Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?

  • rojane
  • 09:00 26 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE – Serokên baroyan, diyar kirin ku Doza Kobanê di asta dewama dozên Şex Saît, Seyît Riza û 49’an de ye û ev pirs kirin: “Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?” 

Yekemîn danişîna Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin, wê îro li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.
 
Wê ji baroyên Îzmîr, Amed, Wan, Şirnex, Riha, Dersim, Colemêrg, Agirî, Bûrsa û Mêrdînê serok û parêzer beşdarî danişînê bibin. Serokên baroyan berî danişînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
 
BARO DIŞOPÎNIN
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, anî ziman ku ewê dozê heya dawiyê bişopînin û wiha axivî: “Selahattîn Demîrtaş û Ayla Akat Ata yên di çarçoveya vê dozê de girtî tên darizandin, endamên Baroya Amedê ne. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo Demîrtaş biryara berdanê da bû. Daîreya Bilind ev biryar qebûl kiribû û xwestibû Demîrtaş tavilê bê berdan. Lê li ser gotinên nûnerên desthilatdariya siyasî ev biryar nehat bi cih anîn û derbarê Demîrtaş de, ji nû ve biryara girtinê hat dayîn.”
 
ISRARA DI BÊÇARESERTIYÊ DE
 
Eren, diyar kir ku desthilatdarî armanc dike ku bi Doza Kobanê beşên mûxalîf bi rêya darazê teslîm bigire û wiha got: “Dixwazin piştî bi salan, partiyekê ji ber bûyerên Kobanê krîmînalîze bikin û ev rewş ji doza girtinê cuda ye. Mixabin, ji serdema Komarê ve  li dijî Kurdan û siyasetmedarên Kurdan, dozên wiha hatine vekirin. Ev doz jî di asta dewama dozên Şex Saît, Seyît Riza û 49’an de ye. Tişta ku di van dozan de dihat armanc kirin, bi heman niyete ev doz jî vekirin. Ev doz wê cardin, rastiya polîtîkayên ewlekariyê yên li dijî pirsgirêka Kurd û israra di bêçaresertiyê ya desthilatdariyê derbixe holê.”
 
DOZEK DÎROKIYE 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî, dest nîşan kir ku îdîanameya derbarê dozê de hatiye amadekirin, ne li gorî qanûna ne û wiha axivî: “Ji derveyî hiqûqê ye û ji rastiyê dûre. Lê mixabin, darizandina li Tirkiyeyê, lêpirsînek objektîf bi rêve nabe. Ji ber vê hêviyên me zêde ji vê dozê tuneye. Dadgeh ne serbixwene û li gorî delîlan biryar nadin. Dibin bandora desthilatdariya siyasî de ne. Pir aşkereye ku dozeke komployê ye. Cîhan dişopîne, Tirkiye dişopîne. Ez dikarim bêjim ev doz dozek dîrokiye. Doze ku deng bidê ye. Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin? Ev mijara nîqaşê ye.”
 
ZEXTÊN LI SER DARAZÊ
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî, derbarê dozê de, ev nirxandin kir: “Ev doz bê gingehe. Bi vê dozê armanc dikin ku peyam bidin raya giştî ya hûndir û raya giştî ya derve. Ev dozek siyasiye. Ev doz bandor û zextên desthilatdariya siyasî yên li ser darazê ye. Ev doz dîrokiye. Di dawiya dozê wê rastiya gotinên desthilatdariya siyasî derbikevni holê.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

28/04/2021
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
15:00 Bankaya Dinyayê: Pêşîgirtina xizaniya ku li Tirkiyeyê zêde dibe zehmet e
14:55 CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da