''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'

  • rojane
  • 09:16 30 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Serokê Desteya Rêvebir a ATO'yê Alî Karakoç, anî ziman ku di bernameya derzîkirinê ya li dijî şewbê de jî newekehviyek heye û got: "'Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe, ji bo civakeke ehlaqî û azad mil bidin milê hev du û têbikoşin." 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, çend roj berê bernameya derzîkirinê ya Tirkiyeyê daxuyandibû û diyar kiribû bername ji çar merhelyan pêk tê. Di nav bernameyê de behsa penaber û koçberan nehat kirin û her wiha Midûriyeta Giştî ya Koçberiyê jî derbarê vê de tu daxuyanî nedaye. 
 
Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) Alî Karakoç, bal kişand ser pirsgirêkên di warê derzîkirinê de. 
 
BANDOR LI XIZANAN KIR 
 
Karakoç, diyar kir ku tekane rêya xelasiya ji şewbê derzîkirin e û ev jî bi piştevaniyê pêkan e. Karakoç, destnîşan kir ku bi derzîkirinê mirov tenduristiya derdora xwe jî diparêzin û got: "Şewbeke li seranserê cîhanê belav bûye heye. Lewma divê têkoşîna li hemberî wê jî têkoşîneke global be." 
 
Karakoç, bilêv kir ku gava şewb nû belav bûye gelek caran hatiye gotin şewb guh nade tu çînan û got: "Lê belê di vê pêvajoyê de herî zêde bandor li kesên bidezavantaj kir. Mirovên xizan xizantir bûn. Heger 10 kesên herî zengîn ên cîhanê dahata xwe ya salekê ji bo derziyan xerc bike, dê her kes bê derzîkirin. Mixabin newekheviyeke bi vî rengî heye." 
 
HIN TENDURISTKAR HENE NEHATINE DERZÎKIRIN 
 
Karakoç, destnîşan kir ku li welatên pêvajoya derzîkirinê dest pê kiriye newekehviyek heye û got: "Li welatê me ji bo vê bernameyek hat aşkerekirin. Hîn hin tenduristkar nehatine derzîkirin, lê belê hin kesên biîmtiyaz ku dor nehatiye wan hatine derzîkirin. Me hejmara telefona van tenduristkaran da Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, lê belê hîn jî nehatine derzîkirin." 
 
Karakoç, anî ziman ku li gel vê newekheviyê li Tirkiyeyê 5 milyon peaber û koçber jî hene, lê belê di nav bernameya wezaretê de navê wan tune ye û got: "Em li vê axê 87 milyon mirov bi hev re dijîn. Lê heger hûn rabin van mirovên bidezavantaj, mirovên 'din' derî bernameyê bihêlin, hûn ê nikaribin li dijî şewbê bitêkoşin." 
 
Karakoç, bal kişand ser pirsgirêkên ku di pergala tenduristiyê de rû didin û destnîşan kir ku heman pirsgirêk di mijara derzîkirinê de jî rû dane. Karakoç got: "Wê derzîkirin bi randevûyê li navendên tenduristiyê yên malbatê bên kirin. Lê belê li sedî 15'ê van anvendan bijîşk, li sedî 30'yê van navendan jî kedkarên tenduristiyê tune ne. Em dibêjin ev derzîkirin di dîroka Tirkiyeyê de ya herî mezin e. Lê belê ji bo ku baş bê kirin divê pirgsirêkên vê pergalê bên helkirin. Derzîkirin pêvajoyeke yekpareyî ye. Lê li gelek navendên tenduristiyê dolabên derziyan tune ne. Kesên li van navendan tên derzîkirin rasterast nayên şandin. Pêvajoyeke vê ya şopandinê heye. Lê li gelek navendan hêwanên rawestandinê tune ne. Heger ev pirsgirêk neyên helkirin, dê tahdeya di qaada tenduristiyê de jî zêde bibe." 
 
TÊKOŞÎN
 
Karakoç, destnîşan kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê li dijî newekheviyan têkoşîn divê û got: "Yan na em rabin li hêviya zengînan bin, wê tiştek çênebe. 'Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe, ji bo civakeke ehlaqî û azad mil bidin milê hev du û bitêkoşin. Belkî em bi awayekî ji derheqê şewbê derkevin, lê bêyî têkoşîna li dijî newekhevî û xizaniyê zehmet e." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike