Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene

  • rojane
  • 10:09 26 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad, têkildarî serdana Hûlûsî Akar û Yaşar Guler diyar kir ku agahî gihîştiye ber destê wan ku Tirkiye ji Iraqê daxwaza operasyona li dijî Şengalê kiriye û ev tişt got: “Tirkiye tişta ku bi destê DAIŞ’ê nekiriye, dixwaze bi awayekî fîîlî ew bixwe bike.”

 
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di demên dawîn de bi beralîkirina Tirkiyeyê bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re gavên hevpar davêje, piştî hewldanên xwe yên provakatîf ên li Zînî Wertê, Garê û Metîna, di 9’ê çileya 2020’an de bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re “Peymana Şengalê” îmze kir. Bi vê peymanê tê xwestin ku Hêzên Asayîşa Êzîdxan ku piştî êrişên DAIŞ’ê yên ser civaka êzidî hatibû avakirin ji hev bê belavkirin. 
 
Ji ber van hewldanên provakatîf ên PDK’ê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), bi awayekî lezgîn li hev civiya û ji bo daxistina aloziya li herêmê Meseyeke Qrîzê ava kir û bi partî, tevger û rêxistinên cuda yên kurdan re hat gel hev. KNK’ê di van hevdîtinan de daxwaza diyalog û muzakereyan li aliyan kir. Di demên ku ev hevdîtin hatin kirin de jî balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) herêmê bombebaran kirin û gelek sivîlan kuştin. 
 
Di vê pêvajoya ku ev gengeşî didome de Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandar Yaşar Guler, di 18’ê çileyê de çûn Bexda û Hewlerê û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî; Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinan kirin. Piştî ve hevdîtinê Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, nîşanên operasyneke li dijî Şengalê da û got ku dibe ji nişkeve biçin Şengalêç
 
Ji ber van hewldan û daxuyaniyan bala kurdan û herêmê li ser Şengalê ye. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Kongeraya Netewa Kurdistan (KNK) Zeynep Mûrad ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û pirsên ajansê yên têkildarî mijarê bersivandin.  
 
'DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ BI ERÊNÎ NEHATIN PÊŞWAZÎ KIRIN'
 
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serfermandarê Artêşa Tirk Yaşar Gûler, bi hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Hûn weke KNK van hevdîtinan çawa dinirxînin?
 
Tirkiye li benda hevdîtineke wiha bû. Hevdîtinên ku heta niha bi rayedarên Iraqê re pêk hatine bi erênî bi rê ve neçûne. Tirkiyeyê di vê serdanê de jî deskeftiyeke berbiçav bi dest nexist. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine Tirkiyeyê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku Hikûmet Iraqê rê bide ku Artêşa Tirk bikeve Şengalê. Di heman demê de di vê hevdîtinê de daxwaza Tirkiyeyê ya serekê bûye hebûna PKK’ê ya li başûr. Wezîrê Parastina Tirkiyeyê ev daxwaz kirine. Daxwazên Tirkiyeyê hîn nehatine bersivandin û ev daxwaz erênî nehatine pêşwazîkirin. Loma tê gotin ku teqîna mezin a li Bexdayê ji hêla Tirkiyeyê ve pêk hatiye. Tirkiye dikare li her derê cîhanê çeteyên DAÎŞ'ê bi kar bîne û ev bi belgeyên fermî hat aşkerekirin. Hevdîtina Wezîrê Parastina Tirkiyeyê ya bi hikûmeta Başûr re çi dibe bila bibe ji me re girîng e. Tirkiye bi rêya van hevdîtinan dixwaze bikeve Başûr. Ev hevdîtine ji bo me girînge û em naxwazin ku daxwazên hikûmeta Tirkiyeyê pêk werin. Pêwîste ku daxwazên Erdogan ên dagirkirinê û tunekirinê neyên bi cih kirin. Em dibêjin ku çi karê dijmineke weke dewleta Tirkiyeyê li ser xaka Kurdistanê heye? An jî çi karê dijmineke weke Wezîrê Parastina Tirkiyeyê li Başûr heye? Em dibînin ku plan û armancên Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK'ê ye. Tirkiye dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike û ji vê pêvetir dixwazin li Başûr beşeke mezin dagir bikin. Di nav vê de Musul û Kerkûk hene. Bi kurtasî bi vê dagirkirinê dixwazin nexşeya dewleta Osmanî ya kevin nû bikin. Dixwazin Mîsaka Mîllî careke din nû bikin. Loma gelek aliyên civakî van hevdîtinan xeter dibînin. Em di hewledaneke pir berfireh de ne ku xîzbên siyasî tevahiya başûrê Kurdistane bînîn cem hev û em bikaribîn li hemberî van hewledanên qirêj bisekinin. Çimkî dewleteke weke Tirkiye dest ji planên xwe yên qirêj  bernade û ji bo ku pêk bîne jî  wê serî li hemû rê û rêbazên dijî hiqûqê pêk bîne.
 
'JI BO DAGIRKIRINA XAKA KURDISTANÊ AMADEKARIYÊN MEZIN HENE'
 
Piştî van hevdîtinên dawî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pirsên rojnamevanan bersivandin û careke din Şengal hedef nîşan da. Piştî hevdîtinên ku li herêmê pêk hatin gelo ev daxuyanî rashatineke? 
 
Piştî hevdîtina Halûsî Akar Erdogan sînyalên êrîşkirina ser Şengalê da. Ne tenê Şengal di heman demê de amadekariyê dikin ku êrîşî Dêrîka Kurdistanê jî bikin. Tu axaftinên Erdogan ne rashatinin.Ji bo dagirkirina Kurdistanê plan û armancên Erdogan ên mezin hene. Îro em dibînin ku ev planên ku bi destê DAÎŞ'ê pek nehatine,Tirkiye dixwaze bi fîîlî  pêk bînê û  ji bo wê jî niha di nav lîv û tevgerê de ye. Plana serekî jî ew e ku dixwaze civaka Êzidî bi qirkirinekî re rû bi rû bihêle. Di heman demê de dixwaze ku dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Bi rê û rêbazên çeteyên DAÎŞ'ê tevdigere. Em dixwazin bêjin ku di hevdîtina dawî de jî dixwazin bibîn hevkarên peymana Hewler û Bexdayê û bi vî awayî êrîşî Şengalê bikin. Loma niha ev rewş di merheleyeke pir hesas de ye. Lazime ji hêla her Kurdekî ve civaka me ya Êzidî bê parastin û erk û peyvira xwe ya li hemberî Êzidiyan pêk bîne. Em dibînîn ku civaka Êzidî li ser piyane û li dijî van planên qirêj berxwe dide. Ev çend mehin Êzidî li qadan in. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze pêngava dagirkirinê, bi tunekirina civaka Êzidî dest pê bike. Lazime ku em bi hesasiyeteke mezin nêzî vê mijarê bibîn. Divê herkes ji aliyekî ve têkoşîna xwe mezin û bilind bike. 
 
'DEWLETA TIRKIYEYÊ JI HER ALIYÎ VE BAŞÛR DAGIR DIKE' 
 
Li dijî van geşedanên dawî li herêmê bertekên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gel bi çi rengî ne? 
 
Li başûrê Kurdistanê gel li hemberî plan û hewledanên dagirkirinê bi berteke. Di her qadan de jinan, ciwanan, rewşenbîran û pêkhatiyên civakê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Her qadên civakê li hemberî van planan bi çalakiyên cuda disekinin. Di hêla siyasî de jî ev bertek didomin. Lê belê ev berteke negihiştine wê astê ku bikaribe bi rêbazeke pratîk li hemberî planên Dewleta Tirkiyeyê yên têkbirinê bisekine. Ji ber wê divê têkoşîneke mezin bê meşandin. Li her bajêrên başûr gel li ser piyan bû. Li tevî hemû tundî û astengiyên asayîşê gel nesekînî. Çalakiyên cuda cuda hîn jî didomin. Lê têra nake. Loma em dibêjîn têkoşîneke mezintirin pêwîste. Bi taybetî jî erk û peyvireke mezin dikeve ser milê jinan ku em bikaribin rol û mîsyona xwe bilizîn. Em dibînîn ku  li Başûrê Kurdistanê sedemên  cuda hene. Di serî de gel li dijî nedayîna mûçeyan li ser piyan bû. Lê di bingeha xwe de gel ne tenê li dijî nedayîna mûçeyan, di heman demê de li dijî rewşa aborî,siyasî,hiqûqî û civakî jî bi bertek in. Gel ji hikûmetê çareseriyeke cuda dixwaze. Herkes dixwaze ku mafê xwe bigire. Gel dixwaze li ser xaka xwe bêyî pirsgirîkên aborî û siyasî jiyan bike. Sedemên hemû pirsgirîkên başûr Dewleta Tirkiyeyê. Dagirkerî ne tenê ji aliyê leşkerî ye. Hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyê fikrî ve jî xaka Başûr dagir dike. Bi rêya ragihandinê, bi rêya bazirganiyê û karên cuda cuda planên dagirkeriyê li ser civaka me tê meşandin. Li dijî van planan hişyariyeke cidî lazim e.
 
'JI BO HEVDÎTINA BI HIKÛMETA HERÊMÊ RE  KCK ERÊNÎ NÊZ BÛ'
 
Weke KNK ji bo têkbirina van polîtîkayan hûn li herêmê xebateke çawa didine meşandin? 
 
Hewledanên Tirkiyeyê ya ji bo destpêkirina şereke navxweyî ya Kurdistanê heye. Lê diyare ku ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê planên taybet tên meşandin. Me dît ku ji minteqa Garê û heta ku minteqên din hêzên Kurd hatin berhev û hîn nakokiyên leşkerî li van minteqan çêbûn. Hewledana şereke mezin a li ser axa Kurdistanê her hebû. Em weke KNK bi rêbazeke cidî nêzikî vê mijarê bûn. Li dijî qeyrana heyî me civînên rojane  li dar xistin ku em bikaribin pêşiya şereke navxweyî yê Kurdan bigirin. Heger tişteke wiha çê bibe wê bandora vê sedsalan bidome û gelê Kurd paşve bibe. Ev jî nabe deskeftiyeke Kurd, wê bibe deskeftiya dijminên me.Loma weke KNK piştî ku jora qeyranê hat damizirandin, ji hêla me ve  şandeyek hat destnîşan kirin û me bi hemû sazî û dezgehên Kurd yên heremê re raste rast hevdîtin pêk anîn. Me got ku bila  nakokiyên heyî ne bi riya çekan, bila bi riya diyalogê bê çareserkirin. Çimkî ev şere malwêranî ye. Di van hevdîtinan de daxwaziya me bi taybetî jî ji her du aliyan jî  ew bû ku hevdîtinên PKK û PDK'ê çê bibîn û li ser vê mijarê nîqaş bên kirin. Me dît ku têkîldarî vê daxwaza me KCK'ê  nameyek şand û erênî nêzikî vê mijarê bûn. Lê PDK'ê bersiv neda. Demeke dirêj em benda bersivê bûn, lê bersivek nehat dayîn. Ji bo ku em diyalogê pêş bixin me li ser Onlînê konferanseke li dar xist. Ev konferans bi beşdarbûna hejmareke pir zêde pêk hat. Her çar perçeyên Kurdistanê beşdarbûn çêbû. Di encama vê konferansê de daxuyaniyeke giştî hat dayîn. Biryar hat dayîn ku şandeyeke serbixwe ku bandora wan li ser civaka me heye pêk were. Niha pêngava duyemîn ev e. Ev şande dê bê darizandin û ji 11 kesan wê pêk were û wê hevdîtinan berdewam bikin. Di heman demê de planên konferansên cuda tên amadekirin. Ji ber şewbê civînên rû bi rû zehmet in.Lê em weke KNK malperên civakî bikar tînin. Di heman demê de li gel parlementerên başûrê Kurdistanê kareke hevbeş tê meşandin. Di qada jinê de jî em weke komîsyona dîplomasî ya jinê ya KNK'ê ji bo ragihandina dagirkirina Kurdistanê xebateke berfireh didin meşandin. Em bi bawerîn ku em ê bi rihê yêkitiya netew van pirsgirîkan ji holê rabikin.
 
'JI BO NETEWA YÊKITIYA KURD DERÎ VEKIRI YE'
 
Li gorî we di vê pêvajoyê de divê sazî û rêxistinên kurdan helwesteke çawa nîşan bidin? 
 
Li ser hemû sazî û dezgehên Kurd xeteriyeke mezin heye. Îro em di merheleyek hesas de ne. Lazime îro di nav Dewleta Iraqê de parastina vê statuyê û deskeftiyan de têkoşîneke pir berfireh hebe. Loma erk û berpirsyariyeke berfireh dikeve ser milê her Kurdekî. Divê em rê li armanc û daxwazên Erdogan bigirin û deskeftiyên gelê Kurd biparêzin. Ne tenê biparêzin. Îro derfetên me hene ku em deskeftiyên mezin bi dest bixin. Ev bi riya yêkitiya netewî û bi riya yêkitiyê pêkane ye. Divê em li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin. Îro em dizanin ku li Kurdistanê mafê her Kurdekiye ku bi pergaleke demokratîk li ser xaka Kurdistanê jiyan bike. Ji bo Netewa Yekitiyê û tifaqa Kurd derî her tim vekiriye. Derfetên mezin destê me de hene. Di vê mijarê de hewledanên mezin tên meşandin. Ev hewledan dikarin pêşiya her cureyeke şer bigire û deskeftiyên berfireh bi xwe re bîne. Ev hêz û baweriya gelê Kurd heye. Em dibêjin ku em vê hêza xwe û potansiyela xwe bikar bînin û heta dawiyê dest bidin hev û serbikevin.
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

28/01/2021
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî