‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’

  • rojane
  • 10:24 25 Gulan 2021
  • |
img
AMED - Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku operasyonên leşkerî yên derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike û navnîşana çareseriyê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan. 
 
Şerê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li deverên Zapê, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Di navbera leşkerên Tirkiyê û Hêzên Parastina Gel (HPG) de şerên dijwar diqewimin. Tê gotin heta leşkerên tirk li qadê gavek jî bi pêş ve neçûye. 
 
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê diyar kirin ku operasyonên derveyî sînor ên leşkerî pirsgirêka kurd kûr dike û navnîşana çareseriya pirsgirêkê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan.
 
OPERASYON ENCAMÊ NADIN
 
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê yê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) Dogan Hatûn da zanîn ku daxwazên statûyê yên gelê kurd bi polîtîkaya çewisandinê tê pelçiqandin û pirsgirêka kurd tesîrê li ser tevahiya Rojhilata Navîn dike û ev operasyonên derveyî sînor tu encamê nade. 
 
DI 40 SALÎ DE ÇI GUHERÎ? 
 
Hatûn hevdîtinên pêvajoya çareseriyê yên di navbera Ocalan û dewletê de bi bîr xist û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd du sal û nîv bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Du sal û nîv gule nehatin teqandin, pere li ser guleyan nehat xerckirin. Aramiya welat li holê bû. Di serdema Komarê de bi sed hezaran kurd hatin kuştin, çi guherî? Di operasyonên 40 salên dawî de çi guherî? Kurd di her serdemê de bi hêz bûn û derketin holê. Pirsgirêka kurd encax dikare bi muhatabê wê re were çareserkirin. Daxwaza kurdan azadî û statû ye. Tenê muhatabek sekinandina vî şerî heye ew jî Abdullah Ocalan e. Êdî bes e bila budçeya xelkê ji bo şer neyê xerckirin.” 
 
ŞER ZIRARÊ DIDE TENDURISTIYA XELKÊ 
 
Hevserokê Send3ikaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku operasonên derveyî sînor ên leşkerî bandorê li ser rewşa siyasî, civakî, aborî û çandî ya Tirkiyê dike û wiha got: “Polîtîkaya şer zirarê dide tenduristiya xelkê. Ev operasyonên derveyî sînor teqez pirsgirêka kurd hin bêtir kûr dike û bêçareserî dihêle. Ji bo çareserkirina pirsgirkê divê şer bi dawî bibe. Ev şer hem di warê derûnî de hem jî di warê giyanî de bandorek neyînî li ser xelkê me yê herêmê dike. Bêaramî di nava civakê de heye. Ev pirsgirêk tenê dikare bi rêya diyalogê were çareserkirin. Muhatabê vê diyalogê û çareseriyê jî diayr e. Dîsa ew diyalog û hevdîtin dikarin werin destpêkirin. Li vî welatî Peymana Dolmabahçeyê heye. Divê ew hevdîtin dîsa bên destpêkirin. Heke şer dewam bike hêj rojên xerabtir li benda me ne. Sekinandina vê rêveçûnê jî bi aştiyê û diyalogê mimkin e.” 
 
MUZAKEREYA DEMOKRATÎK 
 
Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn anî ziman ku polîtîkaya “ewlekariyê” ya dewletê ku têde tê israrkirin zirarê dide xelkê herêmê û dibe êş û hêsirên çavan û rê li ber binpêkirina mafan vedike. Zeytûn da zanîn ku divê dewlet dest ji vê polîtîkaya “kevneşopî” berde û wê ev operasyonên leşkerî nikaribin daxwaza statûya kurdan asteng bikin. Zeytûn got divê alî li tavilê dest bi peydekirina şertên muzakereya demokratîk bikin. 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

28/05/2021
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan