Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir 2021-03-18 22:26:07   MÊRDÎN – Li navçeya Artûklûyê ciwanan agir vêxist û Newrozê pîroz kir.    Li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê komek ciwan agir vêxistin û Newrozê pîroz kirin. Ciwanên ku fîşekên hewayî jî teqandin li dor agirê Newrozê govend gerandin û dirûşmeya "Newroz pîroz be" berz kirin.