‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'

  • rojane
  • 09:09 27 Çile 2021
  • |
img
AMED - Rêvebirê Navenda Giştî yê OHD'ê Berdan Acûn, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "A rast sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye." 
 
Ji 27'ê Mijdara 2020'î ve li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Girtî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 62 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger li dar dixin. Rêvebirê Navenda Giştî yê Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Berdan Acûn, çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. 
 
Acûn, anî ziman ku tecrîd, piştî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û li Girava Îmraliyê hatiye bicihkirin dest pê kiriye û ev gav di guherandina statuya Girtîgeha Îmraliyê de hatiye avêtin. Acûn, bibîr xist ku berî Ocalan Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke nîvvekirî bûye, lê belê piştî Ocalan anîne veguheriye girtîgeheke eskerî û got: "Girtîgeh girêdayî Wezareta Dadê ne. Lê belê Girtîgeha Îmraliyê dewrî rêveberiya Navenda Krîzê ya Serokwezîrtiyê hat kirin. Lewma gava em di warê Rejîma Înfaza Ceza ya Tirkiyeyê de lê binerin, statuya Girtîgeha Îmraliyê li gor girtîgehên din cuda ye. Sedema vê ya sereke çi ye? Sedema wê ya sereke diyardeya tecrîdê ye. Tecrîd, pêşî li Girtîgeha Îmraliyê hat pêkanîn û wekî prototpa rêvebirina Tirkiyeyê hat ceribandin. Pêkanînên bêhiqûqî, neasasgirtina hiqûqî pêşî li Îmraliyê hatin ceribandin. Dû re hêdî hêdî li girtîgehên din belav bû û veguherî awayekî dîzaynkirinê. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran, binpêkirina alîkariya di warê hiqûqî de, astengkirina hevdîtina bi malbatê re, astengkirin pêwendîdanînê, astengkirina di warê tenduristî de hemû tecrîd in." 
 
BIRYARÊN DMME'YÊ
 
Acûn, bal kişand ser nîqaşên derbarê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de ku derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de dabû pêk nehatibûn. Acûn, destnîşan kir ku asas ewilî biryarên DMME'yê yên derbarê Ocalan de pêk nehatin û di nav 4 mehan de cezayê muebeda giran li Ocalan hatiye birîn. Acûn, bilêv kir ku ji bo pêkanîna biryarê DMME'yê di warê qanûnî de tu sererastkirin nehatine kirin û Konseya Ewropayê jî ji bo pêkanîna van biryaran tiştek nekiriye. Acûn, anî ziman ku kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê ku di sala 2019'an de serdana Îmraliyê kiribû jî aşkere kiribû tecrîda li ser tecrîdê heye, lê belê derbarê vê de jî tiştek nehatiye kirin. 
 
‘JI BER TECRÎD NEHAT RAKIRIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR' 
 
Acûn, destnîşan kir ku ji ber ku biryarên derbarê binpêkirinê de pêk nehatine cardin li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine. Acûn got: "Tecrîd tim didome. Niha cardin grevên birçîbûnê dest pê kirine. Hêvîdar im berî ku rewşa girtiyan wekî ya greva sala 2019-2019'an giran bibe, Wezareta Dadê û îqtidara siyasî pêkanînên tecrîdê ji holê rakin û hevdîtinên parêzer û malbatan a bi Birêz Ocalan û girtiyên din re dest pê bikin." 
 
‘ESASNEGIRTINA HIQÛQÊ' 
 
Acûn, bilêv kir ku tecrîd neasasgirtina hiqûqê ye û got: "Armanca sere ya vê, bêdengkirina civakê ye ku civak di warê hiqûqî de doza mafên xwe neke. Sedema ku îqtidara siyasî tecrîdê pêk tîne ev e." 
 
‘TECRÎD, ASTENGKIRINA ÇARESERIYÊ YE' 
 
Acûn, destnîşan kir ku sedema tecrîda li ser Ocalan ji ber polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Ocalan, ji bo çareserkirina pirgirêka kurd di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015'an de bi awayekî çalak rola xwe lîst. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye, lê belê bi tecrîdkirina Ocalan armanc ew e ku pirsgirêka kurd neyê nîqaşkirin, armanc astengkirina rêbazên çareseriyê yên aştiyane û astengkirina bilêvkirina daxwazên civakê yên di vî warî de ye. Asas sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye." 
 
MA / Mehmet Erol

Sernavên din

28/01/2021
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî