ŞENGAL - Eşîreta 4 ciwanên Êzidî yên ku dadgeha Mûsilê cezayê dervekirinê li wan birîbû, xwest dadgeh vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike û wiha bertek nîşan da: “Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne.
Dadgeheke Mûsîlê, di rojên derbasbûyî de, cezayê darvekirinê li 4 ciwanên Êzidî yên ji eşîra herî mezin a Şengalê Hebaba birîbû. Eşîra Ebaba derbarê biryara darvekirina 4 ciwanên xwe de li hev civiyan. Gelekê rûspiyên eşîreta Hebaba li gundê Şehabî ya dikeve başûê Şengalê kom bûn.
Rûspiyên eşîrê, di civînê de, diyar kir ku biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî ne raste û bertek nîşan da.
Biryarên rûspiyên eşîrê yên di civînê de girtin wiha ne:
“* Madeya 4’emîn a Qanûna Bingehîn a Iraqê, sûcên teror di darizîne. Ne raste ku 4 ciwanên Êzidî li gorî vê madeyên bên darizandin.
* Herî zêde Êzidî rastî êrişên terorê hatine. Ji ber vê tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne.’
* Li tevahiya cîhanê, her kes dizane ku tu eleqeya Êzidiyan bi pêkhatiyên terorîst re tuneye.
* Pêkanîna vê biryarê, wê bandorek mezin li aştiya civakî, bi taybetî jî, gelên Erep û Êzidî bike.
* Her kes dizane ku di fermana 73’yan de gelek Erep beşdarî DAIŞ’ê bûn, jinên Êzidî dîl girtin, malên Êzidiyan talan kirin û Êzidî qetil kirin.”
Ji ber van hemû sedeman, divê dadgeha Mûsilê, ji nû ve vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike.
MA / Nazim Daştan