Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne 2021-03-15 12:39:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye kanalên ava Firatê yên diherikin ser Sûriyeyê girtin. Ji ber vê yekê ava Firatê heta asteke mezin kêm bû û ev bandorkeke neynî li kehrebê, qada çandiyê û sewalkariyê dike. Têkildarî mijarê parêzer Bedirxan Etê, diyar kir ku Tirkiye aloziya Sûriyê, rageşiyên navneteweyî yên li Sûriyê bi kar tîne da ku planên xwe pêk bîne. Tirkiye di 27`ê Kanûna 2020`an de rêjeya herikina ava çemê Firatê ya derbasî Sûriyê dibe kêm kir. Ji 27'ê Kanûna 2020'an de ava çem kêm kiriye. Bi taybet piştî ku bendav li ser çem ava kir, rêjeya herikîna avê pir kêm kirin. Di encama vê yekê asta ava çem li Sûriyê gelekî kêm bûye. Bendava Atatûrk duyemîn mezintirîn bendav li Rohilata Navîn e û rêjeyeke mezin a avê digire. Ev yek bandoreke neyinî li para Sûriyê ji ava çemê Firatê dike, ku gelekî kêm bûye.  Ji ber vê yekê jî hişyariya xeteriyê dide. Di 17`ê Tîrmeha 1987`an de hikumeta Şamê bi Tirkiye re peymanek mohr kiribû. Li gorî peymanê Tirkiye bi awayekî demkî li ber sînorê Sûriyê-Tirkiyê di saniyê de zêdetirî 500 metrekab av berde û ev yek heta ku peymanek der barê belavkirina dawî ya ji ava Firatê re ya di navbera Tirkiye, Sûriyê û Iraqê de were mohrkirin, dê berdewam bike.   Tirkiye peymana ku hatiye mohrkirin bin pê kir û rêjeya avê ya para Sûriyê di saniyê de kir kêmî 200 metrekab. Lê di sala 2017`an de di saniyekê de 100 metrekab dihat berdan. Li gorî peymana ku di 17`ê Nîsana 1989`an de bi Iraqê re hate îmzekirin diviyabû para Iraqê ji ava Firatê derdora ji sedî 58 û para Sûriyê jî ji sedî 42 bûye. Bi vê yekê para Sûriyê ji ava Firatê 6,627 milyar metrekab, para Iraqê jî 9,106 milyar metrekab, para Tirkiye jî 15, 700 metrekab bûye.   Di dawiya meha Sibata îsal de ava Firatê heta asteke mezin kêm bû. Di encamê de li herêmê saetên qutkirina kehrebê kêm bûn, vê yekê hişt ku çirav çêbibin. Li Sûriyê nexasim li herêma Firatê, bajarên Reqayê û Dêrazorê jêderke sereke ya jiyanê ye û avê dide duyemên bajarekê mezin ê li welat ku ew jî Heleb e.   Çemê Firatê avê dide 3 bendavên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; bendava Tişrînê, bendava Firatê ku li Sûriyê mezintirîn bendav e û nêzî herêma Tebqayê û goleke 14 milyar metrekab ji avê dikevê ye û bendava El-Huriyê ya nêzî bajarê Reqayê.   Têkildarî mijarê çavdêrên bendava Tişrînê ku li ser ava Firatê ya başûrê rojhilatê bajarê Minbicê diyar kir ku her turbînek di çirkiyekê de pêwîstiya wê bi daneya avê bi rêjeya 300 metrekab heye ku derdora 150 MWh kehrebê bide, lê di halê hazir de tenê 70 MWh dide. Ava Firatê derdora 400 hezar hektar ji erdên çandiyê yên genim û bostanên darên meyweyan ên li derdora keviya ava Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê av dide.   Li gorî cotkarên li keviya avê dimînin ger TSK qutkirina ava Firatê berdewam bike dê bandorê li hilberînên herêmê bike ku pê debara jiyanê tê kirin, di heman demê de zebze û meywe jî dê li bazaran nemînin. Ji beriya du serdeman ve ava Firatê ew qasî kêm nebûye û ev yek bandorê li hebûna masiyan dike ku bi sedan masîgirên ji gundan ên ku çi bi rêyeke yasayî be yan jî neyasayî be masiyan digirin azara kêmbûna wan dikişînin ji ber ku piştî 2 km ji firehiya ava Firatê kêm bû masî kêm bûn.   Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2`yê vê mehê de bi daxuyaniyek ragihand ku di 2021/2/27 de rêjeya ava bendava Tişrînê gihaştiye 70/320 metrekab û rêjeya ava Firatê di heman dîrokê de gihaşt 70/301 metrekab, ji van rêjeyan diyar dibe ku av li nêvî ketiye.   Rêveberiyê di daxuayniya xwe de îşaret bi bandorên neynî yên ji ber kêmkirina avê kir û wê bi xeterereyê wesif kir, di heman demê de gefan li jîngehê dixwe û rêjeya lewitandinê zêdetir dike, ev yek jî bandorê rasterast li niştecihan dike û dihêle nexweşî belav bibin, li aliyekî din derdora 9 milyon kesên li keviya avê ava xwe ya vexwarinê ji wir digire, saetên dana kehrebê dê ne zêdetirî 6 saetan be û ger rêjeya avê ji wiha kêmtir bibe dê birnameyekî nû derkeve holê ku gol nemiçiqe.   BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DERQANÛNÎ YE?   Têkildarî mijarê parêzer Bedirxan Etê ji nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dîcle Ahmed re axivî. Ete diyar kir ku mafê her dewletekê heye ku sûdê ji çemên ku tê re derbas dibe, bigirin, ev jî li gorî qanûnan û li gorî pîvanên naveteweyî ye û bi wekhevî pêk tê, di heman demê de ji aliyê parvekirina avê jî rêgezên qanûnên navneteweyî jî li ser wan pêk tên, lê mixabin hin dewletên ku jê av diherike destwerdanê dike û desthilata xwe li ser ferz dike ku ev jî qanûn û pîvanên di navbera dewletan de yên têkildarî wan ava bin pê dike.   Bedirxan Etê ev yek li gotina xwe zêde kir:"Der barê kiryarên dewleta Tirk de bêdengiyeke navneteweyî cîhanî heye, NY`yê, Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên neteweyî û dewletên mezin ku dikarin li hemberî dewletên êrişkar bisekinin, ji ber berjewendiyên xwe yên neteweyî û kesayetî çavên xwe li kiryarên dewletên desthilat û yên ku qanûnên navneteweyî bin pê dikin an jî dewletên ku li ser hesabên dewleteke din destwerdana avê dikin, digirin."   Parêzer di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: "Dewletên mezin ên xwediyê Veto têkildarî kiryarên dewleta Tirk ên kêmkirina ava Firatê bê deng in, tevî ku dikarin tev bigerin û zextê li ser rêxistinên hiqûqnas ên cîhanê û navneteweyî bikin ku zextê li dewleta Tirk bikin, ji ber ku hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê kiriye."   DEWLETA TIRK JI BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ Û ALOZIYA SÛRIYÊ SÛDÊ DIGIRE'   Parêzer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi avakirina bendavên mezin, hewizan û lîstina bi herîka avê, hişt ku ava Firatê kêmî nêvî bibe, bêyî ku şêwira dewletên ku çem têre derbas bibe mîna Sûriyê, Iraq, aliyên naveneteweyî û cîhanê bike, di heman demê de bendên peymanên ku bi hikumetên Şam û Iraqê re îmze kirine, bin pê dike.   Etê got hikumeta Şamê di sala 1994`an de peymana bi dewleta Tirk re li NY`yê tomar kir, da ku parastina para Sûriyê û Iraqê ya ji ava Firatê bike, lê mixabin NY`yê çavên xwe li ser zêdegaviyên dewleta Tirk digire."   Bedirxan Etê diyar kir ku dewleta Tirk ji bêdengiya navneteweyî, aloziya Sûriyê û rageşiya navneteweyî ya li Sûriyê sûdê digire, da ku siyasetên xwe yên qutkirina avê pêk bîne û erda Sûriyê jî dagir bike û got:"Dewleta Tirk baş dizane ku Sûriyê û Iraqê niha nikarin li dijî wê rabin."   Di dawiyê de parêzer Bedirxan Etê bang li civaka navneteweyî, dewletên herêmê û navneteweyî, Sûriyê û Iraqê kir  û got:" Têkildarî siyaseta hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî qanûnê navneteweyî, berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, ji ber ku ev siyaset bandoreke neynî ne tenê li mirovahiyê dike di heman demê de li xweza, sewal, jîngeh û binsaziyê jî dike.