Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin 2021-05-03 12:14:35 ŞENGAL - Kurdo Hecî Hesen di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan de hatibû revandin. Hesen kujerê malbata xwe ango yê wê revandibû nas dike û gilîyî wî kiribû. Lê tevî vê yekê jî Dadgeha Mûsilê wî kujerî nagire. Hesen a ku di têkoşîna hiqûqê de bi tenê hat hiştin, ji nûve bi gefa komkujiyê re rûbirû maye.    DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014'an de êrişî ser warê êzidiyan Şengalê kiribû û tevkujî ango fermana 73’yan bi serê civaka êzidî ve anîbû. Di vê fermanê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok jî hatibûn revandin. Gelek ji van dîlgirtiyan kuştin. Gelek ji wan jî ji aliyê HSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Hêj aqûbeta gelek jinên êzidî yên dîlgirtî ne, nayê zanîn. Ji bo DAIŞ’î û hêzên destek dane wan di qada navnetewî de werin darizandin xebat tên kirin.    GUNDÊ KOÇO...   Kurdo Hecî Hesen (30) jî yek ji van jinên êzidî ku hatibû revandin e. Hesen ji gundê Koço ye. Ev gund dikeve başûrê Şengalê û cîranê gundek ereban e. Yek ji cihên herî ku bi dijwarî komkujî lê qewimî jî gundê Koço bû. Nêzîkî hezar û 700 kes li vî gundî diman. Tê gotin ku hezar û 300 kes tenê ji vî gundî hatine kuştin û bi hejmarek kêm jinên dîlgirtî yên ji vî gundî ji destê DAIŞ’ê hatine xelaskirin. Aqûbeta derbarê yên mayîn de nayê zanîn.    SERPÊHATIYA KURDO HECÎ HESEN    Hesen û malbata xwe tev ji aliyê DAIŞ’ê ve tên desteserkirin. 4 birayên wê ji aliyê DAIŞ’ê ve tên kuştin. Hesen û dayika xwe û hin jinên ji malbata wê nehatine kuştin lê belê di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî mane.    Kesê ku Hesen desteser kiriye jî Mihemed Mitgal Cidêh ê ji gundê Til Erec ku girêdayî bajarokê Baac a Mûsilê ye. Gundê vî kujerî Mihemed Mitgal Cidêh jî cîranê gundê Koço ye. Li wê deverê vv gundê Til Erec û Koço wek kirîvên hev tên zanîn. Piştî fermanê êzidiyan wiha digot: “Kirîvên me xiyanetê li me kirin.”    Endamê DAIŞ’ê Cidêh û yên pê re ku destê wan ketiye xwîna bi hezaran welatiyên êzidî, jinên êzidî wek xenîmeta şer desteser kirine.    KUJER NAYÊ GIRTIN    Piştî ku Hesen tê desteserkirin ji aliyê Cidêh ve salek li bajaroka Baac tê ragirtin. Pişt re Cidêh, jina êzidî Hesen difiroşe endamek din ê DAIŞ’ê û ji dorê ve wê li bajaran digerînin. Hesen di sala 2017’an de ji destê DAIŞ’ê xelas dibe û pişt re vedigere Şengalê.    Piştî ku Hesen vedigere Şengalê li gundê Til Qesab ku nêzî gundê Koço ye li rastî Cihêd tê. Hesen diçe Dadgeha Mûsilê û giliyê Cihêd dike. Doz tê vekirin û danişînên dozê carna li Musilê û carna jî li Til Afer tê lidarxistin. Tevî ku Hesen, Cidêh nas dike û tiştên hatine serê wê vedibêje jî lê Dadgeha Mûsilê wî nagire.    HESEN BI TENÊ HATIYE HIŞTIN    Hesen a ku gelek caran bi tena serê xwe diçû dadgehê û dihat, niha jî ji aliyê Cihêd ve tê tehdîtkirin. Cidêh li Hesen geriyaye û bi gefan jê xwestiye ku dev ji dozê berde. Cidêh her tim bi van gotinan zextan li Hesen dike: “Gundê we nêzî me ye, heke tu dev ji dozê bernedî em ê ji heft salî heta heftê saliyan we tevan ji nû ve bikujin.”   Tê diyarkirin ku dadger nasê Cidêh e û parêzerê Hesen jî wê bi tenê hiştiye. Doza Hesen a ku bi tenê hatiye hiştin û bi gefan re rûbirû maye, didome. Lê belê aqûbeta dozê nayê zanîn.    DADGEHA MÛSILÊ BI DARVEKIRINÊ RE MIJÛL E!   Ji aliyê din ve heman Dadgeha Mûsilê ji bo 4 ciwanên êzidî werin bi darvekirin, çi destê wê tê dike. Ev ciwan bi îdiaya 2 kes di 26’ê îlona 2020’an de li ser rêya gundên Medîban û Sîkeniyê yên girêdayî Şengalê ne kuştine hatine girtin. Di 21’ê nîsanê de danişîna ewil a doza wan hat lidarxistin û cezayê darvekirinê li wan hatibû sepandin. Bi rojane ev biryar li Şengalê tê şermezarkirin û dixwazin bi vê bûyerê Şengalê ji nûve tevlihev bikin. Êzidî daxwaz dikin ku dadgeh li şûna ku ciwanên êzidî ceza bike bila DAIŞ’iyan bidarizîne.    MA / Nazim Daştan