Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene 2021-01-26 10:09:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad, têkildarî serdana Hûlûsî Akar û Yaşar Guler diyar kir ku agahî gihîştiye ber destê wan ku Tirkiye ji Iraqê daxwaza operasyona li dijî Şengalê kiriye û ev tişt got: “Tirkiye tişta ku bi destê DAIŞ’ê nekiriye, dixwaze bi awayekî fîîlî ew bixwe bike.”   Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di demên dawîn de bi beralîkirina Tirkiyeyê bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re gavên hevpar davêje, piştî hewldanên xwe yên provakatîf ên li Zînî Wertê, Garê û Metîna, di 9’ê çileya 2020’an de bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re “Peymana Şengalê” îmze kir. Bi vê peymanê tê xwestin ku Hêzên Asayîşa Êzîdxan ku piştî êrişên DAIŞ’ê yên ser civaka êzidî hatibû avakirin ji hev bê belavkirin.    Ji ber van hewldanên provakatîf ên PDK’ê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), bi awayekî lezgîn li hev civiya û ji bo daxistina aloziya li herêmê Meseyeke Qrîzê ava kir û bi partî, tevger û rêxistinên cuda yên kurdan re hat gel hev. KNK’ê di van hevdîtinan de daxwaza diyalog û muzakereyan li aliyan kir. Di demên ku ev hevdîtin hatin kirin de jî balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) herêmê bombebaran kirin û gelek sivîlan kuştin.    Di vê pêvajoya ku ev gengeşî didome de Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandar Yaşar Guler, di 18’ê çileyê de çûn Bexda û Hewlerê û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî; Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinan kirin. Piştî ve hevdîtinê Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, nîşanên operasyneke li dijî Şengalê da û got ku dibe ji nişkeve biçin Şengalêç   Ji ber van hewldan û daxuyaniyan bala kurdan û herêmê li ser Şengalê ye. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Kongeraya Netewa Kurdistan (KNK) Zeynep Mûrad ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û pirsên ajansê yên têkildarî mijarê bersivandin.     'DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ BI ERÊNÎ NEHATIN PÊŞWAZÎ KIRIN'   Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serfermandarê Artêşa Tirk Yaşar Gûler, bi hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Hûn weke KNK van hevdîtinan çawa dinirxînin?   Tirkiye li benda hevdîtineke wiha bû. Hevdîtinên ku heta niha bi rayedarên Iraqê re pêk hatine bi erênî bi rê ve neçûne. Tirkiyeyê di vê serdanê de jî deskeftiyeke berbiçav bi dest nexist. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine Tirkiyeyê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku Hikûmet Iraqê rê bide ku Artêşa Tirk bikeve Şengalê. Di heman demê de di vê hevdîtinê de daxwaza Tirkiyeyê ya serekê bûye hebûna PKK’ê ya li başûr. Wezîrê Parastina Tirkiyeyê ev daxwaz kirine. Daxwazên Tirkiyeyê hîn nehatine bersivandin û ev daxwaz erênî nehatine pêşwazîkirin. Loma tê gotin ku teqîna mezin a li Bexdayê ji hêla Tirkiyeyê ve pêk hatiye. Tirkiye dikare li her derê cîhanê çeteyên DAÎŞ'ê bi kar bîne û ev bi belgeyên fermî hat aşkerekirin. Hevdîtina Wezîrê Parastina Tirkiyeyê ya bi hikûmeta Başûr re çi dibe bila bibe ji me re girîng e. Tirkiye bi rêya van hevdîtinan dixwaze bikeve Başûr. Ev hevdîtine ji bo me girînge û em naxwazin ku daxwazên hikûmeta Tirkiyeyê pêk werin. Pêwîste ku daxwazên Erdogan ên dagirkirinê û tunekirinê neyên bi cih kirin. Em dibêjin ku çi karê dijmineke weke dewleta Tirkiyeyê li ser xaka Kurdistanê heye? An jî çi karê dijmineke weke Wezîrê Parastina Tirkiyeyê li Başûr heye? Em dibînin ku plan û armancên Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK'ê ye. Tirkiye dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike û ji vê pêvetir dixwazin li Başûr beşeke mezin dagir bikin. Di nav vê de Musul û Kerkûk hene. Bi kurtasî bi vê dagirkirinê dixwazin nexşeya dewleta Osmanî ya kevin nû bikin. Dixwazin Mîsaka Mîllî careke din nû bikin. Loma gelek aliyên civakî van hevdîtinan xeter dibînin. Em di hewledaneke pir berfireh de ne ku xîzbên siyasî tevahiya başûrê Kurdistane bînîn cem hev û em bikaribîn li hemberî van hewledanên qirêj bisekinin. Çimkî dewleteke weke Tirkiye dest ji planên xwe yên qirêj  bernade û ji bo ku pêk bîne jî  wê serî li hemû rê û rêbazên dijî hiqûqê pêk bîne.   'JI BO DAGIRKIRINA XAKA KURDISTANÊ AMADEKARIYÊN MEZIN HENE'   Piştî van hevdîtinên dawî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pirsên rojnamevanan bersivandin û careke din Şengal hedef nîşan da. Piştî hevdîtinên ku li herêmê pêk hatin gelo ev daxuyanî rashatineke?    Piştî hevdîtina Halûsî Akar Erdogan sînyalên êrîşkirina ser Şengalê da. Ne tenê Şengal di heman demê de amadekariyê dikin ku êrîşî Dêrîka Kurdistanê jî bikin. Tu axaftinên Erdogan ne rashatinin.Ji bo dagirkirina Kurdistanê plan û armancên Erdogan ên mezin hene. Îro em dibînin ku ev planên ku bi destê DAÎŞ'ê pek nehatine,Tirkiye dixwaze bi fîîlî  pêk bînê û  ji bo wê jî niha di nav lîv û tevgerê de ye. Plana serekî jî ew e ku dixwaze civaka Êzidî bi qirkirinekî re rû bi rû bihêle. Di heman demê de dixwaze ku dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Bi rê û rêbazên çeteyên DAÎŞ'ê tevdigere. Em dixwazin bêjin ku di hevdîtina dawî de jî dixwazin bibîn hevkarên peymana Hewler û Bexdayê û bi vî awayî êrîşî Şengalê bikin. Loma niha ev rewş di merheleyeke pir hesas de ye. Lazime ji hêla her Kurdekî ve civaka me ya Êzidî bê parastin û erk û peyvira xwe ya li hemberî Êzidiyan pêk bîne. Em dibînîn ku civaka Êzidî li ser piyane û li dijî van planên qirêj berxwe dide. Ev çend mehin Êzidî li qadan in. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze pêngava dagirkirinê, bi tunekirina civaka Êzidî dest pê bike. Lazime ku em bi hesasiyeteke mezin nêzî vê mijarê bibîn. Divê herkes ji aliyekî ve têkoşîna xwe mezin û bilind bike.    'DEWLETA TIRKIYEYÊ JI HER ALIYÎ VE BAŞÛR DAGIR DIKE'    Li dijî van geşedanên dawî li herêmê bertekên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gel bi çi rengî ne?    Li başûrê Kurdistanê gel li hemberî plan û hewledanên dagirkirinê bi berteke. Di her qadan de jinan, ciwanan, rewşenbîran û pêkhatiyên civakê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Her qadên civakê li hemberî van planan bi çalakiyên cuda disekinin. Di hêla siyasî de jî ev bertek didomin. Lê belê ev berteke negihiştine wê astê ku bikaribe bi rêbazeke pratîk li hemberî planên Dewleta Tirkiyeyê yên têkbirinê bisekine. Ji ber wê divê têkoşîneke mezin bê meşandin. Li her bajêrên başûr gel li ser piyan bû. Li tevî hemû tundî û astengiyên asayîşê gel nesekînî. Çalakiyên cuda cuda hîn jî didomin. Lê têra nake. Loma em dibêjîn têkoşîneke mezintirin pêwîste. Bi taybetî jî erk û peyvireke mezin dikeve ser milê jinan ku em bikaribin rol û mîsyona xwe bilizîn. Em dibînîn ku  li Başûrê Kurdistanê sedemên  cuda hene. Di serî de gel li dijî nedayîna mûçeyan li ser piyan bû. Lê di bingeha xwe de gel ne tenê li dijî nedayîna mûçeyan, di heman demê de li dijî rewşa aborî,siyasî,hiqûqî û civakî jî bi bertek in. Gel ji hikûmetê çareseriyeke cuda dixwaze. Herkes dixwaze ku mafê xwe bigire. Gel dixwaze li ser xaka xwe bêyî pirsgirîkên aborî û siyasî jiyan bike. Sedemên hemû pirsgirîkên başûr Dewleta Tirkiyeyê. Dagirkerî ne tenê ji aliyê leşkerî ye. Hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyê fikrî ve jî xaka Başûr dagir dike. Bi rêya ragihandinê, bi rêya bazirganiyê û karên cuda cuda planên dagirkeriyê li ser civaka me tê meşandin. Li dijî van planan hişyariyeke cidî lazim e.   'JI BO HEVDÎTINA BI HIKÛMETA HERÊMÊ RE  KCK ERÊNÎ NÊZ BÛ'   Weke KNK ji bo têkbirina van polîtîkayan hûn li herêmê xebateke çawa didine meşandin?    Hewledanên Tirkiyeyê ya ji bo destpêkirina şereke navxweyî ya Kurdistanê heye. Lê diyare ku ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê planên taybet tên meşandin. Me dît ku ji minteqa Garê û heta ku minteqên din hêzên Kurd hatin berhev û hîn nakokiyên leşkerî li van minteqan çêbûn. Hewledana şereke mezin a li ser axa Kurdistanê her hebû. Em weke KNK bi rêbazeke cidî nêzikî vê mijarê bûn. Li dijî qeyrana heyî me civînên rojane  li dar xistin ku em bikaribin pêşiya şereke navxweyî yê Kurdan bigirin. Heger tişteke wiha çê bibe wê bandora vê sedsalan bidome û gelê Kurd paşve bibe. Ev jî nabe deskeftiyeke Kurd, wê bibe deskeftiya dijminên me.Loma weke KNK piştî ku jora qeyranê hat damizirandin, ji hêla me ve  şandeyek hat destnîşan kirin û me bi hemû sazî û dezgehên Kurd yên heremê re raste rast hevdîtin pêk anîn. Me got ku bila  nakokiyên heyî ne bi riya çekan, bila bi riya diyalogê bê çareserkirin. Çimkî ev şere malwêranî ye. Di van hevdîtinan de daxwaziya me bi taybetî jî ji her du aliyan jî  ew bû ku hevdîtinên PKK û PDK'ê çê bibîn û li ser vê mijarê nîqaş bên kirin. Me dît ku têkîldarî vê daxwaza me KCK'ê  nameyek şand û erênî nêzikî vê mijarê bûn. Lê PDK'ê bersiv neda. Demeke dirêj em benda bersivê bûn, lê bersivek nehat dayîn. Ji bo ku em diyalogê pêş bixin me li ser Onlînê konferanseke li dar xist. Ev konferans bi beşdarbûna hejmareke pir zêde pêk hat. Her çar perçeyên Kurdistanê beşdarbûn çêbû. Di encama vê konferansê de daxuyaniyeke giştî hat dayîn. Biryar hat dayîn ku şandeyeke serbixwe ku bandora wan li ser civaka me heye pêk were. Niha pêngava duyemîn ev e. Ev şande dê bê darizandin û ji 11 kesan wê pêk were û wê hevdîtinan berdewam bikin. Di heman demê de planên konferansên cuda tên amadekirin. Ji ber şewbê civînên rû bi rû zehmet in.Lê em weke KNK malperên civakî bikar tînin. Di heman demê de li gel parlementerên başûrê Kurdistanê kareke hevbeş tê meşandin. Di qada jinê de jî em weke komîsyona dîplomasî ya jinê ya KNK'ê ji bo ragihandina dagirkirina Kurdistanê xebateke berfireh didin meşandin. Em bi bawerîn ku em ê bi rihê yêkitiya netew van pirsgirîkan ji holê rabikin.   'JI BO NETEWA YÊKITIYA KURD DERÎ VEKIRI YE'   Li gorî we di vê pêvajoyê de divê sazî û rêxistinên kurdan helwesteke çawa nîşan bidin?    Li ser hemû sazî û dezgehên Kurd xeteriyeke mezin heye. Îro em di merheleyek hesas de ne. Lazime îro di nav Dewleta Iraqê de parastina vê statuyê û deskeftiyan de têkoşîneke pir berfireh hebe. Loma erk û berpirsyariyeke berfireh dikeve ser milê her Kurdekî. Divê em rê li armanc û daxwazên Erdogan bigirin û deskeftiyên gelê Kurd biparêzin. Ne tenê biparêzin. Îro derfetên me hene ku em deskeftiyên mezin bi dest bixin. Ev bi riya yêkitiya netewî û bi riya yêkitiyê pêkane ye. Divê em li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin. Îro em dizanin ku li Kurdistanê mafê her Kurdekiye ku bi pergaleke demokratîk li ser xaka Kurdistanê jiyan bike. Ji bo Netewa Yekitiyê û tifaqa Kurd derî her tim vekiriye. Derfetên mezin destê me de hene. Di vê mijarê de hewledanên mezin tên meşandin. Ev hewledan dikarin pêşiya her cureyeke şer bigire û deskeftiyên berfireh bi xwe re bîne. Ev hêz û baweriya gelê Kurd heye. Em dibêjin ku em vê hêza xwe û potansiyela xwe bikar bînin û heta dawiyê dest bidin hev û serbikevin.   MA / Zeynep Dûrgût