‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye' 2021-01-27 09:09:47 AMED - Rêvebirê Navenda Giştî yê OHD'ê Berdan Acûn, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "A rast sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye."    Ji 27'ê Mijdara 2020'î ve li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Girtî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 62 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger li dar dixin. Rêvebirê Navenda Giştî yê Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Berdan Acûn, çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin.    Acûn, anî ziman ku tecrîd, piştî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û li Girava Îmraliyê hatiye bicihkirin dest pê kiriye û ev gav di guherandina statuya Girtîgeha Îmraliyê de hatiye avêtin. Acûn, bibîr xist ku berî Ocalan Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke nîvvekirî bûye, lê belê piştî Ocalan anîne veguheriye girtîgeheke eskerî û got: "Girtîgeh girêdayî Wezareta Dadê ne. Lê belê Girtîgeha Îmraliyê dewrî rêveberiya Navenda Krîzê ya Serokwezîrtiyê hat kirin. Lewma gava em di warê Rejîma Înfaza Ceza ya Tirkiyeyê de lê binerin, statuya Girtîgeha Îmraliyê li gor girtîgehên din cuda ye. Sedema vê ya sereke çi ye? Sedema wê ya sereke diyardeya tecrîdê ye. Tecrîd, pêşî li Girtîgeha Îmraliyê hat pêkanîn û wekî prototpa rêvebirina Tirkiyeyê hat ceribandin. Pêkanînên bêhiqûqî, neasasgirtina hiqûqî pêşî li Îmraliyê hatin ceribandin. Dû re hêdî hêdî li girtîgehên din belav bû û veguherî awayekî dîzaynkirinê. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran, binpêkirina alîkariya di warê hiqûqî de, astengkirina hevdîtina bi malbatê re, astengkirin pêwendîdanînê, astengkirina di warê tenduristî de hemû tecrîd in."    BIRYARÊN DMME'YÊ   Acûn, bal kişand ser nîqaşên derbarê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de ku derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de dabû pêk nehatibûn. Acûn, destnîşan kir ku asas ewilî biryarên DMME'yê yên derbarê Ocalan de pêk nehatin û di nav 4 mehan de cezayê muebeda giran li Ocalan hatiye birîn. Acûn, bilêv kir ku ji bo pêkanîna biryarê DMME'yê di warê qanûnî de tu sererastkirin nehatine kirin û Konseya Ewropayê jî ji bo pêkanîna van biryaran tiştek nekiriye. Acûn, anî ziman ku kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê ku di sala 2019'an de serdana Îmraliyê kiribû jî aşkere kiribû tecrîda li ser tecrîdê heye, lê belê derbarê vê de jî tiştek nehatiye kirin.    ‘JI BER TECRÎD NEHAT RAKIRIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR'    Acûn, destnîşan kir ku ji ber ku biryarên derbarê binpêkirinê de pêk nehatine cardin li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine. Acûn got: "Tecrîd tim didome. Niha cardin grevên birçîbûnê dest pê kirine. Hêvîdar im berî ku rewşa girtiyan wekî ya greva sala 2019-2019'an giran bibe, Wezareta Dadê û îqtidara siyasî pêkanînên tecrîdê ji holê rakin û hevdîtinên parêzer û malbatan a bi Birêz Ocalan û girtiyên din re dest pê bikin."    ‘ESASNEGIRTINA HIQÛQÊ'    Acûn, bilêv kir ku tecrîd neasasgirtina hiqûqê ye û got: "Armanca sere ya vê, bêdengkirina civakê ye ku civak di warê hiqûqî de doza mafên xwe neke. Sedema ku îqtidara siyasî tecrîdê pêk tîne ev e."    ‘TECRÎD, ASTENGKIRINA ÇARESERIYÊ YE'    Acûn, destnîşan kir ku sedema tecrîda li ser Ocalan ji ber polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Ocalan, ji bo çareserkirina pirgirêka kurd di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015'an de bi awayekî çalak rola xwe lîst. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye, lê belê bi tecrîdkirina Ocalan armanc ew e ku pirsgirêka kurd neyê nîqaşkirin, armanc astengkirina rêbazên çareseriyê yên aştiyane û astengkirina bilêvkirina daxwazên civakê yên di vî warî de ye. Asas sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye."    MA / Mehmet Erol