Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan... 2021-03-20 09:03:53 ÎZMÎR - Mamoste Ebrû Dînçel ku bi "Sûltan Nevrûz"ê mezin bûye, anî ziman ku cara ewil di sala 2010'an de tevli pîrozbahiya Newroza kurdan bûye û ew coş hîn jî li ser wê ye. Turkmenên elewi "Sultan Nevrûz"ê di 22'yê Adarê de pîroz dikin.  Tirkmenên elewî ku li Taxa Naldoken a navçeya Bornova ya Îzmîrê dimînin, her sal di 22'yê Adarê de "Sûltan Nevrûz"ê pîroz dikin. Welatî kincên xwe yên herêmî li xwe dikin û li Goristana Naldokenê li ser gorên xizmên xwe tên cem hev du û sifreya xwe hazir dikin. Mamoste Ebrû Dînçel ku bi vê çandê mezin bûye, anî ziman ku cara ewil di sala 2010'an de bûye şahidê pîrozbahiya Newroza kurdan. Dînçel ku b KHK'ê hatiye îxrackirin behsa Newrozê kir.    LI GORISTANÊ PÎROZ DIKIN   Dînçel, ji bo amadekariyên pîrozbahiyê ev tişt gotin: "Jin ji êvarî de xwe dixemilînin. Radihêlin selikên xwe, diçin cînaran û hêkên boyaxkirî berhev dikin. Piştî nîvro jî tevî xwarinên ku hazir dikin dibin goristanê. Goristan jî rojek beriya pîrozbahiyê tê paqijkirin û tê xemilandin. Eynî wekî cejnekê. Li goristanê sifre tên hazirkirin û xwarin tê xwarin. Ji ber ku pîrozbahiyek e, zarokên bi vê edetê mezin dibin, ji miriyan natirsin."    Dînçel, bilêv kir ku piştî ku bûye mamoste bûye endamê Egîtîm-Senê û bi saya xebatên sendîkayî têkoşîna di warê sosyalîzm, feminîzmê û gelê kurd de nas kiriye. Dînçel behsa Newrozê kir û got. "Berî ku ez bibim sosyalîst nayê bîra min bê fikra min a derbarê pîrozbahiyên Newrozê yan jî gelê kurd de çi bû. Min di televîzyonê de pîrozbahiya Newroza kurdan temaşe dikir. Min di nûçeyan de didît ku mudaxileyî pîrozbahiyê tê kirin û mirov tên binçavkirin û tên kuştin. Ez cara ewil di sala 2010'an de tevli pîrozbahiya Newrozê bûm. Wê salê nehiştibûn li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin, li qada Hîpodrom a Bûcayê hatibû pîrozkirin. Hîpodrom nehatibû sererastkirin, herî bû. Gelê kurd li deverek dûrî bajêr bi coşeke mezin pîroz dikir. Wê rojê hîn bûm ku çîrokeke berxwedanê ya Newrozê jî heye. Ew bawerî, ew berxwedan hîn jî bandorê li min dike. Di sala 2018'an de ez bûbûm pêşkeşvana pîrozbahiyê. Li qadê li gel gelê kurd, gelek derdorên din jî hebûn. Ew dîmena ku li ser dikê bûm şahidê wê, baweriya min a ji bo têkoşînê xurtir kir. Hîsek werê li mirov peyda dikirin, kes nikare gelê kurd têk bişikîne. Kes nikare daxwaza ji bo aştî û demokrasiyê asteng bike. Ez her sal bi vê bîr û baweriyê diçim Newrozê."    Ê GEL LI NEWROZÊ BIN    Dînçel, destnîşan kir ku tevî kurdan hemû gel li dijî Dehaqan têdikoşin û bal kişand ser betalkirina parlementeriya Gergerlîoglû û îdianameya derbarê HDP'ê de û got: HDP, partiyeke ku vîna bi milyonan kesî ye. Her kes bi aqilê dewletê dizane, lê ew bi ya xwe dike. Berê jî gelek caran partî girtin, lê dîsa jî bi milyonan kes xwedî li siyaseta xwe derket. Îro jî bawer dikim ku dê gel bi heman bîr û baweriyê xwedî lê derkeve. Em ê bi vê bîr û baweriyê û bi vê coşê dakevin qadên Newrozê. Ê ji her derdorê mirov li qada Newrozê bin û govendê bigerînin."    DEHAQ LI HER DERÎ NE    Dînçel ku di heman demê de Endama Jin Bi Hev Re Bihêz in a Îzmîrê ye jî anî ziman ku îsal dê bi dowîzên ku amade kirine tevli pîrozbahiya Newrozê bibin û got: "Çawa ku me di 8'ê Adarê de agirê serhildanê vêxist em ê di bi agirê newrozê jî gur bikin. Ji lew re em tim li dijî dehqan têdikoşin. Dehqaên çav berdana jiyana me û mafên me li malê, li kar, li uçeyê, li her derî ne... Em ê li dijî Dehaqan ji bo azadî û demokrasiyê li qada Newrozê bin."    MA / Sevda Aydın