‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’ 2021-05-25 10:24:56   AMED - Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku operasyonên leşkerî yên derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike û navnîşana çareseriyê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan.    Şerê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li deverên Zapê, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Di navbera leşkerên Tirkiyê û Hêzên Parastina Gel (HPG) de şerên dijwar diqewimin. Tê gotin heta leşkerên tirk li qadê gavek jî bi pêş ve neçûye.    Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê diyar kirin ku operasyonên derveyî sînor ên leşkerî pirsgirêka kurd kûr dike û navnîşana çareseriya pirsgirêkê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan.   OPERASYON ENCAMÊ NADIN   Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê yê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) Dogan Hatûn da zanîn ku daxwazên statûyê yên gelê kurd bi polîtîkaya çewisandinê tê pelçiqandin û pirsgirêka kurd tesîrê li ser tevahiya Rojhilata Navîn dike û ev operasyonên derveyî sînor tu encamê nade.    DI 40 SALÎ DE ÇI GUHERÎ?    Hatûn hevdîtinên pêvajoya çareseriyê yên di navbera Ocalan û dewletê de bi bîr xist û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd du sal û nîv bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Du sal û nîv gule nehatin teqandin, pere li ser guleyan nehat xerckirin. Aramiya welat li holê bû. Di serdema Komarê de bi sed hezaran kurd hatin kuştin, çi guherî? Di operasyonên 40 salên dawî de çi guherî? Kurd di her serdemê de bi hêz bûn û derketin holê. Pirsgirêka kurd encax dikare bi muhatabê wê re were çareserkirin. Daxwaza kurdan azadî û statû ye. Tenê muhatabek sekinandina vî şerî heye ew jî Abdullah Ocalan e. Êdî bes e bila budçeya xelkê ji bo şer neyê xerckirin.”    ŞER ZIRARÊ DIDE TENDURISTIYA XELKÊ    Hevserokê Send3ikaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku operasonên derveyî sînor ên leşkerî bandorê li ser rewşa siyasî, civakî, aborî û çandî ya Tirkiyê dike û wiha got: “Polîtîkaya şer zirarê dide tenduristiya xelkê. Ev operasyonên derveyî sînor teqez pirsgirêka kurd hin bêtir kûr dike û bêçareserî dihêle. Ji bo çareserkirina pirsgirkê divê şer bi dawî bibe. Ev şer hem di warê derûnî de hem jî di warê giyanî de bandorek neyînî li ser xelkê me yê herêmê dike. Bêaramî di nava civakê de heye. Ev pirsgirêk tenê dikare bi rêya diyalogê were çareserkirin. Muhatabê vê diyalogê û çareseriyê jî diayr e. Dîsa ew diyalog û hevdîtin dikarin werin destpêkirin. Li vî welatî Peymana Dolmabahçeyê heye. Divê ew hevdîtin dîsa bên destpêkirin. Heke şer dewam bike hêj rojên xerabtir li benda me ne. Sekinandina vê rêveçûnê jî bi aştiyê û diyalogê mimkin e.”    MUZAKEREYA DEMOKRATÎK    Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn anî ziman ku polîtîkaya “ewlekariyê” ya dewletê ku têde tê israrkirin zirarê dide xelkê herêmê û dibe êş û hêsirên çavan û rê li ber binpêkirina mafan vedike. Zeytûn da zanîn ku divê dewlet dest ji vê polîtîkaya “kevneşopî” berde û wê ev operasyonên leşkerî nikaribin daxwaza statûya kurdan asteng bikin. Zeytûn got divê alî li tavilê dest bi peydekirina şertên muzakereya demokratîk bikin.    MA / Ergîn Çaglar