Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin? 2021-04-26 09:00:30 ENQERE – Serokên baroyan, diyar kirin ku Doza Kobanê di asta dewama dozên Şex Saît, Seyît Riza û 49’an de ye û ev pirs kirin: “Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?”  Yekemîn danişîna Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin, wê îro li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.   Wê ji baroyên Îzmîr, Amed, Wan, Şirnex, Riha, Dersim, Colemêrg, Agirî, Bûrsa û Mêrdînê serok û parêzer beşdarî danişînê bibin. Serokên baroyan berî danişînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.   BARO DIŞOPÎNIN   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, anî ziman ku ewê dozê heya dawiyê bişopînin û wiha axivî: “Selahattîn Demîrtaş û Ayla Akat Ata yên di çarçoveya vê dozê de girtî tên darizandin, endamên Baroya Amedê ne. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo Demîrtaş biryara berdanê da bû. Daîreya Bilind ev biryar qebûl kiribû û xwestibû Demîrtaş tavilê bê berdan. Lê li ser gotinên nûnerên desthilatdariya siyasî ev biryar nehat bi cih anîn û derbarê Demîrtaş de, ji nû ve biryara girtinê hat dayîn.”   ISRARA DI BÊÇARESERTIYÊ DE   Eren, diyar kir ku desthilatdarî armanc dike ku bi Doza Kobanê beşên mûxalîf bi rêya darazê teslîm bigire û wiha got: “Dixwazin piştî bi salan, partiyekê ji ber bûyerên Kobanê krîmînalîze bikin û ev rewş ji doza girtinê cuda ye. Mixabin, ji serdema Komarê ve  li dijî Kurdan û siyasetmedarên Kurdan, dozên wiha hatine vekirin. Ev doz jî di asta dewama dozên Şex Saît, Seyît Riza û 49’an de ye. Tişta ku di van dozan de dihat armanc kirin, bi heman niyete ev doz jî vekirin. Ev doz wê cardin, rastiya polîtîkayên ewlekariyê yên li dijî pirsgirêka Kurd û israra di bêçaresertiyê ya desthilatdariyê derbixe holê.”   DOZEK DÎROKIYE    Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî, dest nîşan kir ku îdîanameya derbarê dozê de hatiye amadekirin, ne li gorî qanûna ne û wiha axivî: “Ji derveyî hiqûqê ye û ji rastiyê dûre. Lê mixabin, darizandina li Tirkiyeyê, lêpirsînek objektîf bi rêve nabe. Ji ber vê hêviyên me zêde ji vê dozê tuneye. Dadgeh ne serbixwene û li gorî delîlan biryar nadin. Dibin bandora desthilatdariya siyasî de ne. Pir aşkereye ku dozeke komployê ye. Cîhan dişopîne, Tirkiye dişopîne. Ez dikarim bêjim ev doz dozek dîrokiye. Doze ku deng bidê ye. Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin? Ev mijara nîqaşê ye.”   ZEXTÊN LI SER DARAZÊ   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî, derbarê dozê de, ev nirxandin kir: “Ev doz bê gingehe. Bi vê dozê armanc dikin ku peyam bidin raya giştî ya hûndir û raya giştî ya derve. Ev dozek siyasiye. Ev doz bandor û zextên desthilatdariya siyasî yên li ser darazê ye. Ev doz dîrokiye. Di dawiya dozê wê rastiya gotinên desthilatdariya siyasî derbikevni holê.”    MA / Zemo Aggoz