Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon 2021-03-29 13:41:16 NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasayona li dijî DAIŞ’ê ya li Qempa Holê da dest pê kirin dewam dike. Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku divê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên li qempê dimînin, ji bo welatên wan bên şandin.    Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ya ji bo paqijkirina Qempa Holê ji çeteyên DAIŞ'ê di roja duyemîn de dewam dike.   Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê operasyona bi rêve dibe de daxuyanî da û wiha got: “Ev operasyon di çarçoveya pêşbiniyê de, hatiye lidarxistin. Li qempê heya ku kontrol bê pêşxistin, ev operasyon wê dewam bike.”   5 HEZAR KES BEŞDAR BÛN   Di dewam daxuyaniyê de, ev agahî hat dayîn: “Hêzên me saet 04.00’ê sibeha 28’ê Adarê, bi awayekê berfireh dest bi operasyona bi navê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin. Ev operasyona hêzên me bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê hatiye destpêkirin. Bi giştî 5 hezar hêzên me yên ewlekariya beşdarî vê operasyonê bûne.   ARMANC: BELAVKIRINA DAÎŞ’Ê YE   Di dewama daxuyaniyê de, têkildarî armanca operasyonê wiha hat gotin: “Ji bo belavkirina hucreyên DAIŞ’ê yên li Qempa Holê hatine avakirin û paqijkirina çeteyan a ji kampê ye. Di operasyona me ya roja yekemîn de, çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de, çeteyê bi navê kod Ebû Seed El Îraqî tê naskirin û demek dirêj xebatên tevlîbûna mirovan ên DAIŞ’ê birêve bir jî, heye.    OPERASYON WÊ DEWAM BIKE   Di vê operasyonê de, li qempê lêgerîn û jimartina nifûsê hatiye kirin. Piştî lêgerîn û jimartina nifûsê welatî cardin li taxên xwe yên qempê hatine bicihkirin. Ji bo ku operasyona me bi awayekê tendurist bê bi rêve birin, xizmetên mirovî bi tu awayî nehatine taloqkirin. Di vê çarçoveyê de wê operasyona me dewam bike.”   EBDÎ BANG KIR   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî, derbarê operasyona 2 rojin berdewam dike de, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da. Ebdî, di parvekirina xwe de, ev peyam da: “Hêzên me ji bo girtina sûcdarên DAIŞ’ê û parastina sivîlan, li Qempa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dane destpêkirin.   Em careke din bang li welatên biyanî dikin ku welatiyên xwe paşve bibin û ji bo başkirina rewşa li qempê û îstiqrarê, destekdayîna mirovî ji bo Qempa Holê zêdetir bikin.”   MEHMUD: LI QEMPÊ HIŞMENDIYA DAIŞÊ DEWAM DIKE   Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û derbarê operasyonê de nirxandinên girîng kirin. Mehmûd, diyar kir ku qemp demek dirêje hatiye avakirin, malbatên DAIŞ’ê yên ji herêmên Baxoz û Hecînê hatin derxistin lê dijîn. Mehmûd, da zanîn ku hişmendiya DAIŞ’ê li qempê hîna jî dewam dike û di qempê de hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê hene.    ‘LI QEMPÊ 47 KES HATIN QETILKIRIN’   Nûrî Mehmûd, di dewama axaftina de, wiha got: “Di li nava qempê şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê hene. Li qempê piraniya wan zarok, sivîl dimînin. DAIŞ'î bandorê li zarokên li qempê dikin. Eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, dema bê metirsî heye ku kesên 'terorîst' bên afirandin. Em operasyonê li dijî yên ku li qempê karên 'terorê' dikin, dimeşînin. Li qempê mehkemeyê çêdikin. Ev jî metirsiyeke li ser şêniyên kampê. Fikaran çêdike ku ji vir 'teror' ber bi derve ve belav bibe. Di nava vê salê de 47 kes bi rê û rêbazên cuda (çek, kêr, hwd.) hatin qetilkirin. Ev operasyon li dijî kesên metirsîdar tê kirin. Di heman demê de ji bo qedandina bandora zîhniyeta DAIŞ'ê ya li ser civakê ye. Ya esasî, em dixwazin malbatên DAIŞ'î ji wê hişmendiyê rizgar bikin. Armanca me ev e û operasyon di vê çarçoveyê de tê kirin.   LI QEMPÊ TIRS HATIYE AVAKIRIN   Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qempê gelek kesên metirsîdar hene. Hêzên Ewlekariya Hundirî di vê çarçoveyê de dest bi operasyonekê kir. Hêzên QSD, YPG û YPJ'ê jî piştgiriya operasyonê dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn il nava kampê kar dikin. Dema ku rewşek biqewime ku pêwîstî bi destwerdana me çêbibe, hêzên me wê bibin alîkar.   Hêzên ewlekariyê heta astekê xwedî agahî ne. Hêzên me yên QSD, YPG û YPJ'ê jî bi heman rengî xwedî agahiyan e. Li gorî agahiyên gihîştin me, me cihê terorîstan tespît kirin. Heta ku ji destê me tê em ê hewl bidin sivîlan û zarokan ji van rizgar bikin. Em ê bikin ku ji bin bandora wan derkevin. Em ê hewl bidin di nava 15 rojan de vê operasyonê biqedînin.   BIYANÎ PIRIN   Qempa Holê girtîgehek nîne. Saziyên navneteweyî û çapemeniya cîhanê hemû serdana wê dikin. Qempa Holê di nava sîstema hiqûqê ya navneteweyî de ye. Ji ber ku piraniyan şêniyên qempê biyanî ne. Ji sedî 60 heta 80'î Sûriyeyî nîne, biyanî ne. Rewşa van di hiqûqa navneteweyî de ne diyar e û bi van kesan re hişmendiyek metirsîdar heye. Tedbîrên xurt ên ewlekariyê tên wergirtin. Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser, pêwîstiyên jiyanî ji bo şêniyên qenpê têne peydakirin. Ev yek ji bo Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariyê yên li ber qempê ne, barekî giran e.   HIQÛQA CÎNANÊ   Lê belê cîhan bi berpirsyariya xwe ranabe, ev bar li ser milê Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariyê û me ma. Mirovên li vê derê bi nexweşiyên psîkolojîk in, pêwîstiya wan bi perwerdeya civakî heye. Li gorî wan, yên ku ne ji nêrîna wan e divê bimirin. Ji bo ev metirsî ji holê bê rakirin, pêwîstî bi hêzeke mezin heye. Divê ev potansiyela xeteriyê û zîhniyeta wê ji holê bê rakirin. Ne wijdanî ye ku ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Xweser û hêzên QSD, YPG û YPJ'ê bê hiştin. Her wiha divê cîhan çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne. Cîhan pê zane ku ev qemp ji bo cîhanê metirsîdar e. Tevî ku sivîl in ev zîhniyeta wan dibe sedema metirsiyê. Bi heman rengî tedbîrên cidî wernegirtine. Yan jî berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ya jî hiqûqa cîhanê nehatiye bikaranîn.   DIVÊ PÊVAJOYA DARIZANDINÊ DEST PÊ BIKE   Pêvajoya DAIŞ'ê beriya demeke dirêj dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de terorîstên ji dehan welatên navneteweyî hatin girtin. Van ne tenê li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li tevahiya cîhanê sûc kirin. Ji bo ev kes di çarçoveya hiqûqê de bên darizandin welatên cîhanê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye hiştin. Bi vê wesîleyê em bang dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pêvajoya darizandina van kesan dest pê bike.”