Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan 2021-03-14 11:38:36 MÊRDÎN – Berî 5 salan li Nisêbînê, qedexeya derketina derve hat îlandin û şerên dijwar li bajêr rû dan. Di qedexeyê de, kesên ji bajêr hatin derxistin girtin û cezayên herî giran li wan birîn. Parêzer Rengîn Ergul, ji bo pêvajoya darizandinê ev nirxandin kir; “Di serdema buhranê de heysiyet nîşanî me dan. Girtiyan têkoşîna heysiyetê dan û di encama vê de hatin cezakirin.”   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di 14’ê Adara 2016’an de, qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî qedexeyê li bajêr şerên dijwar rû dan. Di 26’ê Gulanê de, Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS), ragihand ku wê ji “Nisêbînê paşve vekişin.” Dûre 17 jê zarok herî kêm 70 kes ên di bajêr de mabûn, ji bajêr hatin derxistin. Ev kesên ji bajêr hatin derxistin, bi rojan îşkence li wan hat kirin û piştre derxistin dadgehan û hatin girtin. Derbarê girtiyan de du dosyayên cuda amadekirin û bi îdîayên cur be cur ev kes hatin darizandin. Hin kesên di çarçoveya dozê de hatin berdan jî, dûre bi îdîa û sûcdariyên cuda doz derbarê wan de hatin vekirin. Girtiyên parastina xwe kirin, tiştên li bajêr rû dan û sedema xwe ya mayîna di bajêr de jî yek bi yek vegotin. Girtiyan di heman demê de îşkenceyên dibin çavan de li wan hatibû kirin jî vegotin. Herî dawî, di encama sekin û helwesta girtiyan nîşan dan de, dosyeya darizandin, di 25’ê Sibata 2019’an de, ji hev hat cudakirin.    Ligel ku dosyeya girtiyan ji hev hat cudakirin jî, di dadgehan de helwesta xwe ne guhertin û bi hinceta berzkirina dirûşemeyan, li pêş çavên şandeya dadgehê gelek caran li wan hat xistin û derp kirin. Di dosyayê de, di darizandina 70 kesan de, ji bo 67 kesan cezayê muebeta giran hat dayîn û hemû serlêdan û îtîrazên girtiyan bê encam man.    PARASTINÊN GIRTIYAN   Di danişînên hatin dîtin de, girtiyan Modela Xweseriya Demokratîk parastin û her tim gotin tu hêviyên wan ji dadgehan tuneye û wiha got: “Azadiya me, bi azadiya gelê Kurd û hemû beşên civakê ve girêdayî ye. Ji ber vê em tu carî li du berjewendiyên xwe yên takekesî nakevin. Xweseriya Demokratîk projeyeke aştiyê ye û ewlkariya aştiyê ye. Wê di pêvajoya Xweseriya Demokratîk de, hemû tirsên dewletê yên weke dabeşî û parçekirinê bi dawî bibin. Xweseriya Demokratîk civakê ji hev cuda nake, berevajî wan li gel hev digire. Ev ji bo çareseriyê modela herî pêşîne.” Girtiyan li dijî darizandin û cezakirina dadgehan jî, ev helwest nîşan dan, “Encex gelê me, me bidarizîne û ceza bike    'HIQÛQA DIJMINANTIYÊ’   Parêzer Rengîn Ergul, biryarên di Doza Nisêbînê de hatin dayîn û tiştên rû dan nirxandin. Ergul, bal kişand ser berî dest pê kirina dozê û wiha axivî: “Berî ku doz dest pê bike, ji nûçeyên hatin serwîskirin, diyar bû ku wê çawan bê birêvebirin. Medya serdest, bi pûntoyên mezin kesên ji bajêr hatin derxistin weke ‘terorîst’ lanse kirin. Darizandina wan kesan jî di çarçoveya vê de, dewam kir. Dema ku îdîanme hatin amadekirin, tavilê ev kes weke ‘endamtiya rêxistinê’ hatin sûcdarkirin. Ji ber vê hiqûqa ceza ya dijminantiyê ji bo van kesan xistin dewrê. Kesên ji bajêr derxistin, îşkence li wan kirin. Di girtekan de jî ev hat piştrastkirin. Ligel vê jî, ev kes, di salonên polîs û eskerên îşkence li wan kiribûn de, hatin darizandin.”   CEZAYÊN GIRAN   Ergul, da zanîn ku di dema darizandinê de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin û wiha pê de çû: “Bi guhertina şandeya dadgehê re, helwesta şandeya dadgeyê ya nû hişktir bû. Şandeyê guh neda îtîrazên parêzeran û herî dawî jî dosya ji hev cuda kir. Ji ber ku girtiyan helwesta xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman û bertek nîşanî gelek bûyerên polîtîk û siyasî yên li welat dihatin jiyîn dan, dosye ji hev cuda kirin. Xwestin vê sekin û helwesta girtiyan bişkînin û tek bibin. Bi vê hewl dan parêzeran jî bi tenê bihêlin. Bi polîtîkayek wiha, cezayê herî giran dan girtiyan. Di îdîanameyan de, sûcê tu girtiyekê nehat tespît kirin. Lê ligel vê jî bi cezayên giran hatin cezakirin.”   TÊKOŞÎNA HEYSIYETÊ   Ergul, anî ziman ku divê ku Dadgeha Bilind, cezayên di dosyeyê de hatine dayîn betal bike û wiha bilêv kir: “Mafê darizandina adîlane ji girtiyan hat girtin. Ez beşdarî hemû danişînin bûm. Di her danişînê de, girtî bi motivasyoneke cîdî, bi biryardarî û bi israr dihatin salona dadgehê. Cezayên giran qet ne di xema girtiyan de bû. Her tim helwesta xwe ya siyasî datînan holê. Tevî ku îşkenceya di salonên danişînê de, li wan dihat kirin jî, ji biryardariya xwe qet tawîz nedan. Ji hev û raya giştî hêzek mezin digirtin. Girtiyan mîna di pirtûka bi navê ‘Di Serdema Buhranê de Heysiyet’ (Buhran Çağında Haysiyet) a Şeyla Benhabîbî, di serdema buhranê de heysiyet nîşanî me dan. Têkoşîna heysiyetê nîşanî me dan û di encama vê de, hatin cezakirin.”   CEZAYÊN LI GIRTIYAN BIRÎN   Kesên di çarçoveya dosyeyê de hatin darizandin û hîna temenê wan dibin 18 salî re bûn ceza li wan hat birîn wihane: "Ji bo Şukru Aybek, Hêja Algan, Emre Topçûoglû, Baran Eman, Çeçan Kîlkaya, Dîlan Aslan, Haşim Erkol û Nurettin Kayar her yek 35 sal û 10 meh, Zehra Kaya 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh, Huseyin Bag 11 sal, Nurcan Aslan 25 sal û 8 meh, Murat Gazîoglû 11 sal û 4 meh, Denîz Kilinç 34 sal û 6 meh, Sîmanur Pamuk 30 sal, Bariş Mîtlû 36 sal û 6 meh û Kasim Balta jî 32 sal û 6 meh."    Kesên ku temenê wan di ser 18’an re bûn û cezayê li wan hat birîn jî wihane: “Yasemîn Erkol 10 sal, Ozgûr Sevîm muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan û Omer Karataş muebeta giran û 15 sal, Osman Bozkurt, Hamît Acû û Akar Îkbal muebeta giran û 15 sal, Firat Darî, Mazlûm Yaşa, Nubahar Ozdemîr, Sadik Tan, Bayram Sevgîn, Îsmaîl Yilmaz û Hatîp Oyman muebeta giran û 18 sal, Ercan Dolaşir muebeta giran û 10 sal, Onûr Yilmaz û Erkan Benlî muebeta giran, 20 sal û 3 meh, Şeyhmûs Koç muebeta giran, 28 sal û 6 meh,  ecep Yel muebeta giran û 17 sal, Melîs Teksan muebeta giran, Bawer Başar muebeta giran û 19 sal, Mehmet Zirig muebeta giran û 17 sal, Suleyman Goksel Yerdut muebeta giran û 15 sal, Dîlber Tanrikulu mûebeta giran û 26 sal, Sevda Delî û Tûfan Îlbaş muebeta giran, 27 sal û 6 meh, Ramazan Eroglu 2 caran muebeta giran û 3 sal, Omer Guner û Farûk Engîn muebeta giran û 31 sal, Resûl Ergun 3 caran muebeta giran û 27 sal, Firat Çîftçî muebata giran û 29 sal, Oktay Gul muebeta giran, 25 sal û 6 meh, Ferhat Dogan 18 sal Nurullah Akyuz muebata giran, 26 sal û 6 meh, Îbrahîm Halîl Ildiz cezayê muebetê û 53 sal.    Enes Taşkin ceza muebetê û 18 sal, Îbrahîm Toktaş muebata giran û 15 sal, Abdulkadîr Baybars muebeta giran, 26 sal û 6 meh, dayika 5 zarokan Nûrşen Demîr a mala xwe terk nekir û ne girtiye 10 sal, Osman Uçar muebeta giran, 30 sal û 6 meh, Hogir Batû 84 sal, Mehmet Tahir Avci yê berasteng û bêkes ku di bajêr de asê mabû 15 sal, Îbrahim Halîl Karataş muebata giran û 21 sal, Unal Gumuş muebeta giran û 15 sal, Aydin Tekin muebeta giran û 19 sal, Rojhat Aydin, Sînan Şahin, Azîze Yildirim, Mahmut Aydin û Mahsun Çay muebata giran û 15 sal cezayê girtîgehê hatin birîn.”   DOSYAYÊN WAN GIRTIN    Dosyayên Medya Çinar û Sîraç Yuksek ên di girtîgehan de, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan dawî li jiyana xwe anîn jî hatin girtin.   MA / Ahmet Kanbal