Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê

  • rojane
  • 09:10 29 Gulan 2021
  • |
img

AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di pirtûkên xwe de ji bo têkiliya çete-dewlet-mafyayê wiha dibêje: "Çetevaniya dewletê, tê wateya jiholêrakirina dewletê. Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe û hiqûq veguhere metayê." 

Ev demeke rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker hin vîdeoyan parve dike û di warê têkiliya dewlet-mafyayê de li xwe mikur tê. Piştî van vîdeoyan cardin têkiliya dewlet-mafya-çeteyan bû rojev.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di pirtûkên xwe yên bi navê "Çetecilige Karşi Mucadele" (Weşanên Mem-2002), "Turkiye'de Demokratîkleşme Sorûnlari Kurdistan'da Çozum Modelleri" (2011), "Somurgecî Cumhûriyet Kirlî ve Sûclûdûr" (Weşanên Serxwebûn-1995) de, derbarê têkiliya dewlet-mafya-çetevaniyê ya li Tirkiyeyê de tespîtên girîng kirine. 
 
‘DYA'YÊ ÇETEVANIYÊ FÎNANSE KIR' 
 
Ocalan, di pirtûkên xwe de diyar dike ku Tirkiye di sala 1952'yan de daxilî nav NATO'yê bûye û di vê pêvajoyê de li seranserê cîhanê di bin navê Gladîoyê de diyardeyeke çetevaniyê derketiye holê û Gladioyê wekî amûreke "li welatên di bin banê NATO'yê de bi rêbazên derqanûnî êrîşa li hemberî tevgerên komunîst" pênase dike. Ocalan, destnîşan dike ku amûra ku DYA ew fînanse kiriye û rêxistinên bi awayê çetevaniyê, her der tarûmar kirine. Ocalan, bilêv dike ku Tirkiye jî van çaxan ve daxilî nav vê rêxistinbûyînê bûye û efserê wan ê ewil Alparslan Turkeş e û Turkeş li Amerîkayê, perwerdehiya kontrgerîlla wergirtiye. 
 
‘SEREKE ÇETEYAN MEHMET AGAR E' 
 
Ocalan, diyar dike ku efserekî di nav artêşê de, li hemberî sivîlan rêxistnbûyîneke nû çêkiriye û ev rêxistinbûyîn jî li gor taktîkên Gladioyê ne. Ocalan, tîne ziman ku hem di nav saziyên dewletê de hem jî di nav saziyên sivîl ên civakê de, ev çete an jî yekîneyên Daîreya Şerê Taybet derketine holê. Ocalan, destnîşan dike ku MHP jî li ser vî esasî hatiye avakirin û serekê çeteyan Mehmet Agar jî di nav rêxistinbûyîna wê demê de cih girtiye. 
 
‘DI NAV ARTÊŞÊ DE ÇETEVANÎ' 
 
Ocalan, diyar dike ku organîzasyona wekî çeteyan Teşkîlati Mahsûsa, bi piranî piştî salên 1990'î ketiye dewrê û di vê serdemê de artêşê zor daye hemû pîvanên xwe û ji bo di nav artêşê de çetevaniyê qewî bike ketiye nav hin hewldanên mezin. Ocalan, bilêv dike ku hêza Daîreya Şerê Taybet a di nav artêşê de di destpêka salên 1990'î de zêde bûye û Dogan Gureş bi temamî xwe spartiye vê komê û hevrikên xwe ji holê rakirine û bi taybetî di nav cendirmeyan de tasfiyeyeke mezin pêk aniye, gef li gelek generalan xwariye û wê pozîsyona bibandor a tê zanîn bi dest xistiye. 
 
OZAL, BÎTLÎS, SÎNCAR 
 
Ocalan tîne ziman ku di sala 1993'yan di dîroka Komara Tirkiyeyê de pêvajoya herî bêhiqûqî dest pê kiriye û di vê pêvajoyê de çete pir xurt bûne û daxilî her cure cinayetan bûne. Ocalan di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje: "Hingî wisa bûbû ku di nav dewletê de, li parlementoyê, di nav artêşê û Desteya Wezîran de, tu hêz nikaribû li ber vana bisekine. Mesela, kujerê Mehmet Sîncar, kujerê Bîtlîs Paşa, heta kujerê Ozal qethiyen karê vê çeteyê ye. Marîfetên van çetayan pir in. Tişta bûye paya me jî, ji sala 1992-93'yan ve li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û gelek deverên din bi sedan komkujî, bi awayekî hovane kuştina hezaran mirovî, di bin navê cinayetên kiryar nediyar de yeko yeko kuştina mirovan, wêrankirina zêdetirî sê hezar gund, avakirina teşkîlata cerdevanan, pêşxistine şebekeyên tiryakê ye. Li Ewropayê pêkanîna gelek provakasyon; bêbandorkirina PKK'ê, ji Agca heya bi cinayeta Palme, bidestxistina ji sedî heştêyê tiryaka Ewropayê, jiholêrakirina karsazên kurd, bi rêyên ne rewa bi destxistina aboriyeke ji budçeya dewletê zêdetir... Ev nîşan didin ku bê rewş çi qasî xetere ye." 
 
KONTR DEWLET
 
Ocalan, diyar dike ku pere û sermaye têra van çeteyan nake, saziyên din ên civakê, partiyên siyasî hemû hema bibêje bênefes hatine hiştin û dibêje: "Generalên artêşê jî dikujin an jî ên mayî tayinî deverine din dikin. Dibê bê gotin amûra dewletê ya Komara Tirkiyeyê bi temamî ketiye destê wan û çendî ku civaka sivîl û hin hêz li ber xwe didin jî, lê hîn jî meyl li ser çeteyan e. Ev yek, di nav Komara Tirkiyeyê û civakê de bû sedema nerihetî û rageşiyan. Dê hîn bêtir bibe sedema rageşî û nerihetiyan. Heta dê bibe sedema têkoşinên çînî yên tund. Ewropa jî li hemberî vê tevdîran digire û hay ji têkiliya dewlet û çetayan çêbûye û ev yek bi xwe re têgihên wekî 'kontr dewlet', 'dewleta çete' derxistine holê. Tirkiye jî bi vî awayî tê pênasekirin." 
 
‘DÊ HIQÛQ VEGUHERE METAYÊ' 
 
Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê “Turkiye’de Demokratîkleşme Sorûnlari Kurdistan’da Çozum Modellerî” de wiha dibêje: "Heger îqtidara dewletê têkeve destê hêzên olîgarşîk û dîktayî, dê ev yek temînata hiqûqê ya sînorkirî jî ji holê rake. Dê dewlet parî parî bibe. Dê gelek mafya û çeteyên ku seriyekî wan girêdayî dewletê çêbibin. Dê hiqûq veguhere metayê. Dê hêzên ewlehiyê yên dewletê bi xwe bibin pirsgirêkeke ewlehiyê." 
 
'ÇETEVANÎ, BINPÊKIRINA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ YE' 
 
Ocalan dibêje: "Bi awayekî xeyrî fermî bikaranîna dewletê, tê wateya bi awayekî giran binpêkirina demokratîkbûyînê. A hîn girantir û xetere, dê dewlete ji dewletbûyînê dûr bikeve. Wesfa herî aşkere ya dewletê, bi resmiyetê û bi pîvanên aşkere îdarekirina civakê ye. Çendî qisûrên wan hebin jî, lê adetên birêvebirina dewletê ya siltanên osmanî diyar bûn. Çendî ku xwedî ehlaqeke berbiçav û karaktereke dînî bûn jî, pîvanên wan hebûn. Pir kêm serî li taktîkên komploger didan, ew jî di hin rewşên şexsî de. Lê awayê birêvebirina dewletê û civakê ya Îttihat Terakkiyê, bi temamî li ser asasên komployê û darbeyê bûn. Dûrketina ji dewletê, ev rastî ye. Çetevaniya dewletê, tê wateya jiholêrakirina dewletê. Meşrûtiyeta yekem û ya duyem, çendî ku ne neytxerab bûn jî, lê bereksê armancên xwe tevkariya dewleteke çete, dewleteke xeyrî meşrtûiyetê an jî bêdewletbûyînê kirine."
 
‘HIQÛQ VEGUHERÎ MONOPOLA MAFYAYÊ' 
 
Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê "Somurgecî Cumhûriyet Kirlî ve Sûclûdûr" de ku di sala 1995'an de ji nav Weşanên Serxwebûnê derçûye, destnîşan dike ku çetevanî gelên Tirkiyeyê ber bi buhran û tenegzariyeke kûr ve birine û diêje: "Niha teqlîdkeriyeke meymûnî ya mezin, Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Ew bi xwe wisa dibêjin, ne ku ez dibêjim. Şerekî pir qirêj bi rê ve dibin, lê vî şerî wekî welatperweriyeke mezin didin ber gelên Tirkiyeyê. Gelê tirk, hema bibêje her roj dîn û har dibe. Heta tu bibêjî dîwanetî heye. Tîpeke mirovan a wisa afirandine ku, li çapemeniyê binêrin, bi sedan nûçeyên ji rêzê hene. Behsa cinawirên trafîkê dikin, her cure cinayetên dijî mirovahiyê tên kirin. Tenê ne di warê siyasî de, mafyayên zêde dibin, her roj mirovan dikujin. Li ser navê hiqûqê, bêhiqûqîtiyeke pir mezin heye. Jixwe hiqûq bi xwe veguheriye monopoleke mafyayî. Tu kes ji jiyana xwe ne amin e. Pergaleke ihtikarî a pir mezin hatiye afirandin. 
 
RUHÊ KEMALÎST 
 
Komara Tirkiyeyê bi merhaleyeke encamê re rû bi rû maye. Ev dewlet, gelê xwe û derdorên li qada navneteweyî yên pê re eleqedar dibin, dixapîne, manîpule dike û dîn dike. Ev yek ji xwe re kiriye siyaseta sereke. Niha her kes vê dibîne. Di serî de jî gelên Tirkiyeyê vê dibînin. Li Tirkiyeyê niha awayekî rêvebiriyê ya pir ecêb heye. Helbet ev her roj bi guherandina rojevê tê îcrakirin. Ev hunera rêvebiriyê ye ku gel ber bi bêmantiqiyeke mezin ve digindirîne û rojê çend caran dil û moralê gel serobino dike. Gelo di dîrokê de mînakeke din a bi vî rengî heye? Kî wisa dikir? Gelo ew tîranên mezin jî gelê xwe ev qasî dîn û har kirine? Li tu devera cîhanê rêvebiriyeke wiha tune ye ku ev qasî rojevê diguherîne, moral ev qasî serobino dike û pîvanên herî hêsan ên mantiqê dide aliyekî. Ev îcada mezin a Komara Tirkiyeyê û ruhê kemalîzmê ye." 

Sernavên din

03/06/2021
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê