''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin' 2021-01-30 09:16:05 ENQERE - Serokê Desteya Rêvebir a ATO'yê Alî Karakoç, anî ziman ku di bernameya derzîkirinê ya li dijî şewbê de jî newekehviyek heye û got: "'Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe, ji bo civakeke ehlaqî û azad mil bidin milê hev du û têbikoşin."  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, çend roj berê bernameya derzîkirinê ya Tirkiyeyê daxuyandibû û diyar kiribû bername ji çar merhelyan pêk tê. Di nav bernameyê de behsa penaber û koçberan nehat kirin û her wiha Midûriyeta Giştî ya Koçberiyê jî derbarê vê de tu daxuyanî nedaye.    Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) Alî Karakoç, bal kişand ser pirsgirêkên di warê derzîkirinê de.    BANDOR LI XIZANAN KIR    Karakoç, diyar kir ku tekane rêya xelasiya ji şewbê derzîkirin e û ev jî bi piştevaniyê pêkan e. Karakoç, destnîşan kir ku bi derzîkirinê mirov tenduristiya derdora xwe jî diparêzin û got: "Şewbeke li seranserê cîhanê belav bûye heye. Lewma divê têkoşîna li hemberî wê jî têkoşîneke global be."    Karakoç, bilêv kir ku gava şewb nû belav bûye gelek caran hatiye gotin şewb guh nade tu çînan û got: "Lê belê di vê pêvajoyê de herî zêde bandor li kesên bidezavantaj kir. Mirovên xizan xizantir bûn. Heger 10 kesên herî zengîn ên cîhanê dahata xwe ya salekê ji bo derziyan xerc bike, dê her kes bê derzîkirin. Mixabin newekheviyeke bi vî rengî heye."    HIN TENDURISTKAR HENE NEHATINE DERZÎKIRIN    Karakoç, destnîşan kir ku li welatên pêvajoya derzîkirinê dest pê kiriye newekehviyek heye û got: "Li welatê me ji bo vê bernameyek hat aşkerekirin. Hîn hin tenduristkar nehatine derzîkirin, lê belê hin kesên biîmtiyaz ku dor nehatiye wan hatine derzîkirin. Me hejmara telefona van tenduristkaran da Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, lê belê hîn jî nehatine derzîkirin."    Karakoç, anî ziman ku li gel vê newekheviyê li Tirkiyeyê 5 milyon peaber û koçber jî hene, lê belê di nav bernameya wezaretê de navê wan tune ye û got: "Em li vê axê 87 milyon mirov bi hev re dijîn. Lê heger hûn rabin van mirovên bidezavantaj, mirovên 'din' derî bernameyê bihêlin, hûn ê nikaribin li dijî şewbê bitêkoşin."    Karakoç, bal kişand ser pirsgirêkên ku di pergala tenduristiyê de rû didin û destnîşan kir ku heman pirsgirêk di mijara derzîkirinê de jî rû dane. Karakoç got: "Wê derzîkirin bi randevûyê li navendên tenduristiyê yên malbatê bên kirin. Lê belê li sedî 15'ê van anvendan bijîşk, li sedî 30'yê van navendan jî kedkarên tenduristiyê tune ne. Em dibêjin ev derzîkirin di dîroka Tirkiyeyê de ya herî mezin e. Lê belê ji bo ku baş bê kirin divê pirgsirêkên vê pergalê bên helkirin. Derzîkirin pêvajoyeke yekpareyî ye. Lê li gelek navendên tenduristiyê dolabên derziyan tune ne. Kesên li van navendan tên derzîkirin rasterast nayên şandin. Pêvajoyeke vê ya şopandinê heye. Lê li gelek navendan hêwanên rawestandinê tune ne. Heger ev pirsgirêk neyên helkirin, dê tahdeya di qaada tenduristiyê de jî zêde bibe."    TÊKOŞÎN   Karakoç, destnîşan kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê li dijî newekheviyan têkoşîn divê û got: "Yan na em rabin li hêviya zengînan bin, wê tiştek çênebe. 'Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe, ji bo civakeke ehlaqî û azad mil bidin milê hev du û bitêkoşin. Belkî em bi awayekî ji derheqê şewbê derkevin, lê bêyî têkoşîna li dijî newekhevî û xizaniyê zehmet e."    MA / Emrûllah Acar