Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist

  • rojane
  • 10:55 1 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salîh Muslim, bal kişand ser girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd û got: “Ocalan gelekê mirîbû ji nû ve zindî kir. Gel mirîbû, wê tune bibûya, lê Birêz Ocalan destûr neda vê yekê û Kurd ji devê gur derxist.”

 
Şerê Sûriyeyê yê navxweyî 10 sal li du xwe hiştin. Bi vî şerî re li Sûriyeyê rûxandin û hilweşandinek mezin rû da. Li şûna çareseriya vî şerî, her ku diçe krîz kûrtir dibe. Ne rêvberiya Şamê û ne jî hêzên navneteweyî yên di vî şerî de aline, nêzî çareseriyê nabin. Bi Şoreşa Rojava re, Kurdên “bê nasname” yên li Sûriyeyê, li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin bi rêve birin. Îro projeya Xweseriya Demokratîk a li dijî netew-dewletê li Sûriyeyê hatiye avakirin, bûye formîla çareseriyê û ev modela li Rojava ji gelan re bûye hêviyek mezin.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li aliyekê jiyana nû tê avakirin û li aliyê din jî, êrişên netew-dewlet ên tekparêz, netewparêz û olperest qet ne rawestiyan. Ligel van hemûyan jî, operasyonên li dijî DAIŞ’ê bê navber dewam dikin. Herî dawî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî hucreyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê hatin avakirin, bi tevlîbûna 5 hezar hêzên leşkerî dest bi operasyonê hatibû kirin.
 
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim, derbarê rojev û pêşketinên li herêmê rû dan de axivî.ü
 
Muslîm, rojevên operasyona Holê, yekitiya neteweyî, rewşa herî dawî ya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, bandora rêveberiya nû ya DYA’yê ya li ser herêmê, tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandorên wên li ser Rojava û Rojhilata Navîn nirxnadin.
 
‘EV OPERASYON WÊ DEWAM BIKIN’
 
Salih Muslim, pêvajoya avakirina Kampa Holê bi bîr xist û wiha axivî: “Kampa Holê di sala 2014’an de ji bo ku penaberên Iraqî lê bimînin hat avakirin. Lê dûre çeteyên DAIŞ’ê yên ji Baxozê reviyan li vê derê bi cih bûn. Ji 60 hezarî zêdetir kes li vê kampê dimînin. 30 hezar kes Iraqîne, 20 hezar Sûriyeyî ne û nêzî 10 hezar jin û zarokên biyanî li vê derê dimînin. Baxoz ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Piştî ku hinek wan sewqî kampê hatin kirin, hêdî hêdî bûyer derketin. DAIŞ’iyên li kampê, piştî demekê bi kesên din re pirsgirêk jiyan. Rewş êdî wan bû, li kampê mirov hatin kuştin. Ji sersala 2021’an ve 47 kes bi çekên bêdeng û aletên birînê hatin kuştin. Dîsa bûyerên revandinê dest pê kirin. Piraniya van revandinan bi destê MÎT’a Tirkiyeyê hatin kirin. Yên ji kampê tên revandin dibin Tirkiyeyê. Bi reya Kizilayê, Kizilxaçê û binyadên cuda ketina kampê çêbibû. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ji ber vê pêdivî bi operasyonekê dît û biryara operasyona 5 rojan dewam bike da. Di nava 5 rojan de 53 kes hatin binçavkirin û 5 ji wan jî amîrên DAIŞ’ê bûn. Di heman demê de gelek tunel hatin dîtin, gelek bilgîsayar, telefonên veşartî hatin deste ser kirin. Ev operasyonên ewelariyê wê heya dawiyê dewam bikin.”
 
DIVÊ HEMWELATIYÊN XWE BIGIRIN’
 
Muslim, bal kişand ser hemwelatiyên biyanî yên li kampê dimînin û ev bang li welatên biyanî kir: “Em ji bo jin û zarokên biyanî yên li kampê dimîni her tim bang dikin. Em tu carî bazara zarokên di kampê de nakin. Em nexwazin wan bixin amûrên polîtîkayê. Ji ber rewşeke miroviye em bang li hêzên navneteweyî dikin. Bila werin hemwelatiyên xwe bibin. Ji bo vê em tu zorî û zehmetiyan dernaxin. Em vê banga nû dikin. Piraniya zarokên li kampê dimînin nasnameyên wan tuneye. Ev pirsgirêkek navneteweyî ye. Divê her kes destê xwe bixe bin kevir.”
 
‘LI ERÎNÊ DAGIRKERIYA TIRK HEYE’
 
Muslim, diyar kir ku li Efrînê dagirkeriya faşîzma Tirk heye û wiha got: “Ev rewş di heman demê de li Serêkaniyê û Girê Spî jî heye. Armanca Tirkiyeyê û çeteyên li wê derê, guhertina demokrafiyê ye. Gelên herêmê ji cih û waran wan kirin. Hinek kesên din li wir bicih kirine. Çeteyên ji Gûta Hama, herêmên din û Tirkiyeyê anîne, li wir bi cih kirine. Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kamp avakirin. Di van kampan de çeteyan bi rêxistin dikin û perwerde dikin. Van çeteyan dûre dişînin Libya û Azerbaycanê. Li kêleke Efrînê Kampa Şehbayê heye. 120 hezar penaberên ji Efrînê lê dijîn. Dixwazin vegerên ser cih û warê xwe Efrînê. Tirkiyeyê ev herêmê li hêzên navneteweyî girtine. Kes nikare bikeve van herêman. Şerekê taybetê li van herêmên ku Tirkiyeyê dagir kiriye tê bi rêve birin.”
 
YEKITIYA KURDAN WÊ FAYDEYÎ GELÊN DIN JÎ BIKE
 
Muslim, têkildarî avakirina yekitiya neteweyî jî ev nirxandin kir: “Bêguman hinek mijarên hîna li hev nayin kirin hene. Dîsa nêrînên siyasî yên cuda hene. Ji bo ku em dost û dijminan ji hev cuda bikin, em serê xwe pir diêşinin. Konseya Kurd heye. Di navbera Kurdan, Ereban û gelên din de hevpeymanek civakî heye. Divê ev hemû li ber çavan bên girtin. Di vî warî de wê hevdîtin dewam bikin. Di dibistanan de perwerdeya zimanê Kurdî tê dayîn. ENKS vê yekê îtîraz dike û li dijî vê derdikeve. Ger em li ser rêgezên bingehîn li hev bikin, wê ev ji bo gelê Kurd baş be. Li Rojava ger Kurd bi hev re tevbigerin, dê hem di warê rejîma Sûriyeyê de û hem jî beşên muxalif de destê me bi hêz bibe. Emê bi awayekê rehetir karibin mafên xwe bi dest bixin. Yekiti ji bo me, mijara hebûn û tunebûnê ye. Ji bo me yekitiya Kurdan pir girînge. Di warê avakirina yekitiya Kurdan de, pêwîstî bi koordînasyonekê heye. Yekitiya Kurdan wê faydeyê bide gelên din jî.”
 
‘ÎRAN Û TIRKYE DIXWAZIN KUDAN TUNE BIKIN’
 
Ji bo hêzên biyanî yên li Sûriyeyê dimînin jî Salih Muslim, ev şirove kir: “Me yek hêzên li Sûriyeyê dimînin ne vexwendiye. Berjewendiyên wan ew anîne vê derê. Ger gelên Sûriyeyê bibin yek em dikarin wan ji axa Sûriyeyê derbixin. Lê Tirkiye ne di heman rewşê deye. Tirkiye bi awayekê aşkere şer dike û dixwaze herêmê dagir bike. Ev hêz dibêje ‘ezê Kurdan xelas bikim, rêveberiya Rojava ji holê rakim û demografiyê biguherînim. Îran û Tirkiye polîtîkayek wiha bi rêve dibin. Tirkiye bi awayekê zelal vê yekê dike. Di her qadê de dijminantiya Kurdan dike.” 
 
DIVÊ REJÎM MEJIYÊ XWE BIGUHERÎNE
 
Muslim, da zanîn ku têkiliyên wan ên bi nûnertiyên DYA’yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dewam dikin û wiha bilêv kir: “Di pêvajoya pêş me de jî wê ev hevdîtinên me dewam bikin. Sûriye ji ber polîtîkayên şaş ket vê rewşê. Ger di berê de ji bo demokrasî û azadiyê şans bihatiba dayîn, ev rewş dernediket holê. Pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê, pirsgirêkek demokrastîke. Ji bo çareserkirina vê jî, pêdivî bi demokrasî, xweserî û rêveberiyên herêmî yên hêzan heye. Ger li Sûriyeyê pirsgirêkên heyî bi dawî bibin, emê jî vegerin awayê rêveberiya xwe ya berê. Di mejiya rejîmê de guhertinek cîdî tuneye. Lê ligel her tiştî jî em hewl didin guhertin çêbe. Ger azadî bê naskirin em hene. Her çiqasî bi rêya Rûsan hevdîtinên me hene jî, mejiyê rejîmê qet nehatiye guhertin. Em dixwazin êdî rejîm jî xwe biguherîne.”
 
‘GEL GIRÎNGIYÊ DIDE FIKRÊN OCALAN’
 
Muslim, anî ziman ku Birêz Ocalan tu carî ji pirsgirêkên Sûriyeyê û pirsgirêka Kurd a li Rojava dûr ne sekiniye û wiha pê de çû: “Ew bi xwe 20 salan li vê derê ma. Gel jî baş nas dike. Hem ziman û hem jî paradîgmayê baş dizane. Li vê derê,  gelê Kurd, Erep û hemû gelên din, bi fikir û ramanên Birêz Ocalan ve girêdayîne. Di pratîkê de jî ev xuya dike. Ji ber vê divê nêrînên Birêz Ocalan ên derbarê Rojava de, şaş nayin fêm kirin. Ev der parçeyekê gelê Kurde. Divê ev rewş baş bê nirxandin. Rojava di serî de cih digire. Ji ber ku navenda şer li vê derê ye. Ger faşîzma Tirk, bi rastî jî li vê derê serkeftinê bi dest bixe, wê hemû Kurd ji vê zirarê bibînin. Çawan ku berxwedan û serkeftina li Kobanê bû malê çar parçeyên Kurdistanê, wê Rojava jî bibe qezenca hemû Kurdan. Ji ber ku Rojava di hedefa faşîzmê deye, bi taybetî Ocalan li ser radiweste.” 
 
EV PIRSGIRÊK NAVNETEWEYÎ YE'
 
Muslim, dest nîşan kir ku Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Rojava, ji bo hemû Kurdistanê, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek mezine û wiha got: “Her kes di ferqa vê de ye. Ocalan di mijara pirsgirêka Kurd de, gelekê mirîbû ji nû ve zindî kir. Gel mirîbû, tune bibû, lê Birêz Ocalan destûr neda vê yekê. Ocalan Kurdê di devê gur de bû, rizger kir û heya roja îro anî. Rojava jî parçeyekê vê ye. Rewşa li vê derê derket holê û hemû qehremantiyên hatin kirin, encama vê bû. Encama teorî, fikir û ramnên Birêz Ocalan bû. Tirkiye jî herî zêde êrişî vê dike. Ji ber vê Ocalan tecrîd dike. Di hedefa Tirkiyeyê de, teoriya parçekirina bedenê heye. Lê berxwedana gelê li vê derê pir girînge. Gelê Kurd çiqasî xwedî derbikeve, wê ewqas baş be. Divê ne tenê şer, di heman demê de têkoşîna dîplomasî û polîtîk jî, bê birêve birin. Pergala Îmraliyê ne tenê, pergala Tirkiye ye. Tirkiye li wê derê erka gardiyantiyê dike. Hêzên din hene. Ev pirsgirêkek navneteweyî ye. Divê Kurd jî mîna gelên din li ber xwe bidin."
 
MA / Azîz Orûç
 

Sernavên din

03/04/2021
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'