'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’ 2021-05-03 12:29:33 ŞENGAL - Eşîreta 4 ciwanên Êzidî yên ku dadgeha Mûsilê cezayê dervekirinê li wan birîbû, xwest dadgeh vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike û wiha bertek nîşan da: “Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne.     Dadgeheke Mûsîlê, di rojên derbasbûyî de, cezayê darvekirinê li 4 ciwanên Êzidî yên ji eşîra herî mezin a Şengalê Hebaba birîbû. Eşîra Ebaba derbarê biryara darvekirina 4 ciwanên xwe de li hev civiyan. Gelekê rûspiyên eşîreta Hebaba li gundê Şehabî ya dikeve başûê Şengalê kom bûn.    Rûspiyên eşîrê, di civînê de, diyar kir ku biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî ne raste û bertek nîşan da.     Biryarên rûspiyên eşîrê yên di civînê de girtin wiha ne:    “* Madeya 4’emîn a Qanûna Bingehîn a Iraqê, sûcên teror di darizîne. Ne raste ku 4 ciwanên Êzidî li gorî vê madeyên bên darizandin.   * Herî zêde Êzidî rastî êrişên terorê hatine. Ji ber vê tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne.’   * Li tevahiya cîhanê, her  kes dizane ku tu eleqeya Êzidiyan bi pêkhatiyên terorîst re tuneye.   * Pêkanîna vê biryarê, wê bandorek mezin li aştiya civakî, bi taybetî jî, gelên Erep û Êzidî bike.    * Her kes dizane ku di fermana 73’yan de gelek Erep beşdarî DAIŞ’ê bûn, jinên Êzidî dîl girtin, malên Êzidiyan talan kirin û Êzidî qetil kirin.”   Ji ber van hemû sedeman, divê dadgeha Mûsilê, ji nû ve vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike.   MA / Nazim Daştan