Şahidê komkujiya Dersîmê: Li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin 2021-05-03 09:10:48 DERSÎM – Yek ji şahidên Komkujiya Dersimê Bedrî Polat, bal kişand ser komkujiya Dersimê ya sala 1938'an û wiha got: “Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê dan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin ava çem. Eskeran li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin. Divê komkujiyê ronî bikin û vê rastiyê bi nifşên rû re parve bikin."  Rêveberiya hikûmeta Komara Tirkiye ya salên 1937'an li Dersimê di navbera salên 1937-38'an li dijî welatiyên Dersimê komkujiyek mezin pêk anîn. Di ser komkujiyê re 83 sal derbas bûn. Lijneya Wezîran a wê demê di 4'ê Gulana 1937’an de "Biryara Tenkîl a Dersîmê" girtin. Bi vê biryarnameya taybet li Dersimê komkujiyek mezin kirin. Di vê komkujiyê de jin, zarok, kal û pîr jî di navde bi hezaran mirov kuştin. Gelek mirov bi saxî şewitandin. Eskeran mirov dan ber kêr û guleyan. Gotin 'Dê vana di siberojê de bibin dijmin' û kuştin. Li çiya û gundan bombe barandin. Kesên xwe avêtin şikevtan jî bi gazên kîmyewî fetisandin û kuştin. Kesên kuştin meytê wan avêtin çemê Mûnzûrê. Bi deh hezaran kesên ji komkujiyê bi saxî rizgar bûn jî sirgûn kirin. Li gorî qeyd û belgeyên dewletê di sala 1937’an de Hezar û 737 kes û di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin kuştin. Lê li gorî daneyên ne fermî bi deh hezaran kes hatin kuştin. Şahidên bûyerê diyar dikin ku wê demê 70 hezar mirov hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov jî sirgûn kirin. Dîsa zarokên keç bi darê zorê ji malbatên wan stendin û dan eskeran.    DI HER 4'Ê GULANÊ DE BIBÎR TÎNIN   Welatiyên Dersîmê piştî Lijneya Wezîran di 4'ê Gulanê de biryar dan, di 2010'an de 4'ê  Gulanê wekî “Roza Şiyaye” ango “Roja Reş" îlan kirin. Nûner û pêşengên rêxistinên Dersimê ji 2010'an heta niha di her 4'ê Gulanê de qurnefil^Fen sor davên Çemê Mûnzûrê û kesên di komkujiyê de hatin kuştin bibîr tînin. Dîsa ji bo bîranîna wan luqme belav dikin.    ŞAHIDÊ KOMKUJIYÊ MAMÊ BEGO   Yek ji şahidê komkujiyê Bedrî Palot ê 93 salî ye. Şeniyên Dersimê bi navê “Mamê Bego" bang li wî dikin. Polat, êşa komkujiya 83 sal berê hêj wekî niha hîs dike û dijî. Polat li Gundê Korkez  ê girêdayî Navenda Dêrsimê ji dayik bû. 6 xwişk û bira bûn. Hêj 10 salî bû, şahidiya komkujiyê kir. Hemû endamên malbata wî di komkujiyê de hatin kuştin. Hevjîna wî Gullu Polat jî hêj 2 salî bû, şahidiya komkujiyê kir. Gullu jî li gel malbata xwe li Gunde Rubayik mezin bû. Bav û 2 mamên Gullu Polat, di komkujiyê de hatin kuştin. Tenê ew û dayika xwe bi saxî xelas bûn.    ‘Polat ê 93 salî êdî deng nabihîze. Keça wî di guhê wî de bi dengê hêl got salvegera komkujiyê ye. Polat komkujî anî bîra xwe û ji nava dilê xwe kir "axîn" û got: “Çîrokek pir dûr û dirêj e. Bi gotinê naqede."    LI PÊŞ ÇAVÊ MIN DAYIK Û XWIŞKA MIN KUŞTIN   Polat 2 pêçiyên xwe yên di komkujiyê de jêbûn nîşan da û qala komkujiyê kir. Polat rojek serê sibê fêr bû ku bavê wî Hasan Polat birin qereqolê û carek din êdî agahî jê negirt. Mamê Polat Alî û Huseyin, şer kirin û di şer de hatin kuştin. Wê demê eskeran bi ser gundê wan de girt û ji gund 300 gundiyê wan kuştin. Polat bû şahidê vê komkujiya li gund. Polat şahidiya xwe wiha vegot: "Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê tan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin ava çem. Eskeran dayik, xwişk û 2 birayê min ên biçûk li pêş çavê min kuştin. Gotin ez jî hatime kuştin. Ez jî di nava miriyan de avêtim çem. Ez û zarokekî din ji nava avê xelas bûn. Min destê xwe danîbû ser serê birayê xwe. Eskeran gule berda û 2 pêçiyên min jêbûn. Min bi birîndarî xwe gîhand gundekî. Heta ef derket ez li çiyê mam."    ‘KEVIR LI SER KEVIR NEHIŞTIN'   Polat, destnîşan kir ku di sala 38'an hemû birîndar kirin û wiha lê zêde kir: "Her tişt tar û mar kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Planek danûbûn pêşiya xwe. Li gorî vê planê diviya bû kes bi saxî xelas nebûya. Yên sax man jî sirgûn kirin. Her tişt şewitandin û kirin xwelî. Me tu şaşî jî nekiribû. Me zerar nedabû tu kesî. Em li dijî hikûmetê jî derneketibûn. Em hatin û em dan ber guleyan. Komkujî kirin. Eskerekî bi kêra çekê li zikê jinekê xist û zaroka wê ji zikê wê derxist. Digot ‘Vana dê sibê bibin dijminê me.' Ma me çikiribû ji wan."    DIVÊ JI NIVŞÊ NÛ RE BÊJIN'    Polat, herî dawî anî ziman ku esker li seranserî çiyayê Dersimê bi cih bûbû û wiha got: “Ne dar hiştin, ne zevî. Ne mal hiştin ne zindî û sewal. Em tev kom kirin û destê me da ser serê me. Gotin 'Em ê we sirgûn bikin'. Berê tu dert û êşa me tune bû. Em li ser axa xwe dijiyan. Me tu dijminantiya hikûmetê jî nekiribû. Jin û zarok tev qetil kirin. Bila xwedê carek din nîne serê tu kesan. Hemû ax û kevirên Dersimê ser û bin kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Bila tu kes vê komkujiyê tu carî ji bîr nekin. Bila tu carî ev komkujî neyê ji bîr kirin. Divê her kes ji nifşê nû re vê rastiyê û vê komkujiyê bêjin. Bila vê rastiyê û serpêhatiyê bikin arşîv û veşêrin."    MA / Ayşe Surme