Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê 2021-05-29 09:10:25 AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di pirtûkên xwe de ji bo têkiliya çete-dewlet-mafyayê wiha dibêje: "Çetevaniya dewletê, tê wateya jiholêrakirina dewletê. Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe û hiqûq veguhere metayê."  Ev demeke rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker hin vîdeoyan parve dike û di warê têkiliya dewlet-mafyayê de li xwe mikur tê. Piştî van vîdeoyan cardin têkiliya dewlet-mafya-çeteyan bû rojev.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di pirtûkên xwe yên bi navê "Çetecilige Karşi Mucadele" (Weşanên Mem-2002), "Turkiye'de Demokratîkleşme Sorûnlari Kurdistan'da Çozum Modelleri" (2011), "Somurgecî Cumhûriyet Kirlî ve Sûclûdûr" (Weşanên Serxwebûn-1995) de, derbarê têkiliya dewlet-mafya-çetevaniyê ya li Tirkiyeyê de tespîtên girîng kirine.    ‘DYA'YÊ ÇETEVANIYÊ FÎNANSE KIR'    Ocalan, di pirtûkên xwe de diyar dike ku Tirkiye di sala 1952'yan de daxilî nav NATO'yê bûye û di vê pêvajoyê de li seranserê cîhanê di bin navê Gladîoyê de diyardeyeke çetevaniyê derketiye holê û Gladioyê wekî amûreke "li welatên di bin banê NATO'yê de bi rêbazên derqanûnî êrîşa li hemberî tevgerên komunîst" pênase dike. Ocalan, destnîşan dike ku amûra ku DYA ew fînanse kiriye û rêxistinên bi awayê çetevaniyê, her der tarûmar kirine. Ocalan, bilêv dike ku Tirkiye jî van çaxan ve daxilî nav vê rêxistinbûyînê bûye û efserê wan ê ewil Alparslan Turkeş e û Turkeş li Amerîkayê, perwerdehiya kontrgerîlla wergirtiye.    ‘SEREKE ÇETEYAN MEHMET AGAR E'    Ocalan, diyar dike ku efserekî di nav artêşê de, li hemberî sivîlan rêxistnbûyîneke nû çêkiriye û ev rêxistinbûyîn jî li gor taktîkên Gladioyê ne. Ocalan, tîne ziman ku hem di nav saziyên dewletê de hem jî di nav saziyên sivîl ên civakê de, ev çete an jî yekîneyên Daîreya Şerê Taybet derketine holê. Ocalan, destnîşan dike ku MHP jî li ser vî esasî hatiye avakirin û serekê çeteyan Mehmet Agar jî di nav rêxistinbûyîna wê demê de cih girtiye.    ‘DI NAV ARTÊŞÊ DE ÇETEVANÎ'    Ocalan, diyar dike ku organîzasyona wekî çeteyan Teşkîlati Mahsûsa, bi piranî piştî salên 1990'î ketiye dewrê û di vê serdemê de artêşê zor daye hemû pîvanên xwe û ji bo di nav artêşê de çetevaniyê qewî bike ketiye nav hin hewldanên mezin. Ocalan, bilêv dike ku hêza Daîreya Şerê Taybet a di nav artêşê de di destpêka salên 1990'î de zêde bûye û Dogan Gureş bi temamî xwe spartiye vê komê û hevrikên xwe ji holê rakirine û bi taybetî di nav cendirmeyan de tasfiyeyeke mezin pêk aniye, gef li gelek generalan xwariye û wê pozîsyona bibandor a tê zanîn bi dest xistiye.    OZAL, BÎTLÎS, SÎNCAR    Ocalan tîne ziman ku di sala 1993'yan di dîroka Komara Tirkiyeyê de pêvajoya herî bêhiqûqî dest pê kiriye û di vê pêvajoyê de çete pir xurt bûne û daxilî her cure cinayetan bûne. Ocalan di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje: "Hingî wisa bûbû ku di nav dewletê de, li parlementoyê, di nav artêşê û Desteya Wezîran de, tu hêz nikaribû li ber vana bisekine. Mesela, kujerê Mehmet Sîncar, kujerê Bîtlîs Paşa, heta kujerê Ozal qethiyen karê vê çeteyê ye. Marîfetên van çetayan pir in. Tişta bûye paya me jî, ji sala 1992-93'yan ve li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û gelek deverên din bi sedan komkujî, bi awayekî hovane kuştina hezaran mirovî, di bin navê cinayetên kiryar nediyar de yeko yeko kuştina mirovan, wêrankirina zêdetirî sê hezar gund, avakirina teşkîlata cerdevanan, pêşxistine şebekeyên tiryakê ye. Li Ewropayê pêkanîna gelek provakasyon; bêbandorkirina PKK'ê, ji Agca heya bi cinayeta Palme, bidestxistina ji sedî heştêyê tiryaka Ewropayê, jiholêrakirina karsazên kurd, bi rêyên ne rewa bi destxistina aboriyeke ji budçeya dewletê zêdetir... Ev nîşan didin ku bê rewş çi qasî xetere ye."    KONTR DEWLET   Ocalan, diyar dike ku pere û sermaye têra van çeteyan nake, saziyên din ên civakê, partiyên siyasî hemû hema bibêje bênefes hatine hiştin û dibêje: "Generalên artêşê jî dikujin an jî ên mayî tayinî deverine din dikin. Dibê bê gotin amûra dewletê ya Komara Tirkiyeyê bi temamî ketiye destê wan û çendî ku civaka sivîl û hin hêz li ber xwe didin jî, lê hîn jî meyl li ser çeteyan e. Ev yek, di nav Komara Tirkiyeyê û civakê de bû sedema nerihetî û rageşiyan. Dê hîn bêtir bibe sedema rageşî û nerihetiyan. Heta dê bibe sedema têkoşinên çînî yên tund. Ewropa jî li hemberî vê tevdîran digire û hay ji têkiliya dewlet û çetayan çêbûye û ev yek bi xwe re têgihên wekî 'kontr dewlet', 'dewleta çete' derxistine holê. Tirkiye jî bi vî awayî tê pênasekirin."    ‘DÊ HIQÛQ VEGUHERE METAYÊ'    Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê “Turkiye’de Demokratîkleşme Sorûnlari Kurdistan’da Çozum Modellerî” de wiha dibêje: "Heger îqtidara dewletê têkeve destê hêzên olîgarşîk û dîktayî, dê ev yek temînata hiqûqê ya sînorkirî jî ji holê rake. Dê dewlet parî parî bibe. Dê gelek mafya û çeteyên ku seriyekî wan girêdayî dewletê çêbibin. Dê hiqûq veguhere metayê. Dê hêzên ewlehiyê yên dewletê bi xwe bibin pirsgirêkeke ewlehiyê."    'ÇETEVANÎ, BINPÊKIRINA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ YE'    Ocalan dibêje: "Bi awayekî xeyrî fermî bikaranîna dewletê, tê wateya bi awayekî giran binpêkirina demokratîkbûyînê. A hîn girantir û xetere, dê dewlete ji dewletbûyînê dûr bikeve. Wesfa herî aşkere ya dewletê, bi resmiyetê û bi pîvanên aşkere îdarekirina civakê ye. Çendî qisûrên wan hebin jî, lê adetên birêvebirina dewletê ya siltanên osmanî diyar bûn. Çendî ku xwedî ehlaqeke berbiçav û karaktereke dînî bûn jî, pîvanên wan hebûn. Pir kêm serî li taktîkên komploger didan, ew jî di hin rewşên şexsî de. Lê awayê birêvebirina dewletê û civakê ya Îttihat Terakkiyê, bi temamî li ser asasên komployê û darbeyê bûn. Dûrketina ji dewletê, ev rastî ye. Çetevaniya dewletê, tê wateya jiholêrakirina dewletê. Meşrûtiyeta yekem û ya duyem, çendî ku ne neytxerab bûn jî, lê bereksê armancên xwe tevkariya dewleteke çete, dewleteke xeyrî meşrtûiyetê an jî bêdewletbûyînê kirine."   ‘HIQÛQ VEGUHERÎ MONOPOLA MAFYAYÊ'    Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê "Somurgecî Cumhûriyet Kirlî ve Sûclûdûr" de ku di sala 1995'an de ji nav Weşanên Serxwebûnê derçûye, destnîşan dike ku çetevanî gelên Tirkiyeyê ber bi buhran û tenegzariyeke kûr ve birine û diêje: "Niha teqlîdkeriyeke meymûnî ya mezin, Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Ew bi xwe wisa dibêjin, ne ku ez dibêjim. Şerekî pir qirêj bi rê ve dibin, lê vî şerî wekî welatperweriyeke mezin didin ber gelên Tirkiyeyê. Gelê tirk, hema bibêje her roj dîn û har dibe. Heta tu bibêjî dîwanetî heye. Tîpeke mirovan a wisa afirandine ku, li çapemeniyê binêrin, bi sedan nûçeyên ji rêzê hene. Behsa cinawirên trafîkê dikin, her cure cinayetên dijî mirovahiyê tên kirin. Tenê ne di warê siyasî de, mafyayên zêde dibin, her roj mirovan dikujin. Li ser navê hiqûqê, bêhiqûqîtiyeke pir mezin heye. Jixwe hiqûq bi xwe veguheriye monopoleke mafyayî. Tu kes ji jiyana xwe ne amin e. Pergaleke ihtikarî a pir mezin hatiye afirandin.    RUHÊ KEMALÎST    Komara Tirkiyeyê bi merhaleyeke encamê re rû bi rû maye. Ev dewlet, gelê xwe û derdorên li qada navneteweyî yên pê re eleqedar dibin, dixapîne, manîpule dike û dîn dike. Ev yek ji xwe re kiriye siyaseta sereke. Niha her kes vê dibîne. Di serî de jî gelên Tirkiyeyê vê dibînin. Li Tirkiyeyê niha awayekî rêvebiriyê ya pir ecêb heye. Helbet ev her roj bi guherandina rojevê tê îcrakirin. Ev hunera rêvebiriyê ye ku gel ber bi bêmantiqiyeke mezin ve digindirîne û rojê çend caran dil û moralê gel serobino dike. Gelo di dîrokê de mînakeke din a bi vî rengî heye? Kî wisa dikir? Gelo ew tîranên mezin jî gelê xwe ev qasî dîn û har kirine? Li tu devera cîhanê rêvebiriyeke wiha tune ye ku ev qasî rojevê diguherîne, moral ev qasî serobino dike û pîvanên herî hêsan ên mantiqê dide aliyekî. Ev îcada mezin a Komara Tirkiyeyê û ruhê kemalîzmê ye."