Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye 2021-05-06 09:11:46 ENQERE - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş, pêşnîyaznameyên lêkolînê yên partiya wan berpêşî Meclîsê kirine û redkirina pêşnîyaznameyan bibîr xist û got: "Heger twîtên hatine parvekirin, daxuyaniyên hatine dayîn û axaftinên hatine kirin sûc bûn, nexwe hûn ji bo çi 6 salan sekinîn? Tişta di vir de telaşa sûcdarîkirinê ye."   DAIŞ'ê piştî qirkirina li Şingalê di 15'ê Îlona 2014'an de berê xwe dabû Kobaniyê. Ji ber vê kurd û dostên kurdan li gelek deverên Tirkiyeyê rabûbûn ser pêyan û êrîşa DAIŞ'ê şermezar kiribûn û di van bûyeran de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bûbûn. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di mudaxileyên polîs û eskeran de 46 kes û li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Polîsan jî 48 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. 6 sal di ser re derbas bûye lê belê hê jî piraniya kiryarên van kesan nehatine aşkerekirin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn tenê mirina 6 kesan ket ber lêpirsînê û îdianame hatin amadekirin.   Li Amedê derbarê mirina endamên HudaParê û kesên nêzî wan bûn Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgûz de; li Wanê derbarê mirina Mehmet Latîf Şener û li Îzmîrê jî derbarê mirina Ekrem Kaçaroglû de lêpirsîn hatibûn destpêkirin û îdianame hatibûn amadekirin.    Di dosyeya derbarê mirina Boru, Dakak, Guneş û Gokgûz de 41 kes dihatin darizandin û ji van kesan 13 kes beraat kiribûn û ên din jî bi cezayên cur bi cur hatibûn cezakirin. Derbarê mirina Şener de jî du caran cezayê muebeta giran û 10 sal û 6 meh jî ceza li du kesan hatibû birîn.    Li Îzmîrê jî derbarê dosyeya Kaçaroglû de cezayê muebetê li Reşît Aktaş û Mûrat Keskîn hatibû birîn. Lê paşê dadgehê cezayê wan kêm kiribû, herkê 25 sal ceza li wan birîbû. Sûat Dînçerê bi awayekî negirtî dihat darizandin jî beraat kiribû û biryara zevtkirina Kubîlay Aktaş jî hatibû înfazkirin.    Li Sêrtê Mehdî Erdogan, Davût Nas, Kamîl Taş, Mehmet Zakîr Çal, Necmettîn Çelîk û kurê wî Yûsûf Çelîkjiyana xwe ji dest dabûn. Di dîmenan de derketibû holê ku ev kes ji aliyê şaredarê AKP'î Nevzat Karatay û xizmên wî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê giliyên derbarê van kesan de esas nehatibûn girtin. Paşê piştî hin hewildanan derbarê ferdên malbata Karatayê Yavûz, Saîm, Salîh, Metîn, Nîzamettîn, Mehmet û Faysal de doz hatibû kirin, lê şaredarê AKP'î daxilî nav dosyeyê nehatibû kirin. Ev kes ne bi "kuştinê", bi sûcê "ji bo tirsê çek şixulandin" û "bi çekê gefxwarin" hatibûn darizandin.    Di lêpirsînên derbarê polîs û eskerên gumanbar de jî biryara "ne qesdî" û "neşopandinê" hatibû dayîn.    Piştî 6 salan Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê yên berê jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hatibû kirin. Ji van kesan 28 kes girtî ne.    11 PÊŞNÛMA HATIN REDKIRIN    HDP, ji bo bûyerên 6-8'ê Cotmehê bên lêkolînkirin û kesên tiliya wan di mirina van kesan de bên dîtin, 11 pêşnîyazname berpêşî Meclîsê kiribûn, lê belê hemû pêşnûma hatibûn redkirin.    PIŞTEVANÎ ZÊDE BÛ    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş ku di komîsyona Doza Kobaniyê de cih digire, derbarê kesên jiyana xwe ji dest dane û doza piştî salan dest pê kiriye de ji MA'yê re axivî.   Erbaş, bibîr xist ku DAIŞ di sala 2014'an de li Iraq û Sûriyeyê bi lez bi pêş ev çûye û nexasim jî piştî bidestxistina Mûsilê zêde belav bûye û berê xwe daye Kobaniyê. Dogan, anî ziman ku piştî ku DAIŞ'ê berê xwe daye Kobaniyê li qada navneteweyî piştevaniyek rû daye û derdor û saziyên navneteweyî bang li Sekreterê Giştî yê NY'yê û rayedarên YE'yê û deverên din kirine.    ÇALAKΠ   Erbaş, bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya wê demê jî û got: "Ji ber ku Kobanî li sînorê Tirkiyeyê ye, gelek daxuyanî hatin dayîn ku ji bo korîdoreke mirovî bê çêkirin û alîkariya berxwedêrên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin bê kirin. Lê belê Tirkiyeyê guh li van daxuyaniyan nedikir. Ber bi 6-7'ê Cotmehê de me dît ku DAIŞ'ê ketiye navenda Kobaniyê. Tam wê çaxê partiya me jî daxuyand û bang li gel kir ku 'bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.' Lê berî ku partiya me vê daxuyaniyê bide, hê di 25'ê Îlonê de mirov daetibûn kolanan û ev yek şermezar dikirin."    DAXUYANIYA ERDOGAN    Erbaş, destnîşan kir ku heya 7'ê Cotmeha 2014'an roja daxuyaniya Erdogan jî çalakî bi awayekî aştiyane dihatin kirin û kes nemiribû û birîndar nebûbû. Erbaş, bibîr xist ku Erdogan wekî ku mizgîniyekê bide gotibû "Kobanî ha dikev ha dikev" û got: "Tenê ne ev daxuyanî bû. Ji xwe berê jî derketibû holê ku Tirkiye rasterast an jî b awayine din tevkariya DAIŞ'ê dike. A rast wê çaxê bûbû rojev ku AKP ji bo projeya Rojhilata Navîn bi komên selefî re tevakriyê dike, dixwaze li Sûriyeyê rejîmeke nû ava bike, li misirê rejîmeke nû ava bike û xeyalên xwe yên Osmanî li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike. Yanî tenê ne ew axaftin bû."    MIRINA EWIL LI GIMGIMÊ   Erbaş, bilêv kir ku piştî daxuyaniya Erdogan, atmosfera li kuçeyan guheriye û got: "Mirina ewil li Gimgimê çêbû. Ew jî hevalekî endamê partiya me bû. Bi çeka hêzên dewletê jiyana xwe ji dest da. Wê çaxê ji bo bûyer meintir nebin, partiya me bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê re gelek hevdîtin kirin. Wê çaxê Efkan Ala gotibû, 'di nav dewletê de hin hêz û kom hene, em nikarin pêşî li ber wan bigirin.'"    'TELAŞA NIXUMANDINA SÛC'    Erbaş, destnîşan kir ku berpirsiyarê hemû mirinên di protestoyên Kobaniyê de îqtidar e û got: "Îqtidara ku welêt bi rê ve dibe, heger nikaribe pêşî li ber bûyera bigire, nexwe berpirsiyar ew e. Dixwazin vê berpirsiarê ji se rxw ebavêjin. Li aliyê din jî partiya me dikin hedef, wekî ku berpirsiyarê van mirinan partiya me be, wê sûcdar nîşan didin. Doza Kaboniyê piştî 6 salan bû rojev. Heger twîtên hatine parvekirin, daxuyaniyên hatine dayîn û axaftinên hatine kirin sûc bûn, nexwe hûn ji bo çi 6 salan sekinîn? Tişta di vir de telaşa sûcdarîkirinê ye. Bi sûcdarkirina partiya me re dixwazin di warê ligelbûna hêzên demokratîk de astengiyekê bidin der û di ser me re peyamekê bidin hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê. Tam dozeke wekî tolhildanê û kûmpasê kirin rojev. A ku dikin, nixumandina ser sûcên xwe ye."   27 HDP'Î JIYANA XWE JI DEST DAN    Erbaş, anî ziman ku di mirinên di dema protestoyan de hin komên çeteyî cezaret ji polîs û eskeran girtine. Erbaş, bilêv kir ku ji 37 kesên ku jiana xwe ji dest dane 27 kes jê HDP'î bûne, ji bo vana hevalên wan î parêzer li gelek bajaran lêkolîn kirine, lê belê dîsa jî di îdianameê de nehatiye zelalkirin ku bê 37 kes çawa jiyana xwe ji dest dane. Erbaş got: "Di vir de tişta didin der, wekî ku navenda me ya giştî li hemberî endamên xwe bangawazî kiriye. Tişteke ecêb jî ev bû."    BERPIRSIYAR ÊN PÊŞÎ LÊ NEGIRTINE BI XWE NE    Erbaş, destnîşan kir ku ji bo ku protestoyên Kobaniyê bên lêkolînkirin partiya wan gelek pêşniyazname dane û got: "Pêşniyazname hatin redkirin, lê kirin mijara dosyeyê ji bo rastî dernekeve holê. Ji bo tiştên wê demê qewimîne zelal nebin kirin. Çavê wan lê ye bi destê darazê dolabekê li serê HDP'ê bigerînin. Lewma pêşniyaznameyên lêkolînê red kirin."    Erbaş got: "Heger erkdar hûn bin, peywirdar hûn bin, ê rasterast berpirsiyar hûn kesên pêşî li ber bûyeran negirtine bi xwe ne. Di vî warî de berpirsiyariya siyasî û hiqûqî ya îqtidarê pir zelal e. Çi dikin bila bikin dê nikaribin ser vê rastiyê bigirin."    Erbaş ji bo danişîna dozê ku taloqî 18'ê Gulanê hat kirin jî got: "Pêvajo didome. Di celseya din de bi sedan parêzer hatin hêwanê, piştevaniya navneteweyî xurt bû. Ji niha û pê de jî çi partiya me çi jî hevalên me yên tên darizandinê nebin perçeyê vê lîstikê. Em ê tu carî nebin perçeyekî daraza sembolîk. Li hêwana darizandin, ê bidarizîne dê em bin, ji lew re em mafdar in, em heqîqetê temsîl dikin."    Erbaş, destnîşan kir ku îqtidara ku bi her awayî tengijiye, êrîşa li hemberî kurdan ji xwe re kiriye peywir û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan, operasyonên eskerî yên li Başûrê Kurdistanê... hemû perçeyeke vê dozê ne. Lê em ji dîrokê dizanin ku bêyî diyalog û çareseriyê, bêyî aştiyê dê pirsgirêkên dîrokî yên qerase neyên çareserkirin. Ê gelên Tirkiyeyê tu carî serî li ber vê pergalê netewînin. Ji bo aştiya civakî demildest pêdivî bi hin gavan heye."    MA / Zemo Aggoz