew helwest lawaz in û têrê nakin. Heta ku nagihêjin asta hêviyên gelê kurd. Divê hemû çînên civaka kurd di nav de hunermend û rewşenbîr helwesteke xurtir nîşan bidin. Dayîna daxuyaniyan a li hemberî dewleteke faşîst ku kurdan nas nake û bi armanca qirkirinê şerê wan dike, têrê nakin. Mixabin ew partî neketin nav liv û tevgerê bi taybet ku têkiliyên wê yên navneteweyî yên fireh hene ku dikarin bandorê li raya giştî bike û balê bikişîne ser vî şerî. Her wiha li qadên navneteweyî dikarin zextê li dewleta tirk bikin."    Hiso, herî dawî bang li kurdan kir ku xwedî helwestekê bin.