Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin

  • rojane
  • 09:04 22 Çile 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Mehmet Antmen diyar kir ku bergiriyên kêm, bûne sedema mirina xizmetkarên tenduristiyê û got: "Li gorî bajarên Tirkiye herî zêde li Mêrsînê kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane." 
 
Kedkarên Tenduristiyê ku di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (covîd-19) de barekî giran dan ser milên xwe, di rewşa heyî de dibêjin “Em têkçûn”. Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê di sala 2020’an de li bajêr hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li bajêr 8 bijîşk û 16 kedkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen bal kişand ser pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn û wiha got: “Li bajêr hejmara pêketiyan zêde ye. Bi taybetî meha kanûnê hejmara pêketiyan a rojê derket hezar û 500’an. Piştî ku 1’ê mijdarê hin bergîrî hatin girtin hejmara rêjeya pêketiyan ket.” Antmen, da zanîn ku rojê li 250 kesan korona tê tespîtkirin û wiha axivî: “Hem li polîklînîkên nexweşxaneyan hem jî li lênêrîna awarte, hejmara nexweşan kêm bûye. Lê mixabin mirina kedkarên tenduristiyê nasekine. Bi taybetî Mêrsîn ji aliyê mirinên bijîşkan û giştiyî mirinên tenduristvanan di rewşeke xeternak de ye. Heke em bifikirin ku nifûsa Mêrsînê sedî 2’yê nifûsa Tirkiyeyê ye, wê demê divê em li bendê bin ku rêjeya tenduristvanên jiyana xwe ji dest didin jî sedî 2 be. Lê li Mêrsînê rêjeya mirinê sedî 5 e.”
 
BARÊ TENDURISVANAN ZÊDE BÛ
 
Antmen, destnîşan kir ku rêjeya mirinên kedkarên tenduristiyê gelek zêde ye û wiha berdewam kir: “Kêmbûna bergiriyên ku heta niha hatine girtin, belavnekirina ekîpmanên parastinê, xebitîna mecbûrî ya kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, rawestandina tayin, destûr û îstîfayan bû sedemê zêdebûna mirinan. Tenduristvanan ji aliyekî bi koronayê re têdikoşin ji aliyê din jî mecbûr dimînin ku bi barê giran ê kar re têbikoşin. Pêwistiya tenduristivanan ji her demê bêtir bi behnvêdanê heye. Divê tenduristvanek ji 8 saetan zêdetir nexebite lê li Tirkiyeyê kesên ku 12 û 24 saetan dixebitin hene. Ev jî dibe sedemê ku xebatkarê tenduristiyê zûtir nexweş bibin. Ev nexweşî jî dibe sedemê mirina wan.”
 
Antmen, xwest ku nexweşiya vîrûsa koronayê weke nexweşiya pîşeyî were qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha hikumet beyan dike ku vê nexweşiyê weke nexweşiyê pîşeyî qebûl dike lê ev ne rast e. Ji ber ku têkiliya sedemîtiyê digere. Dema xebatkarê tenduristiyê mir, heke îspat bike ku nexweşî an ji nexweşxaneyê an jî ji nexweşekê girti ye wê demê nexweşiya pîşeyî tê hesibandin. Heke vê yekê nekin, şewb nexweşiya pîşeyî nayê hesibandin. Divê xebatkarekî mecbûr nemîne ku vê yekê îspat bike.”
 
‘DIVÊ TENDURISTVAN BERDÊLÊ KEDA XWE BIGIRIN’
 
Antmen, bi lêv kir ku li nexweşxaneyên cemaweriyê ji meha mijdarê ve diravdayîna zêde nehatiye dayîn û wiha bi dawî kir: “Derbarê vê mijarê de spekulasyon tên kirin. Mirov diwestin, têk diçin û dimirin. Li rex vê yekê mirov ji aliyê aboriyê jî dikevin tengasiyê. Divê xebatkarên tenduristiyê berdêla civakî û aborî ya demê dixebitin bigirin.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

23/01/2021
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:03 Eskeran wesayit li kalê 70 salî qeliband
16:23 Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin
15:43 HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne
15:09 Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê kêm bûn
14:57 Li rêya Gever û Şemzînanê aşût ket xwar
14:21 Li 4 gundên Licê operasyon zêde bû
14:18 Li aktîvîsta TJA’yê Gul 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:07 Ozbek a tê angaştkirin hevjînê xwe kuştiye nehat berdan
13:50 Gunay: Polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê belav dibe
13:36 Ji kolberan 4 roj in agahî nayê girtin
13:11 Rojnameger Ûgûr Mûmcû hat bibîranîn
12:44 12 herêmên Colemêrgê heya dawiya salê hatin qedekirin
12:20 Wêneyên jinan weke ‘endamtiya rêxistinê’ servîs kirin
11:44 ‘Berpirsiyarê gefên Bahçelî desthilatdarî ye’
10:13 Deynê qeyûm nêzî milyarekê bû
09:54 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 57’an
09:10 Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin
09:09 Onder: Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê
09:08 Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne
09:08 Divê kesên di warê nexweşînê de hesas, bên derzîkirin
09:07 Li Wanê bajarîbûna çelexwarî
09:07 ‘Projeya rektorê qeyûm feraseta dîktayê ye'
09:05 Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim
09:04 Esnafên Enqereyê: Em bi deynan deynê xwe didin
09:04 Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin
09:03 Esnafên Şirnexê: Berpisiyarê têkçûna aboriyê dewlet e
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2021'AN
08:46 Li şûna girtî berdin, îşkence kirin
21/01/2021
20:36 159 kesên din jî mirin û 6 hezar û 289 kesên din jî pê ketin
16:30 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:51 Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst projeyên alternatîf dike hedef
15:46 Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê yên yekitiyê didomin
15:36 Doza tecawizê ya li GGM’ê ji bo mutaleyê hat taloqkirin
15:29 Girseyê bi strana 'Ozgurluk mahkumlari' polîs şermezar kirin
15:02 NLPMJS: Komên çekdar li Efrînê zêdeyî 149 jin revandin
14:53 Başaran: Bi tecrîdê şer gur dikin û kurdan tune dihesibînin
14:42 Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik
14:42 Polisan mudaxaleyî çalakiya ji bo tecrîd û greva birçîbûnê kir
14:41 Akademîsyenan bertek nîşanî rektorê qeyûm da: Şerma gerdûnî ye
13:44 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da
13:35 Tûran sitendina heqê zêde ya ji nexweşan ji Koca pirsî
13:21 Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn
13:03 AYM’ê derbarê Berberoglû de cara duyem biryara binpêkirinê da
13:03 Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû
12:50 27 hezar û 493 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye
12:23 Temel: Polîtîkaya tecrîdê dê bi têkoşîna topyekun bişkê
11:37 10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn
11:18 Çalakiya grevên birçîbûnê koma 12’emîn dewr girt
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan