Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye kanalên ava Firatê yên diherikin ser Sûriyeyê girtin. Ji ber vê yekê ava Firatê heta asteke mezin kêm bû û ev bandorkeke neynî li kehrebê, qada çandiyê û sewalkariyê dike. Têkildarî mijarê parêzer Bedirxan Etê, diyar kir ku Tirkiye aloziya Sûriyê, rageşiyên navneteweyî yên li Sûriyê bi kar tîne da ku planên xwe pêk bîne.

Tirkiye di 27`ê Kanûna 2020`an de rêjeya herikina ava çemê Firatê ya derbasî Sûriyê dibe kêm kir. Ji 27'ê Kanûna 2020'an de ava çem kêm kiriye. Bi taybet piştî ku bendav li ser çem ava kir, rêjeya herikîna avê pir kêm kirin. Di encama vê yekê asta ava çem li Sûriyê gelekî kêm bûye. Bendava Atatûrk duyemîn mezintirîn bendav li Rohilata Navîn e û rêjeyeke mezin a avê digire. Ev yek bandoreke neyinî li para Sûriyê ji ava çemê Firatê dike, ku gelekî kêm bûye.  Ji ber vê yekê jî hişyariya xeteriyê dide. Di 17`ê Tîrmeha 1987`an de hikumeta Şamê bi Tirkiye re peymanek mohr kiribû. Li gorî peymanê Tirkiye bi awayekî demkî li ber sînorê Sûriyê-Tirkiyê di saniyê de zêdetirî 500 metrekab av berde û ev yek heta ku peymanek der barê belavkirina dawî ya ji ava Firatê re ya di navbera Tirkiye, Sûriyê û Iraqê de were mohrkirin, dê berdewam bike.
 
Tirkiye peymana ku hatiye mohrkirin bin pê kir û rêjeya avê ya para Sûriyê di saniyê de kir kêmî 200 metrekab. Lê di sala 2017`an de di saniyekê de 100 metrekab dihat berdan. Li gorî peymana ku di 17`ê Nîsana 1989`an de bi Iraqê re hate îmzekirin diviyabû para Iraqê ji ava Firatê derdora ji sedî 58 û para Sûriyê jî ji sedî 42 bûye. Bi vê yekê para Sûriyê ji ava Firatê 6,627 milyar metrekab, para Iraqê jî 9,106 milyar metrekab, para Tirkiye jî 15, 700 metrekab bûye.
 
Di dawiya meha Sibata îsal de ava Firatê heta asteke mezin kêm bû. Di encamê de li herêmê saetên qutkirina kehrebê kêm bûn, vê yekê hişt ku çirav çêbibin. Li Sûriyê nexasim li herêma Firatê, bajarên Reqayê û Dêrazorê jêderke sereke ya jiyanê ye û avê dide duyemên bajarekê mezin ê li welat ku ew jî Heleb e.
 
Çemê Firatê avê dide 3 bendavên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; bendava Tişrînê, bendava Firatê ku li Sûriyê mezintirîn bendav e û nêzî herêma Tebqayê û goleke 14 milyar metrekab ji avê dikevê ye û bendava El-Huriyê ya nêzî bajarê Reqayê.
 
Têkildarî mijarê çavdêrên bendava Tişrînê ku li ser ava Firatê ya başûrê rojhilatê bajarê Minbicê diyar kir ku her turbînek di çirkiyekê de pêwîstiya wê bi daneya avê bi rêjeya 300 metrekab heye ku derdora 150 MWh kehrebê bide, lê di halê hazir de tenê 70 MWh dide. Ava Firatê derdora 400 hezar hektar ji erdên çandiyê yên genim û bostanên darên meyweyan ên li derdora keviya ava Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê av dide.
 
Li gorî cotkarên li keviya avê dimînin ger TSK qutkirina ava Firatê berdewam bike dê bandorê li hilberînên herêmê bike ku pê debara jiyanê tê kirin, di heman demê de zebze û meywe jî dê li bazaran nemînin. Ji beriya du serdeman ve ava Firatê ew qasî kêm nebûye û ev yek bandorê li hebûna masiyan dike ku bi sedan masîgirên ji gundan ên ku çi bi rêyeke yasayî be yan jî neyasayî be masiyan digirin azara kêmbûna wan dikişînin ji ber ku piştî 2 km ji firehiya ava Firatê kêm bû masî kêm bûn.
 
Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2`yê vê mehê de bi daxuyaniyek ragihand ku di 2021/2/27 de rêjeya ava bendava Tişrînê gihaştiye 70/320 metrekab û rêjeya ava Firatê di heman dîrokê de gihaşt 70/301 metrekab, ji van rêjeyan diyar dibe ku av li nêvî ketiye.
 
Rêveberiyê di daxuayniya xwe de îşaret bi bandorên neynî yên ji ber kêmkirina avê kir û wê bi xeterereyê wesif kir, di heman demê de gefan li jîngehê dixwe û rêjeya lewitandinê zêdetir dike, ev yek jî bandorê rasterast li niştecihan dike û dihêle nexweşî belav bibin, li aliyekî din derdora 9 milyon kesên li keviya avê ava xwe ya vexwarinê ji wir digire, saetên dana kehrebê dê ne zêdetirî 6 saetan be û ger rêjeya avê ji wiha kêmtir bibe dê birnameyekî nû derkeve holê ku gol nemiçiqe.
 
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DERQANÛNÎ YE?
 
Têkildarî mijarê parêzer Bedirxan Etê ji nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dîcle Ahmed re axivî. Ete diyar kir ku mafê her dewletekê heye ku sûdê ji çemên ku tê re derbas dibe, bigirin, ev jî li gorî qanûnan û li gorî pîvanên naveteweyî ye û bi wekhevî pêk tê, di heman demê de ji aliyê parvekirina avê jî rêgezên qanûnên navneteweyî jî li ser wan pêk tên, lê mixabin hin dewletên ku jê av diherike destwerdanê dike û desthilata xwe li ser ferz dike ku ev jî qanûn û pîvanên di navbera dewletan de yên têkildarî wan ava bin pê dike.
 
Bedirxan Etê ev yek li gotina xwe zêde kir:"Der barê kiryarên dewleta Tirk de bêdengiyeke navneteweyî cîhanî heye, NY`yê, Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên neteweyî û dewletên mezin ku dikarin li hemberî dewletên êrişkar bisekinin, ji ber berjewendiyên xwe yên neteweyî û kesayetî çavên xwe li kiryarên dewletên desthilat û yên ku qanûnên navneteweyî bin pê dikin an jî dewletên ku li ser hesabên dewleteke din destwerdana avê dikin, digirin."
 
Parêzer di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: "Dewletên mezin ên xwediyê Veto têkildarî kiryarên dewleta Tirk ên kêmkirina ava Firatê bê deng in, tevî ku dikarin tev bigerin û zextê li ser rêxistinên hiqûqnas ên cîhanê û navneteweyî bikin ku zextê li dewleta Tirk bikin, ji ber ku hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê kiriye."
 
DEWLETA TIRK JI BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ Û ALOZIYA SÛRIYÊ SÛDÊ DIGIRE'
 
Parêzer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi avakirina bendavên mezin, hewizan û lîstina bi herîka avê, hişt ku ava Firatê kêmî nêvî bibe, bêyî ku şêwira dewletên ku çem têre derbas bibe mîna Sûriyê, Iraq, aliyên naveneteweyî û cîhanê bike, di heman demê de bendên peymanên ku bi hikumetên Şam û Iraqê re îmze kirine, bin pê dike.
 
Etê got hikumeta Şamê di sala 1994`an de peymana bi dewleta Tirk re li NY`yê tomar kir, da ku parastina para Sûriyê û Iraqê ya ji ava Firatê bike, lê mixabin NY`yê çavên xwe li ser zêdegaviyên dewleta Tirk digire."
 
Bedirxan Etê diyar kir ku dewleta Tirk ji bêdengiya navneteweyî, aloziya Sûriyê û rageşiya navneteweyî ya li Sûriyê sûdê digire, da ku siyasetên xwe yên qutkirina avê pêk bîne û erda Sûriyê jî dagir bike û got:"Dewleta Tirk baş dizane ku Sûriyê û Iraqê niha nikarin li dijî wê rabin."
 
Di dawiyê de parêzer Bedirxan Etê bang li civaka navneteweyî, dewletên herêmê û navneteweyî, Sûriyê û Iraqê kir  û got:" Têkildarî siyaseta hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî qanûnê navneteweyî, berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, ji ber ku ev siyaset bandoreke neynî ne tenê li mirovahiyê dike di heman demê de li xweza, sewal, jîngeh û binsaziyê jî dike.
 

Sernavên din

16/03/2021
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan