Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist 2021-04-01 10:55:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salîh Muslim, bal kişand ser girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd û got: “Ocalan gelekê mirîbû ji nû ve zindî kir. Gel mirîbû, wê tune bibûya, lê Birêz Ocalan destûr neda vê yekê û Kurd ji devê gur derxist.”   Şerê Sûriyeyê yê navxweyî 10 sal li du xwe hiştin. Bi vî şerî re li Sûriyeyê rûxandin û hilweşandinek mezin rû da. Li şûna çareseriya vî şerî, her ku diçe krîz kûrtir dibe. Ne rêvberiya Şamê û ne jî hêzên navneteweyî yên di vî şerî de aline, nêzî çareseriyê nabin. Bi Şoreşa Rojava re, Kurdên “bê nasname” yên li Sûriyeyê, li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin bi rêve birin. Îro projeya Xweseriya Demokratîk a li dijî netew-dewletê li Sûriyeyê hatiye avakirin, bûye formîla çareseriyê û ev modela li Rojava ji gelan re bûye hêviyek mezin.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li aliyekê jiyana nû tê avakirin û li aliyê din jî, êrişên netew-dewlet ên tekparêz, netewparêz û olperest qet ne rawestiyan. Ligel van hemûyan jî, operasyonên li dijî DAIŞ’ê bê navber dewam dikin. Herî dawî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî hucreyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê hatin avakirin, bi tevlîbûna 5 hezar hêzên leşkerî dest bi operasyonê hatibû kirin.   Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim, derbarê rojev û pêşketinên li herêmê rû dan de axivî.ü   Muslîm, rojevên operasyona Holê, yekitiya neteweyî, rewşa herî dawî ya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, bandora rêveberiya nû ya DYA’yê ya li ser herêmê, tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandorên wên li ser Rojava û Rojhilata Navîn nirxnadin.   ‘EV OPERASYON WÊ DEWAM BIKIN’   Salih Muslim, pêvajoya avakirina Kampa Holê bi bîr xist û wiha axivî: “Kampa Holê di sala 2014’an de ji bo ku penaberên Iraqî lê bimînin hat avakirin. Lê dûre çeteyên DAIŞ’ê yên ji Baxozê reviyan li vê derê bi cih bûn. Ji 60 hezarî zêdetir kes li vê kampê dimînin. 30 hezar kes Iraqîne, 20 hezar Sûriyeyî ne û nêzî 10 hezar jin û zarokên biyanî li vê derê dimînin. Baxoz ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Piştî ku hinek wan sewqî kampê hatin kirin, hêdî hêdî bûyer derketin. DAIŞ’iyên li kampê, piştî demekê bi kesên din re pirsgirêk jiyan. Rewş êdî wan bû, li kampê mirov hatin kuştin. Ji sersala 2021’an ve 47 kes bi çekên bêdeng û aletên birînê hatin kuştin. Dîsa bûyerên revandinê dest pê kirin. Piraniya van revandinan bi destê MÎT’a Tirkiyeyê hatin kirin. Yên ji kampê tên revandin dibin Tirkiyeyê. Bi reya Kizilayê, Kizilxaçê û binyadên cuda ketina kampê çêbibû. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ji ber vê pêdivî bi operasyonekê dît û biryara operasyona 5 rojan dewam bike da. Di nava 5 rojan de 53 kes hatin binçavkirin û 5 ji wan jî amîrên DAIŞ’ê bûn. Di heman demê de gelek tunel hatin dîtin, gelek bilgîsayar, telefonên veşartî hatin deste ser kirin. Ev operasyonên ewelariyê wê heya dawiyê dewam bikin.”   DIVÊ HEMWELATIYÊN XWE BIGIRIN’   Muslim, bal kişand ser hemwelatiyên biyanî yên li kampê dimînin û ev bang li welatên biyanî kir: “Em ji bo jin û zarokên biyanî yên li kampê dimîni her tim bang dikin. Em tu carî bazara zarokên di kampê de nakin. Em nexwazin wan bixin amûrên polîtîkayê. Ji ber rewşeke miroviye em bang li hêzên navneteweyî dikin. Bila werin hemwelatiyên xwe bibin. Ji bo vê em tu zorî û zehmetiyan dernaxin. Em vê banga nû dikin. Piraniya zarokên li kampê dimînin nasnameyên wan tuneye. Ev pirsgirêkek navneteweyî ye. Divê her kes destê xwe bixe bin kevir.”   ‘LI ERÎNÊ DAGIRKERIYA TIRK HEYE’   Muslim, diyar kir ku li Efrînê dagirkeriya faşîzma Tirk heye û wiha got: “Ev rewş di heman demê de li Serêkaniyê û Girê Spî jî heye. Armanca Tirkiyeyê û çeteyên li wê derê, guhertina demokrafiyê ye. Gelên herêmê ji cih û waran wan kirin. Hinek kesên din li wir bicih kirine. Çeteyên ji Gûta Hama, herêmên din û Tirkiyeyê anîne, li wir bi cih kirine. Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kamp avakirin. Di van kampan de çeteyan bi rêxistin dikin û perwerde dikin. Van çeteyan dûre dişînin Libya û Azerbaycanê. Li kêleke Efrînê Kampa Şehbayê heye. 120 hezar penaberên ji Efrînê lê dijîn. Dixwazin vegerên ser cih û warê xwe Efrînê. Tirkiyeyê ev herêmê li hêzên navneteweyî girtine. Kes nikare bikeve van herêman. Şerekê taybetê li van herêmên ku Tirkiyeyê dagir kiriye tê bi rêve birin.”   YEKITIYA KURDAN WÊ FAYDEYÎ GELÊN DIN JÎ BIKE   Muslim, têkildarî avakirina yekitiya neteweyî jî ev nirxandin kir: “Bêguman hinek mijarên hîna li hev nayin kirin hene. Dîsa nêrînên siyasî yên cuda hene. Ji bo ku em dost û dijminan ji hev cuda bikin, em serê xwe pir diêşinin. Konseya Kurd heye. Di navbera Kurdan, Ereban û gelên din de hevpeymanek civakî heye. Divê ev hemû li ber çavan bên girtin. Di vî warî de wê hevdîtin dewam bikin. Di dibistanan de perwerdeya zimanê Kurdî tê dayîn. ENKS vê yekê îtîraz dike û li dijî vê derdikeve. Ger em li ser rêgezên bingehîn li hev bikin, wê ev ji bo gelê Kurd baş be. Li Rojava ger Kurd bi hev re tevbigerin, dê hem di warê rejîma Sûriyeyê de û hem jî beşên muxalif de destê me bi hêz bibe. Emê bi awayekê rehetir karibin mafên xwe bi dest bixin. Yekiti ji bo me, mijara hebûn û tunebûnê ye. Ji bo me yekitiya Kurdan pir girînge. Di warê avakirina yekitiya Kurdan de, pêwîstî bi koordînasyonekê heye. Yekitiya Kurdan wê faydeyê bide gelên din jî.”   ‘ÎRAN Û TIRKYE DIXWAZIN KUDAN TUNE BIKIN’   Ji bo hêzên biyanî yên li Sûriyeyê dimînin jî Salih Muslim, ev şirove kir: “Me yek hêzên li Sûriyeyê dimînin ne vexwendiye. Berjewendiyên wan ew anîne vê derê. Ger gelên Sûriyeyê bibin yek em dikarin wan ji axa Sûriyeyê derbixin. Lê Tirkiye ne di heman rewşê deye. Tirkiye bi awayekê aşkere şer dike û dixwaze herêmê dagir bike. Ev hêz dibêje ‘ezê Kurdan xelas bikim, rêveberiya Rojava ji holê rakim û demografiyê biguherînim. Îran û Tirkiye polîtîkayek wiha bi rêve dibin. Tirkiye bi awayekê zelal vê yekê dike. Di her qadê de dijminantiya Kurdan dike.”    DIVÊ REJÎM MEJIYÊ XWE BIGUHERÎNE   Muslim, da zanîn ku têkiliyên wan ên bi nûnertiyên DYA’yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dewam dikin û wiha bilêv kir: “Di pêvajoya pêş me de jî wê ev hevdîtinên me dewam bikin. Sûriye ji ber polîtîkayên şaş ket vê rewşê. Ger di berê de ji bo demokrasî û azadiyê şans bihatiba dayîn, ev rewş dernediket holê. Pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê, pirsgirêkek demokrastîke. Ji bo çareserkirina vê jî, pêdivî bi demokrasî, xweserî û rêveberiyên herêmî yên hêzan heye. Ger li Sûriyeyê pirsgirêkên heyî bi dawî bibin, emê jî vegerin awayê rêveberiya xwe ya berê. Di mejiya rejîmê de guhertinek cîdî tuneye. Lê ligel her tiştî jî em hewl didin guhertin çêbe. Ger azadî bê naskirin em hene. Her çiqasî bi rêya Rûsan hevdîtinên me hene jî, mejiyê rejîmê qet nehatiye guhertin. Em dixwazin êdî rejîm jî xwe biguherîne.”   ‘GEL GIRÎNGIYÊ DIDE FIKRÊN OCALAN’   Muslim, anî ziman ku Birêz Ocalan tu carî ji pirsgirêkên Sûriyeyê û pirsgirêka Kurd a li Rojava dûr ne sekiniye û wiha pê de çû: “Ew bi xwe 20 salan li vê derê ma. Gel jî baş nas dike. Hem ziman û hem jî paradîgmayê baş dizane. Li vê derê,  gelê Kurd, Erep û hemû gelên din, bi fikir û ramanên Birêz Ocalan ve girêdayîne. Di pratîkê de jî ev xuya dike. Ji ber vê divê nêrînên Birêz Ocalan ên derbarê Rojava de, şaş nayin fêm kirin. Ev der parçeyekê gelê Kurde. Divê ev rewş baş bê nirxandin. Rojava di serî de cih digire. Ji ber ku navenda şer li vê derê ye. Ger faşîzma Tirk, bi rastî jî li vê derê serkeftinê bi dest bixe, wê hemû Kurd ji vê zirarê bibînin. Çawan ku berxwedan û serkeftina li Kobanê bû malê çar parçeyên Kurdistanê, wê Rojava jî bibe qezenca hemû Kurdan. Ji ber ku Rojava di hedefa faşîzmê deye, bi taybetî Ocalan li ser radiweste.”    EV PIRSGIRÊK NAVNETEWEYÎ YE'   Muslim, dest nîşan kir ku Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Rojava, ji bo hemû Kurdistanê, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek mezine û wiha got: “Her kes di ferqa vê de ye. Ocalan di mijara pirsgirêka Kurd de, gelekê mirîbû ji nû ve zindî kir. Gel mirîbû, tune bibû, lê Birêz Ocalan destûr neda vê yekê. Ocalan Kurdê di devê gur de bû, rizger kir û heya roja îro anî. Rojava jî parçeyekê vê ye. Rewşa li vê derê derket holê û hemû qehremantiyên hatin kirin, encama vê bû. Encama teorî, fikir û ramnên Birêz Ocalan bû. Tirkiye jî herî zêde êrişî vê dike. Ji ber vê Ocalan tecrîd dike. Di hedefa Tirkiyeyê de, teoriya parçekirina bedenê heye. Lê berxwedana gelê li vê derê pir girînge. Gelê Kurd çiqasî xwedî derbikeve, wê ewqas baş be. Divê ne tenê şer, di heman demê de têkoşîna dîplomasî û polîtîk jî, bê birêve birin. Pergala Îmraliyê ne tenê, pergala Tirkiye ye. Tirkiye li wê derê erka gardiyantiyê dike. Hêzên din hene. Ev pirsgirêkek navneteweyî ye. Divê Kurd jî mîna gelên din li ber xwe bidin."   MA / Azîz Orûç