Şahidê komkujiya Dersîmê: Li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin

img

DERSÎM – Yek ji şahidên Komkujiya Dersimê Bedrî Polat, bal kişand ser komkujiya Dersimê ya sala 1938'an û wiha got: “Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê dan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin ava çem. Eskeran li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin. Divê komkujiyê ronî bikin û vê rastiyê bi nifşên rû re parve bikin." 

Rêveberiya hikûmeta Komara Tirkiye ya salên 1937'an li Dersimê di navbera salên 1937-38'an li dijî welatiyên Dersimê komkujiyek mezin pêk anîn. Di ser komkujiyê re 83 sal derbas bûn. Lijneya Wezîran a wê demê di 4'ê Gulana 1937’an de "Biryara Tenkîl a Dersîmê" girtin. Bi vê biryarnameya taybet li Dersimê komkujiyek mezin kirin. Di vê komkujiyê de jin, zarok, kal û pîr jî di navde bi hezaran mirov kuştin. Gelek mirov bi saxî şewitandin. Eskeran mirov dan ber kêr û guleyan. Gotin 'Dê vana di siberojê de bibin dijmin' û kuştin. Li çiya û gundan bombe barandin. Kesên xwe avêtin şikevtan jî bi gazên kîmyewî fetisandin û kuştin. Kesên kuştin meytê wan avêtin çemê Mûnzûrê. Bi deh hezaran kesên ji komkujiyê bi saxî rizgar bûn jî sirgûn kirin. Li gorî qeyd û belgeyên dewletê di sala 1937’an de Hezar û 737 kes û di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin kuştin. Lê li gorî daneyên ne fermî bi deh hezaran kes hatin kuştin. Şahidên bûyerê diyar dikin ku wê demê 70 hezar mirov hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov jî sirgûn kirin. Dîsa zarokên keç bi darê zorê ji malbatên wan stendin û dan eskeran. 
 
DI HER 4'Ê GULANÊ DE BIBÎR TÎNIN
 
Welatiyên Dersîmê piştî Lijneya Wezîran di 4'ê Gulanê de biryar dan, di 2010'an de 4'ê  Gulanê wekî “Roza Şiyaye” ango “Roja Reş" îlan kirin. Nûner û pêşengên rêxistinên Dersimê ji 2010'an heta niha di her 4'ê Gulanê de qurnefil^Fen sor davên Çemê Mûnzûrê û kesên di komkujiyê de hatin kuştin bibîr tînin. Dîsa ji bo bîranîna wan luqme belav dikin. 
 
ŞAHIDÊ KOMKUJIYÊ MAMÊ BEGO
 
Yek ji şahidê komkujiyê Bedrî Palot ê 93 salî ye. Şeniyên Dersimê bi navê “Mamê Bego" bang li wî dikin. Polat, êşa komkujiya 83 sal berê hêj wekî niha hîs dike û dijî. Polat li Gundê Korkez  ê girêdayî Navenda Dêrsimê ji dayik bû. 6 xwişk û bira bûn. Hêj 10 salî bû, şahidiya komkujiyê kir. Hemû endamên malbata wî di komkujiyê de hatin kuştin. Hevjîna wî Gullu Polat jî hêj 2 salî bû, şahidiya komkujiyê kir. Gullu jî li gel malbata xwe li Gunde Rubayik mezin bû. Bav û 2 mamên Gullu Polat, di komkujiyê de hatin kuştin. Tenê ew û dayika xwe bi saxî xelas bûn. 
 
‘Polat ê 93 salî êdî deng nabihîze. Keça wî di guhê wî de bi dengê hêl got salvegera komkujiyê ye. Polat komkujî anî bîra xwe û ji nava dilê xwe kir "axîn" û got: “Çîrokek pir dûr û dirêj e. Bi gotinê naqede." 
 
LI PÊŞ ÇAVÊ MIN DAYIK Û XWIŞKA MIN KUŞTIN
 
Polat 2 pêçiyên xwe yên di komkujiyê de jêbûn nîşan da û qala komkujiyê kir. Polat rojek serê sibê fêr bû ku bavê wî Hasan Polat birin qereqolê û carek din êdî agahî jê negirt. Mamê Polat Alî û Huseyin, şer kirin û di şer de hatin kuştin. Wê demê eskeran bi ser gundê wan de girt û ji gund 300 gundiyê wan kuştin. Polat bû şahidê vê komkujiya li gund. Polat şahidiya xwe wiha vegot: "Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê tan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin ava çem. Eskeran dayik, xwişk û 2 birayê min ên biçûk li pêş çavê min kuştin. Gotin ez jî hatime kuştin. Ez jî di nava miriyan de avêtim çem. Ez û zarokekî din ji nava avê xelas bûn. Min destê xwe danîbû ser serê birayê xwe. Eskeran gule berda û 2 pêçiyên min jêbûn. Min bi birîndarî xwe gîhand gundekî. Heta ef derket ez li çiyê mam." 
 
‘KEVIR LI SER KEVIR NEHIŞTIN'
 
Polat, destnîşan kir ku di sala 38'an hemû birîndar kirin û wiha lê zêde kir: "Her tişt tar û mar kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Planek danûbûn pêşiya xwe. Li gorî vê planê diviya bû kes bi saxî xelas nebûya. Yên sax man jî sirgûn kirin. Her tişt şewitandin û kirin xwelî. Me tu şaşî jî nekiribû. Me zerar nedabû tu kesî. Em li dijî hikûmetê jî derneketibûn. Em hatin û em dan ber guleyan. Komkujî kirin. Eskerekî bi kêra çekê li zikê jinekê xist û zaroka wê ji zikê wê derxist. Digot ‘Vana dê sibê bibin dijminê me.' Ma me çikiribû ji wan." 
 
DIVÊ JI NIVŞÊ NÛ RE BÊJIN' 
 
Polat, herî dawî anî ziman ku esker li seranserî çiyayê Dersimê bi cih bûbû û wiha got: “Ne dar hiştin, ne zevî. Ne mal hiştin ne zindî û sewal. Em tev kom kirin û destê me da ser serê me. Gotin 'Em ê we sirgûn bikin'. Berê tu dert û êşa me tune bû. Em li ser axa xwe dijiyan. Me tu dijminantiya hikûmetê jî nekiribû. Jin û zarok tev qetil kirin. Bila xwedê carek din nîne serê tu kesan. Hemû ax û kevirên Dersimê ser û bin kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Bila tu kes vê komkujiyê tu carî ji bîr nekin. Bila tu carî ev komkujî neyê ji bîr kirin. Divê her kes ji nifşê nû re vê rastiyê û vê komkujiyê bêjin. Bila vê rastiyê û serpêhatiyê bikin arşîv û veşêrin." 
 
MA / Ayşe Surme 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/05/2021
12:09 Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serî li Şûraya Dewletê dan
12:07 MKGP: Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin
11:31 Zarokê 12 salî ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:58 Malbata Şenyaşar: Qey kes nikare destê xwe bide biraziyê parlamenter?”
10:50 Di roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê de jin: Bayê JINHA’yê li dinyayê wer bû
10:46 HDP: Rojnameger hêviya civakê ne
10:44 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:14 Kujerê şivan Sertip Şen dê li dadgeha giran were darizandin
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 158'emîn de dewam dike
09:10 Şahidê komkujiya Dersîmê: Li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin
09:10 Belcan: PTT'ê Destûra Bingehîn avêt kulînê
09:09 Rojnameger Roja Azadiya Çapemeniya li girtîgehan pêşwazî dikin
09:09 Koçer ji ber operasyonên eskerî nikarin derkevin zozanan
09:08 Karê çandiniya Anadolê li ser pişta karkerên Rihayê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2021'AN
02/05/2021
23:38 Çawîşê pispor ewil gef xwar û piştre lê xist
23:22 Ciwanekî li Konyayê pismamê xwe kuşt û jinbira xwe birîndar kir
22:07 9 dêr û keşişxaneyên Mêrdin ketin lîsteya UNESCO
21:37 Dayîka Aşitiyê Temel jiyana xwe dest da
20:00 Îro 340 mirov bi Covît-19 mirin
18:22 ÎHD: Zilaman li Egeyê di 4 mehan de mafê 294 jinan binpê kir
17:49 Ji bo AKP’ê serbest e, ji bo xelkê qedexe ye
16:11 TGC: Li şûna rojnamegeriyê tundiyê rawestînin
16:01 ÎDEF: Kana keviran dê felaketê bîne
15:23 Ciwanê 22 salî ji ber sedemên aboriyê întîhar kir
14:44 Dayika girtî Akman: Dengê zarokên me bibihîsin
14:06 Qedexeya ket roja hezar û 623’yan dirêj kir
14:06 Dema ku xurde kom dikir ji qata 1’an ket û birîndar bû
13:42 Girtî ji ber 'rewşa baş' nayê berdan
12:31 Parlamenterekî Iraqê: Em ê rê nedin Tirkiye baregehên eskerî ava bike
12:04 Teqawîtan DEM-SEN ava kir: Rêxistinî ferz e
11:48 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê çi karî dike?
11:34 Li Îkîzdereyê herî diherike
10:51 246 kedkarên ku polîsan ew binçav kiribûn hatin berdan
10:32 Rojnameger Aydin: Hedef destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye
09:47 Kerestecîoglu: Em ê girîngiya Peymana Stenbolê vebêjin
09:10 OHD dê ji bo betalkirina giştînameya polîsan serî li Şûraya Dewletê bide
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 157'emîn de dewam dike
09:09 Ev nexweşîn ji dil ve li wan dide: Di heman malbatê de 60 kes li benda alîkariyê ne
09:07 Ji ber deynên serdema AKP’ê parka şaredariyê derxistine firotanê!
09:06 Bi daxuyanî û çalakiyên partiya xwe hat sûcdarkirin
09:02 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş ê 83 salî
09:01 Dostaniya îhaleyê ya ji Stenbolê dirêjî Amedê dibe!
09:00 SMO radest dike, Tirkiye jî cezayê giran li wan dibire
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2021'AN
08:25 MSB: Eskerekî jiyana xwe ji dest da
01/05/2021
22:53 Di şibake û şaneşînên malên xwe de 1'ê Gulanê pîroz kirin
21:51 Ji ber tengasiyên aborî întîhar kir
21:35 Li Tetwanê du malbatan şer kir: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:26 Nûçegihana me jî di nav de 34 kes li Enqereyê hatin berdan
19:42 373 kesên din ji koronayê mirin
17:09 Li Îzmîrê ligel qedexeyê jî, 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
16:54 HDP'î: Em şahidê tundiyê ne
16:41 Sancar karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir
16:40 Li Rihayê 1’ê Gulanê
16:37 Li Qelqeliyê mirina biguman a jinekê
16:19 Li Enqereyê ligel qedexeyê jî li gelek cihan meş hatin lidarxistin
16:18 Balafira bêmirov ket: Zarokek bi giranî birîndar bû
15:38 Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin
15:32 Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê wê li dijî Tirkiyeyê bicive
15:13 Polîsan 220 kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
15:12 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
15:04 ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweş Yagmakan bê berdan
14:54 Buldan 1'ê Gulanê pîroz kir: Em HDP li cem karkeran in
14:39 Gundiyên Îkîzderê hatin berdan
14:17 Dayikên Şemiyê aqûbeta Gul û Yaman pirsîn
14:15 Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin
14:09 Şaredariya Dersimê birdariya 1’ê Gulanê ava kir
13:43 Xizmên windayan pirsa bersûcên Dundar kirin
13:35 Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê
12:40 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar
12:39 Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma
11:37 Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin
11:28 Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê
11:10 Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir
10:53 Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin
10:51 Mizrakli: Roja kedkaran pîroz be
10:50 Ji Malbata Şenyaşar peyama 1’ê Gulanê
10:42 DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin
10:41 Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî giştînameya EGM’ê dan
10:06 Polîsan gelek kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
09:54 Li Afganistanê êrişa bombeyi: 30 kesan jiyana xwe ji dest da
09:21 Li Qoserê hewldana revandinê
09:04 Li Îkîzderê kesek hat binçavkirin
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê koma 32'yemîn dewr girt
09:03 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajêr de plana koçberkirinê
09:02 Serokê ÎHD’a Mêrsînê: Xemsariyê Îsa Gultekîn kuşt
09:01 Derbarê Farisogûllari yê HDP’î de 26 sal ceza hat xwestin
09:01 Sarisaç: Têkoşîna me wê li kuçeyan bigihîje serkeftinê
09:01 Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê
09:01 Çandinî hişk bû, cotkar di bin deynan de man
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2021'AN
30/04/2021
23:24 Li Osmaniyeyê 70 karker ji xwarinê jehrî bûn
20:33 394 kesên din ji koronayê mirin
16:32 OHD’ê têkildarî cenazeyên Kilyosê serî li AYM’ê da
16:29 Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir
15:27 Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne
15:26 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
14:55 Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin
13:59 Karkerê li tersaneya Tûzlayê, ji jor ket û jiyana xwe ji dest da