Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye

img

ENQERE - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş, pêşnîyaznameyên lêkolînê yên partiya wan berpêşî Meclîsê kirine û redkirina pêşnîyaznameyan bibîr xist û got: "Heger twîtên hatine parvekirin, daxuyaniyên hatine dayîn û axaftinên hatine kirin sûc bûn, nexwe hûn ji bo çi 6 salan sekinîn? Tişta di vir de telaşa sûcdarîkirinê ye."

 
DAIŞ'ê piştî qirkirina li Şingalê di 15'ê Îlona 2014'an de berê xwe dabû Kobaniyê. Ji ber vê kurd û dostên kurdan li gelek deverên Tirkiyeyê rabûbûn ser pêyan û êrîşa DAIŞ'ê şermezar kiribûn û di van bûyeran de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bûbûn. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di mudaxileyên polîs û eskeran de 46 kes û li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Polîsan jî 48 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. 6 sal di ser re derbas bûye lê belê hê jî piraniya kiryarên van kesan nehatine aşkerekirin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn tenê mirina 6 kesan ket ber lêpirsînê û îdianame hatin amadekirin.
 
Li Amedê derbarê mirina endamên HudaParê û kesên nêzî wan bûn Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgûz de; li Wanê derbarê mirina Mehmet Latîf Şener û li Îzmîrê jî derbarê mirina Ekrem Kaçaroglû de lêpirsîn hatibûn destpêkirin û îdianame hatibûn amadekirin. 
 
Di dosyeya derbarê mirina Boru, Dakak, Guneş û Gokgûz de 41 kes dihatin darizandin û ji van kesan 13 kes beraat kiribûn û ên din jî bi cezayên cur bi cur hatibûn cezakirin. Derbarê mirina Şener de jî du caran cezayê muebeta giran û 10 sal û 6 meh jî ceza li du kesan hatibû birîn. 
 
Li Îzmîrê jî derbarê dosyeya Kaçaroglû de cezayê muebetê li Reşît Aktaş û Mûrat Keskîn hatibû birîn. Lê paşê dadgehê cezayê wan kêm kiribû, herkê 25 sal ceza li wan birîbû. Sûat Dînçerê bi awayekî negirtî dihat darizandin jî beraat kiribû û biryara zevtkirina Kubîlay Aktaş jî hatibû înfazkirin. 
 
Li Sêrtê Mehdî Erdogan, Davût Nas, Kamîl Taş, Mehmet Zakîr Çal, Necmettîn Çelîk û kurê wî Yûsûf Çelîkjiyana xwe ji dest dabûn. Di dîmenan de derketibû holê ku ev kes ji aliyê şaredarê AKP'î Nevzat Karatay û xizmên wî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê giliyên derbarê van kesan de esas nehatibûn girtin. Paşê piştî hin hewildanan derbarê ferdên malbata Karatayê Yavûz, Saîm, Salîh, Metîn, Nîzamettîn, Mehmet û Faysal de doz hatibû kirin, lê şaredarê AKP'î daxilî nav dosyeyê nehatibû kirin. Ev kes ne bi "kuştinê", bi sûcê "ji bo tirsê çek şixulandin" û "bi çekê gefxwarin" hatibûn darizandin. 
 
Di lêpirsînên derbarê polîs û eskerên gumanbar de jî biryara "ne qesdî" û "neşopandinê" hatibû dayîn. 
 
Piştî 6 salan Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê yên berê jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hatibû kirin. Ji van kesan 28 kes girtî ne. 
 
11 PÊŞNÛMA HATIN REDKIRIN 
 
HDP, ji bo bûyerên 6-8'ê Cotmehê bên lêkolînkirin û kesên tiliya wan di mirina van kesan de bên dîtin, 11 pêşnîyazname berpêşî Meclîsê kiribûn, lê belê hemû pêşnûma hatibûn redkirin. 
 
PIŞTEVANÎ ZÊDE BÛ 
 
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş ku di komîsyona Doza Kobaniyê de cih digire, derbarê kesên jiyana xwe ji dest dane û doza piştî salan dest pê kiriye de ji MA'yê re axivî.
 
Erbaş, bibîr xist ku DAIŞ di sala 2014'an de li Iraq û Sûriyeyê bi lez bi pêş ev çûye û nexasim jî piştî bidestxistina Mûsilê zêde belav bûye û berê xwe daye Kobaniyê. Dogan, anî ziman ku piştî ku DAIŞ'ê berê xwe daye Kobaniyê li qada navneteweyî piştevaniyek rû daye û derdor û saziyên navneteweyî bang li Sekreterê Giştî yê NY'yê û rayedarên YE'yê û deverên din kirine. 
 
ÇALAKΠ
 
Erbaş, bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya wê demê jî û got: "Ji ber ku Kobanî li sînorê Tirkiyeyê ye, gelek daxuyanî hatin dayîn ku ji bo korîdoreke mirovî bê çêkirin û alîkariya berxwedêrên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin bê kirin. Lê belê Tirkiyeyê guh li van daxuyaniyan nedikir. Ber bi 6-7'ê Cotmehê de me dît ku DAIŞ'ê ketiye navenda Kobaniyê. Tam wê çaxê partiya me jî daxuyand û bang li gel kir ku 'bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.' Lê berî ku partiya me vê daxuyaniyê bide, hê di 25'ê Îlonê de mirov daetibûn kolanan û ev yek şermezar dikirin." 
 
DAXUYANIYA ERDOGAN 
 
Erbaş, destnîşan kir ku heya 7'ê Cotmeha 2014'an roja daxuyaniya Erdogan jî çalakî bi awayekî aştiyane dihatin kirin û kes nemiribû û birîndar nebûbû. Erbaş, bibîr xist ku Erdogan wekî ku mizgîniyekê bide gotibû "Kobanî ha dikev ha dikev" û got: "Tenê ne ev daxuyanî bû. Ji xwe berê jî derketibû holê ku Tirkiye rasterast an jî b awayine din tevkariya DAIŞ'ê dike. A rast wê çaxê bûbû rojev ku AKP ji bo projeya Rojhilata Navîn bi komên selefî re tevakriyê dike, dixwaze li Sûriyeyê rejîmeke nû ava bike, li misirê rejîmeke nû ava bike û xeyalên xwe yên Osmanî li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike. Yanî tenê ne ew axaftin bû." 
 
MIRINA EWIL LI GIMGIMÊ
 
Erbaş, bilêv kir ku piştî daxuyaniya Erdogan, atmosfera li kuçeyan guheriye û got: "Mirina ewil li Gimgimê çêbû. Ew jî hevalekî endamê partiya me bû. Bi çeka hêzên dewletê jiyana xwe ji dest da. Wê çaxê ji bo bûyer meintir nebin, partiya me bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê re gelek hevdîtin kirin. Wê çaxê Efkan Ala gotibû, 'di nav dewletê de hin hêz û kom hene, em nikarin pêşî li ber wan bigirin.'" 
 
'TELAŞA NIXUMANDINA SÛC' 
 
Erbaş, destnîşan kir ku berpirsiyarê hemû mirinên di protestoyên Kobaniyê de îqtidar e û got: "Îqtidara ku welêt bi rê ve dibe, heger nikaribe pêşî li ber bûyera bigire, nexwe berpirsiyar ew e. Dixwazin vê berpirsiarê ji se rxw ebavêjin. Li aliyê din jî partiya me dikin hedef, wekî ku berpirsiyarê van mirinan partiya me be, wê sûcdar nîşan didin. Doza Kaboniyê piştî 6 salan bû rojev. Heger twîtên hatine parvekirin, daxuyaniyên hatine dayîn û axaftinên hatine kirin sûc bûn, nexwe hûn ji bo çi 6 salan sekinîn? Tişta di vir de telaşa sûcdarîkirinê ye. Bi sûcdarkirina partiya me re dixwazin di warê ligelbûna hêzên demokratîk de astengiyekê bidin der û di ser me re peyamekê bidin hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê. Tam dozeke wekî tolhildanê û kûmpasê kirin rojev. A ku dikin, nixumandina ser sûcên xwe ye."
 
27 HDP'Î JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Erbaş, anî ziman ku di mirinên di dema protestoyan de hin komên çeteyî cezaret ji polîs û eskeran girtine. Erbaş, bilêv kir ku ji 37 kesên ku jiana xwe ji dest dane 27 kes jê HDP'î bûne, ji bo vana hevalên wan î parêzer li gelek bajaran lêkolîn kirine, lê belê dîsa jî di îdianameê de nehatiye zelalkirin ku bê 37 kes çawa jiyana xwe ji dest dane. Erbaş got: "Di vir de tişta didin der, wekî ku navenda me ya giştî li hemberî endamên xwe bangawazî kiriye. Tişteke ecêb jî ev bû." 
 
BERPIRSIYAR ÊN PÊŞÎ LÊ NEGIRTINE BI XWE NE 
 
Erbaş, destnîşan kir ku ji bo ku protestoyên Kobaniyê bên lêkolînkirin partiya wan gelek pêşniyazname dane û got: "Pêşniyazname hatin redkirin, lê kirin mijara dosyeyê ji bo rastî dernekeve holê. Ji bo tiştên wê demê qewimîne zelal nebin kirin. Çavê wan lê ye bi destê darazê dolabekê li serê HDP'ê bigerînin. Lewma pêşniyaznameyên lêkolînê red kirin." 
 
Erbaş got: "Heger erkdar hûn bin, peywirdar hûn bin, ê rasterast berpirsiyar hûn kesên pêşî li ber bûyeran negirtine bi xwe ne. Di vî warî de berpirsiyariya siyasî û hiqûqî ya îqtidarê pir zelal e. Çi dikin bila bikin dê nikaribin ser vê rastiyê bigirin." 
 
Erbaş ji bo danişîna dozê ku taloqî 18'ê Gulanê hat kirin jî got: "Pêvajo didome. Di celseya din de bi sedan parêzer hatin hêwanê, piştevaniya navneteweyî xurt bû. Ji niha û pê de jî çi partiya me çi jî hevalên me yên tên darizandinê nebin perçeyê vê lîstikê. Em ê tu carî nebin perçeyekî daraza sembolîk. Li hêwana darizandin, ê bidarizîne dê em bin, ji lew re em mafdar in, em heqîqetê temsîl dikin." 
 
Erbaş, destnîşan kir ku îqtidara ku bi her awayî tengijiye, êrîşa li hemberî kurdan ji xwe re kiriye peywir û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan, operasyonên eskerî yên li Başûrê Kurdistanê... hemû perçeyeke vê dozê ne. Lê em ji dîrokê dizanin ku bêyî diyalog û çareseriyê, bêyî aştiyê dê pirsgirêkên dîrokî yên qerase neyên çareserkirin. Ê gelên Tirkiyeyê tu carî serî li ber vê pergalê netewînin. Ji bo aştiya civakî demildest pêdivî bi hin gavan heye." 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin