MÊRDÎN – Li navçeya Artûklûyê ciwanan agir vêxist û Newrozê pîroz kir.
Li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê komek ciwan agir vêxistin û Newrozê pîroz kirin. Ciwanên ku fîşekên hewayî jî teqandin li dor agirê Newrozê govend gerandin û dirûşmeya "Newroz pîroz be" berz kirin.