Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan

img

MÊRDÎN – Berî 5 salan li Nisêbînê, qedexeya derketina derve hat îlandin û şerên dijwar li bajêr rû dan. Di qedexeyê de, kesên ji bajêr hatin derxistin girtin û cezayên herî giran li wan birîn. Parêzer Rengîn Ergul, ji bo pêvajoya darizandinê ev nirxandin kir; “Di serdema buhranê de heysiyet nîşanî me dan. Girtiyan têkoşîna heysiyetê dan û di encama vê de hatin cezakirin.”

 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di 14’ê Adara 2016’an de, qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî qedexeyê li bajêr şerên dijwar rû dan. Di 26’ê Gulanê de, Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS), ragihand ku wê ji “Nisêbînê paşve vekişin.” Dûre 17 jê zarok herî kêm 70 kes ên di bajêr de mabûn, ji bajêr hatin derxistin. Ev kesên ji bajêr hatin derxistin, bi rojan îşkence li wan hat kirin û piştre derxistin dadgehan û hatin girtin. Derbarê girtiyan de du dosyayên cuda amadekirin û bi îdîayên cur be cur ev kes hatin darizandin. Hin kesên di çarçoveya dozê de hatin berdan jî, dûre bi îdîa û sûcdariyên cuda doz derbarê wan de hatin vekirin. Girtiyên parastina xwe kirin, tiştên li bajêr rû dan û sedema xwe ya mayîna di bajêr de jî yek bi yek vegotin. Girtiyan di heman demê de îşkenceyên dibin çavan de li wan hatibû kirin jî vegotin. Herî dawî, di encama sekin û helwesta girtiyan nîşan dan de, dosyeya darizandin, di 25’ê Sibata 2019’an de, ji hev hat cudakirin. 
 
Ligel ku dosyeya girtiyan ji hev hat cudakirin jî, di dadgehan de helwesta xwe ne guhertin û bi hinceta berzkirina dirûşemeyan, li pêş çavên şandeya dadgehê gelek caran li wan hat xistin û derp kirin. Di dosyayê de, di darizandina 70 kesan de, ji bo 67 kesan cezayê muebeta giran hat dayîn û hemû serlêdan û îtîrazên girtiyan bê encam man. 
 
PARASTINÊN GIRTIYAN
 
Di danişînên hatin dîtin de, girtiyan Modela Xweseriya Demokratîk parastin û her tim gotin tu hêviyên wan ji dadgehan tuneye û wiha got: “Azadiya me, bi azadiya gelê Kurd û hemû beşên civakê ve girêdayî ye. Ji ber vê em tu carî li du berjewendiyên xwe yên takekesî nakevin. Xweseriya Demokratîk projeyeke aştiyê ye û ewlkariya aştiyê ye. Wê di pêvajoya Xweseriya Demokratîk de, hemû tirsên dewletê yên weke dabeşî û parçekirinê bi dawî bibin. Xweseriya Demokratîk civakê ji hev cuda nake, berevajî wan li gel hev digire. Ev ji bo çareseriyê modela herî pêşîne.” Girtiyan li dijî darizandin û cezakirina dadgehan jî, ev helwest nîşan dan, “Encex gelê me, me bidarizîne û ceza bike 
 
'HIQÛQA DIJMINANTIYÊ’
 
Parêzer Rengîn Ergul, biryarên di Doza Nisêbînê de hatin dayîn û tiştên rû dan nirxandin. Ergul, bal kişand ser berî dest pê kirina dozê û wiha axivî: “Berî ku doz dest pê bike, ji nûçeyên hatin serwîskirin, diyar bû ku wê çawan bê birêvebirin. Medya serdest, bi pûntoyên mezin kesên ji bajêr hatin derxistin weke ‘terorîst’ lanse kirin. Darizandina wan kesan jî di çarçoveya vê de, dewam kir. Dema ku îdîanme hatin amadekirin, tavilê ev kes weke ‘endamtiya rêxistinê’ hatin sûcdarkirin. Ji ber vê hiqûqa ceza ya dijminantiyê ji bo van kesan xistin dewrê. Kesên ji bajêr derxistin, îşkence li wan kirin. Di girtekan de jî ev hat piştrastkirin. Ligel vê jî, ev kes, di salonên polîs û eskerên îşkence li wan kiribûn de, hatin darizandin.”
 
CEZAYÊN GIRAN
 
Ergul, da zanîn ku di dema darizandinê de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin û wiha pê de çû: “Bi guhertina şandeya dadgehê re, helwesta şandeya dadgeyê ya nû hişktir bû. Şandeyê guh neda îtîrazên parêzeran û herî dawî jî dosya ji hev cuda kir. Ji ber ku girtiyan helwesta xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman û bertek nîşanî gelek bûyerên polîtîk û siyasî yên li welat dihatin jiyîn dan, dosye ji hev cuda kirin. Xwestin vê sekin û helwesta girtiyan bişkînin û tek bibin. Bi vê hewl dan parêzeran jî bi tenê bihêlin. Bi polîtîkayek wiha, cezayê herî giran dan girtiyan. Di îdîanameyan de, sûcê tu girtiyekê nehat tespît kirin. Lê ligel vê jî bi cezayên giran hatin cezakirin.”
 
TÊKOŞÎNA HEYSIYETÊ
 
Ergul, anî ziman ku divê ku Dadgeha Bilind, cezayên di dosyeyê de hatine dayîn betal bike û wiha bilêv kir: “Mafê darizandina adîlane ji girtiyan hat girtin. Ez beşdarî hemû danişînin bûm. Di her danişînê de, girtî bi motivasyoneke cîdî, bi biryardarî û bi israr dihatin salona dadgehê. Cezayên giran qet ne di xema girtiyan de bû. Her tim helwesta xwe ya siyasî datînan holê. Tevî ku îşkenceya di salonên danişînê de, li wan dihat kirin jî, ji biryardariya xwe qet tawîz nedan. Ji hev û raya giştî hêzek mezin digirtin. Girtiyan mîna di pirtûka bi navê ‘Di Serdema Buhranê de Heysiyet’ (Buhran Çağında Haysiyet) a Şeyla Benhabîbî, di serdema buhranê de heysiyet nîşanî me dan. Têkoşîna heysiyetê nîşanî me dan û di encama vê de, hatin cezakirin.”
 
CEZAYÊN LI GIRTIYAN BIRÎN
 
Kesên di çarçoveya dosyeyê de hatin darizandin û hîna temenê wan dibin 18 salî re bûn ceza li wan hat birîn wihane: "Ji bo Şukru Aybek, Hêja Algan, Emre Topçûoglû, Baran Eman, Çeçan Kîlkaya, Dîlan Aslan, Haşim Erkol û Nurettin Kayar her yek 35 sal û 10 meh, Zehra Kaya 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh, Huseyin Bag 11 sal, Nurcan Aslan 25 sal û 8 meh, Murat Gazîoglû 11 sal û 4 meh, Denîz Kilinç 34 sal û 6 meh, Sîmanur Pamuk 30 sal, Bariş Mîtlû 36 sal û 6 meh û Kasim Balta jî 32 sal û 6 meh." 
 
Kesên ku temenê wan di ser 18’an re bûn û cezayê li wan hat birîn jî wihane: “Yasemîn Erkol 10 sal, Ozgûr Sevîm muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan û Omer Karataş muebeta giran û 15 sal, Osman Bozkurt, Hamît Acû û Akar Îkbal muebeta giran û 15 sal, Firat Darî, Mazlûm Yaşa, Nubahar Ozdemîr, Sadik Tan, Bayram Sevgîn, Îsmaîl Yilmaz û Hatîp Oyman muebeta giran û 18 sal, Ercan Dolaşir muebeta giran û 10 sal, Onûr Yilmaz û Erkan Benlî muebeta giran, 20 sal û 3 meh, Şeyhmûs Koç muebeta giran, 28 sal û 6 meh,  ecep Yel muebeta giran û 17 sal, Melîs Teksan muebeta giran, Bawer Başar muebeta giran û 19 sal, Mehmet Zirig muebeta giran û 17 sal, Suleyman Goksel Yerdut muebeta giran û 15 sal, Dîlber Tanrikulu mûebeta giran û 26 sal, Sevda Delî û Tûfan Îlbaş muebeta giran, 27 sal û 6 meh, Ramazan Eroglu 2 caran muebeta giran û 3 sal, Omer Guner û Farûk Engîn muebeta giran û 31 sal, Resûl Ergun 3 caran muebeta giran û 27 sal, Firat Çîftçî muebata giran û 29 sal, Oktay Gul muebeta giran, 25 sal û 6 meh, Ferhat Dogan 18 sal Nurullah Akyuz muebata giran, 26 sal û 6 meh, Îbrahîm Halîl Ildiz cezayê muebetê û 53 sal. 
 
Enes Taşkin ceza muebetê û 18 sal, Îbrahîm Toktaş muebata giran û 15 sal, Abdulkadîr Baybars muebeta giran, 26 sal û 6 meh, dayika 5 zarokan Nûrşen Demîr a mala xwe terk nekir û ne girtiye 10 sal, Osman Uçar muebeta giran, 30 sal û 6 meh, Hogir Batû 84 sal, Mehmet Tahir Avci yê berasteng û bêkes ku di bajêr de asê mabû 15 sal, Îbrahim Halîl Karataş muebata giran û 21 sal, Unal Gumuş muebeta giran û 15 sal, Aydin Tekin muebeta giran û 19 sal, Rojhat Aydin, Sînan Şahin, Azîze Yildirim, Mahmut Aydin û Mahsun Çay muebata giran û 15 sal cezayê girtîgehê hatin birîn.”
 
DOSYAYÊN WAN GIRTIN 
 
Dosyayên Medya Çinar û Sîraç Yuksek ên di girtîgehan de, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan dawî li jiyana xwe anîn jî hatin girtin.
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

16/03/2021
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan