Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin

img

ŞENGAL - Kurdo Hecî Hesen di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan de hatibû revandin. Hesen kujerê malbata xwe ango yê wê revandibû nas dike û gilîyî wî kiribû. Lê tevî vê yekê jî Dadgeha Mûsilê wî kujerî nagire. Hesen a ku di têkoşîna hiqûqê de bi tenê hat hiştin, ji nûve bi gefa komkujiyê re rûbirû maye. 

 
DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014'an de êrişî ser warê êzidiyan Şengalê kiribû û tevkujî ango fermana 73’yan bi serê civaka êzidî ve anîbû. Di vê fermanê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok jî hatibûn revandin. Gelek ji van dîlgirtiyan kuştin. Gelek ji wan jî ji aliyê HSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Hêj aqûbeta gelek jinên êzidî yên dîlgirtî ne, nayê zanîn. Ji bo DAIŞ’î û hêzên destek dane wan di qada navnetewî de werin darizandin xebat tên kirin. 
 
GUNDÊ KOÇO...
 
Kurdo Hecî Hesen (30) jî yek ji van jinên êzidî ku hatibû revandin e. Hesen ji gundê Koço ye. Ev gund dikeve başûrê Şengalê û cîranê gundek ereban e. Yek ji cihên herî ku bi dijwarî komkujî lê qewimî jî gundê Koço bû. Nêzîkî hezar û 700 kes li vî gundî diman. Tê gotin ku hezar û 300 kes tenê ji vî gundî hatine kuştin û bi hejmarek kêm jinên dîlgirtî yên ji vî gundî ji destê DAIŞ’ê hatine xelaskirin. Aqûbeta derbarê yên mayîn de nayê zanîn. 
 
SERPÊHATIYA KURDO HECÎ HESEN 
 
Hesen û malbata xwe tev ji aliyê DAIŞ’ê ve tên desteserkirin. 4 birayên wê ji aliyê DAIŞ’ê ve tên kuştin. Hesen û dayika xwe û hin jinên ji malbata wê nehatine kuştin lê belê di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî mane. 
 
Kesê ku Hesen desteser kiriye jî Mihemed Mitgal Cidêh ê ji gundê Til Erec ku girêdayî bajarokê Baac a Mûsilê ye. Gundê vî kujerî Mihemed Mitgal Cidêh jî cîranê gundê Koço ye. Li wê deverê vv gundê Til Erec û Koço wek kirîvên hev tên zanîn. Piştî fermanê êzidiyan wiha digot: “Kirîvên me xiyanetê li me kirin.” 
 
Endamê DAIŞ’ê Cidêh û yên pê re ku destê wan ketiye xwîna bi hezaran welatiyên êzidî, jinên êzidî wek xenîmeta şer desteser kirine.
 
 KUJER NAYÊ GIRTIN 
 
Piştî ku Hesen tê desteserkirin ji aliyê Cidêh ve salek li bajaroka Baac tê ragirtin. Pişt re Cidêh, jina êzidî Hesen difiroşe endamek din ê DAIŞ’ê û ji dorê ve wê li bajaran digerînin. Hesen di sala 2017’an de ji destê DAIŞ’ê xelas dibe û pişt re vedigere Şengalê. 
 
Piştî ku Hesen vedigere Şengalê li gundê Til Qesab ku nêzî gundê Koço ye li rastî Cihêd tê. Hesen diçe Dadgeha Mûsilê û giliyê Cihêd dike. Doz tê vekirin û danişînên dozê carna li Musilê û carna jî li Til Afer tê lidarxistin. Tevî ku Hesen, Cidêh nas dike û tiştên hatine serê wê vedibêje jî lê Dadgeha Mûsilê wî nagire. 
 
HESEN BI TENÊ HATIYE HIŞTIN 
 
Hesen a ku gelek caran bi tena serê xwe diçû dadgehê û dihat, niha jî ji aliyê Cihêd ve tê tehdîtkirin. Cidêh li Hesen geriyaye û bi gefan jê xwestiye ku dev ji dozê berde. Cidêh her tim bi van gotinan zextan li Hesen dike: “Gundê we nêzî me ye, heke tu dev ji dozê bernedî em ê ji heft salî heta heftê saliyan we tevan ji nû ve bikujin.”
 
Tê diyarkirin ku dadger nasê Cidêh e û parêzerê Hesen jî wê bi tenê hiştiye. Doza Hesen a ku bi tenê hatiye hiştin û bi gefan re rûbirû maye, didome. Lê belê aqûbeta dozê nayê zanîn. 
 
DADGEHA MÛSILÊ BI DARVEKIRINÊ RE MIJÛL E!
 
Ji aliyê din ve heman Dadgeha Mûsilê ji bo 4 ciwanên êzidî werin bi darvekirin, çi destê wê tê dike. Ev ciwan bi îdiaya 2 kes di 26’ê îlona 2020’an de li ser rêya gundên Medîban û Sîkeniyê yên girêdayî Şengalê ne kuştine hatine girtin. Di 21’ê nîsanê de danişîna ewil a doza wan hat lidarxistin û cezayê darvekirinê li wan hatibû sepandin. Bi rojane ev biryar li Şengalê tê şermezarkirin û dixwazin bi vê bûyerê Şengalê ji nûve tevlihev bikin. Êzidî daxwaz dikin ku dadgeh li şûna ku ciwanên êzidî ceza bike bila DAIŞ’iyan bidarizîne. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin