Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...

img

ÎZMÎR - Mamoste Ebrû Dînçel ku bi "Sûltan Nevrûz"ê mezin bûye, anî ziman ku cara ewil di sala 2010'an de tevli pîrozbahiya Newroza kurdan bûye û ew coş hîn jî li ser wê ye. Turkmenên elewi "Sultan Nevrûz"ê di 22'yê Adarê de pîroz dikin. 

Tirkmenên elewî ku li Taxa Naldoken a navçeya Bornova ya Îzmîrê dimînin, her sal di 22'yê Adarê de "Sûltan Nevrûz"ê pîroz dikin. Welatî kincên xwe yên herêmî li xwe dikin û li Goristana Naldokenê li ser gorên xizmên xwe tên cem hev du û sifreya xwe hazir dikin. Mamoste Ebrû Dînçel ku bi vê çandê mezin bûye, anî ziman ku cara ewil di sala 2010'an de bûye şahidê pîrozbahiya Newroza kurdan. Dînçel ku b KHK'ê hatiye îxrackirin behsa Newrozê kir. 
 
LI GORISTANÊ PÎROZ DIKIN
 
Dînçel, ji bo amadekariyên pîrozbahiyê ev tişt gotin: "Jin ji êvarî de xwe dixemilînin. Radihêlin selikên xwe, diçin cînaran û hêkên boyaxkirî berhev dikin. Piştî nîvro jî tevî xwarinên ku hazir dikin dibin goristanê. Goristan jî rojek beriya pîrozbahiyê tê paqijkirin û tê xemilandin. Eynî wekî cejnekê. Li goristanê sifre tên hazirkirin û xwarin tê xwarin. Ji ber ku pîrozbahiyek e, zarokên bi vê edetê mezin dibin, ji miriyan natirsin." 
 
Dînçel, bilêv kir ku piştî ku bûye mamoste bûye endamê Egîtîm-Senê û bi saya xebatên sendîkayî têkoşîna di warê sosyalîzm, feminîzmê û gelê kurd de nas kiriye. Dînçel behsa Newrozê kir û got. "Berî ku ez bibim sosyalîst nayê bîra min bê fikra min a derbarê pîrozbahiyên Newrozê yan jî gelê kurd de çi bû. Min di televîzyonê de pîrozbahiya Newroza kurdan temaşe dikir. Min di nûçeyan de didît ku mudaxileyî pîrozbahiyê tê kirin û mirov tên binçavkirin û tên kuştin. Ez cara ewil di sala 2010'an de tevli pîrozbahiya Newrozê bûm. Wê salê nehiştibûn li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin, li qada Hîpodrom a Bûcayê hatibû pîrozkirin. Hîpodrom nehatibû sererastkirin, herî bû. Gelê kurd li deverek dûrî bajêr bi coşeke mezin pîroz dikir. Wê rojê hîn bûm ku çîrokeke berxwedanê ya Newrozê jî heye. Ew bawerî, ew berxwedan hîn jî bandorê li min dike. Di sala 2018'an de ez bûbûm pêşkeşvana pîrozbahiyê. Li qadê li gel gelê kurd, gelek derdorên din jî hebûn. Ew dîmena ku li ser dikê bûm şahidê wê, baweriya min a ji bo têkoşînê xurtir kir. Hîsek werê li mirov peyda dikirin, kes nikare gelê kurd têk bişikîne. Kes nikare daxwaza ji bo aştî û demokrasiyê asteng bike. Ez her sal bi vê bîr û baweriyê diçim Newrozê." 
 
Ê GEL LI NEWROZÊ BIN 
 
Dînçel, destnîşan kir ku tevî kurdan hemû gel li dijî Dehaqan têdikoşin û bal kişand ser betalkirina parlementeriya Gergerlîoglû û îdianameya derbarê HDP'ê de û got: HDP, partiyeke ku vîna bi milyonan kesî ye. Her kes bi aqilê dewletê dizane, lê ew bi ya xwe dike. Berê jî gelek caran partî girtin, lê dîsa jî bi milyonan kes xwedî li siyaseta xwe derket. Îro jî bawer dikim ku dê gel bi heman bîr û baweriyê xwedî lê derkeve. Em ê bi vê bîr û baweriyê û bi vê coşê dakevin qadên Newrozê. Ê ji her derdorê mirov li qada Newrozê bin û govendê bigerînin." 
 
DEHAQ LI HER DERÎ NE 
 
Dînçel ku di heman demê de Endama Jin Bi Hev Re Bihêz in a Îzmîrê ye jî anî ziman ku îsal dê bi dowîzên ku amade kirine tevli pîrozbahiya Newrozê bibin û got: "Çawa ku me di 8'ê Adarê de agirê serhildanê vêxist em ê di bi agirê newrozê jî gur bikin. Ji lew re em tim li dijî dehqan têdikoşin. Dehqaên çav berdana jiyana me û mafên me li malê, li kar, li uçeyê, li her derî ne... Em ê li dijî Dehaqan ji bo azadî û demokrasiyê li qada Newrozê bin." 
 
MA / Sevda Aydın 
 

Sernavên din

20/03/2021
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket