Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasayona li dijî DAIŞ’ê ya li Qempa Holê da dest pê kirin dewam dike. Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku divê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên li qempê dimînin, ji bo welatên wan bên şandin. 

 
Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ya ji bo paqijkirina Qempa Holê ji çeteyên DAIŞ'ê di roja duyemîn de dewam dike.
 
Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê operasyona bi rêve dibe de daxuyanî da û wiha got: “Ev operasyon di çarçoveya pêşbiniyê de, hatiye lidarxistin. Li qempê heya ku kontrol bê pêşxistin, ev operasyon wê dewam bike.”
 
5 HEZAR KES BEŞDAR BÛN
 
Di dewam daxuyaniyê de, ev agahî hat dayîn: “Hêzên me saet 04.00’ê sibeha 28’ê Adarê, bi awayekê berfireh dest bi operasyona bi navê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin. Ev operasyona hêzên me bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê hatiye destpêkirin. Bi giştî 5 hezar hêzên me yên ewlekariya beşdarî vê operasyonê bûne.
 
ARMANC: BELAVKIRINA DAÎŞ’Ê YE
 
Di dewama daxuyaniyê de, têkildarî armanca operasyonê wiha hat gotin: “Ji bo belavkirina hucreyên DAIŞ’ê yên li Qempa Holê hatine avakirin û paqijkirina çeteyan a ji kampê ye. Di operasyona me ya roja yekemîn de, çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de, çeteyê bi navê kod Ebû Seed El Îraqî tê naskirin û demek dirêj xebatên tevlîbûna mirovan ên DAIŞ’ê birêve bir jî, heye. 
 
OPERASYON WÊ DEWAM BIKE
 
Di vê operasyonê de, li qempê lêgerîn û jimartina nifûsê hatiye kirin. Piştî lêgerîn û jimartina nifûsê welatî cardin li taxên xwe yên qempê hatine bicihkirin. Ji bo ku operasyona me bi awayekê tendurist bê bi rêve birin, xizmetên mirovî bi tu awayî nehatine taloqkirin. Di vê çarçoveyê de wê operasyona me dewam bike.”
 
EBDÎ BANG KIR
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî, derbarê operasyona 2 rojin berdewam dike de, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da. Ebdî, di parvekirina xwe de, ev peyam da: “Hêzên me ji bo girtina sûcdarên DAIŞ’ê û parastina sivîlan, li Qempa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dane destpêkirin.
 
Em careke din bang li welatên biyanî dikin ku welatiyên xwe paşve bibin û ji bo başkirina rewşa li qempê û îstiqrarê, destekdayîna mirovî ji bo Qempa Holê zêdetir bikin.”
 
MEHMUD: LI QEMPÊ HIŞMENDIYA DAIŞÊ DEWAM DIKE
 
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û derbarê operasyonê de nirxandinên girîng kirin. Mehmûd, diyar kir ku qemp demek dirêje hatiye avakirin, malbatên DAIŞ’ê yên ji herêmên Baxoz û Hecînê hatin derxistin lê dijîn. Mehmûd, da zanîn ku hişmendiya DAIŞ’ê li qempê hîna jî dewam dike û di qempê de hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê hene. 
 
‘LI QEMPÊ 47 KES HATIN QETILKIRIN’
 
Nûrî Mehmûd, di dewama axaftina de, wiha got: “Di li nava qempê şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê hene. Li qempê piraniya wan zarok, sivîl dimînin. DAIŞ'î bandorê li zarokên li qempê dikin. Eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, dema bê metirsî heye ku kesên 'terorîst' bên afirandin. Em operasyonê li dijî yên ku li qempê karên 'terorê' dikin, dimeşînin. Li qempê mehkemeyê çêdikin. Ev jî metirsiyeke li ser şêniyên kampê. Fikaran çêdike ku ji vir 'teror' ber bi derve ve belav bibe. Di nava vê salê de 47 kes bi rê û rêbazên cuda (çek, kêr, hwd.) hatin qetilkirin. Ev operasyon li dijî kesên metirsîdar tê kirin. Di heman demê de ji bo qedandina bandora zîhniyeta DAIŞ'ê ya li ser civakê ye. Ya esasî, em dixwazin malbatên DAIŞ'î ji wê hişmendiyê rizgar bikin. Armanca me ev e û operasyon di vê çarçoveyê de tê kirin.
 
LI QEMPÊ TIRS HATIYE AVAKIRIN
 
Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qempê gelek kesên metirsîdar hene. Hêzên Ewlekariya Hundirî di vê çarçoveyê de dest bi operasyonekê kir. Hêzên QSD, YPG û YPJ'ê jî piştgiriya operasyonê dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn il nava kampê kar dikin. Dema ku rewşek biqewime ku pêwîstî bi destwerdana me çêbibe, hêzên me wê bibin alîkar.
 
Hêzên ewlekariyê heta astekê xwedî agahî ne. Hêzên me yên QSD, YPG û YPJ'ê jî bi heman rengî xwedî agahiyan e. Li gorî agahiyên gihîştin me, me cihê terorîstan tespît kirin. Heta ku ji destê me tê em ê hewl bidin sivîlan û zarokan ji van rizgar bikin. Em ê bikin ku ji bin bandora wan derkevin. Em ê hewl bidin di nava 15 rojan de vê operasyonê biqedînin.
 
BIYANÎ PIRIN
 
Qempa Holê girtîgehek nîne. Saziyên navneteweyî û çapemeniya cîhanê hemû serdana wê dikin. Qempa Holê di nava sîstema hiqûqê ya navneteweyî de ye. Ji ber ku piraniyan şêniyên qempê biyanî ne. Ji sedî 60 heta 80'î Sûriyeyî nîne, biyanî ne. Rewşa van di hiqûqa navneteweyî de ne diyar e û bi van kesan re hişmendiyek metirsîdar heye. Tedbîrên xurt ên ewlekariyê tên wergirtin. Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser, pêwîstiyên jiyanî ji bo şêniyên qenpê têne peydakirin. Ev yek ji bo Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariyê yên li ber qempê ne, barekî giran e.
 
HIQÛQA CÎNANÊ
 
Lê belê cîhan bi berpirsyariya xwe ranabe, ev bar li ser milê Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariyê û me ma. Mirovên li vê derê bi nexweşiyên psîkolojîk in, pêwîstiya wan bi perwerdeya civakî heye. Li gorî wan, yên ku ne ji nêrîna wan e divê bimirin. Ji bo ev metirsî ji holê bê rakirin, pêwîstî bi hêzeke mezin heye. Divê ev potansiyela xeteriyê û zîhniyeta wê ji holê bê rakirin. Ne wijdanî ye ku ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Xweser û hêzên QSD, YPG û YPJ'ê bê hiştin. Her wiha divê cîhan çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne. Cîhan pê zane ku ev qemp ji bo cîhanê metirsîdar e. Tevî ku sivîl in ev zîhniyeta wan dibe sedema metirsiyê. Bi heman rengî tedbîrên cidî wernegirtine. Yan jî berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ya jî hiqûqa cîhanê nehatiye bikaranîn.
 
DIVÊ PÊVAJOYA DARIZANDINÊ DEST PÊ BIKE
 
Pêvajoya DAIŞ'ê beriya demeke dirêj dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de terorîstên ji dehan welatên navneteweyî hatin girtin. Van ne tenê li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li tevahiya cîhanê sûc kirin. Ji bo ev kes di çarçoveya hiqûqê de bên darizandin welatên cîhanê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye hiştin. Bi vê wesîleyê em bang dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pêvajoya darizandina van kesan dest pê bike.”
 

Sernavên din

29/03/2021
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn