Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin 2021-01-22 09:04:10   MÊRSÎN - Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Mehmet Antmen diyar kir ku bergiriyên kêm, bûne sedema mirina xizmetkarên tenduristiyê û got: "Li gorî bajarên Tirkiye herî zêde li Mêrsînê kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane."    Kedkarên Tenduristiyê ku di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (covîd-19) de barekî giran dan ser milên xwe, di rewşa heyî de dibêjin “Em têkçûn”. Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê di sala 2020’an de li bajêr hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li bajêr 8 bijîşk û 16 kedkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen bal kişand ser pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn û wiha got: “Li bajêr hejmara pêketiyan zêde ye. Bi taybetî meha kanûnê hejmara pêketiyan a rojê derket hezar û 500’an. Piştî ku 1’ê mijdarê hin bergîrî hatin girtin hejmara rêjeya pêketiyan ket.” Antmen, da zanîn ku rojê li 250 kesan korona tê tespîtkirin û wiha axivî: “Hem li polîklînîkên nexweşxaneyan hem jî li lênêrîna awarte, hejmara nexweşan kêm bûye. Lê mixabin mirina kedkarên tenduristiyê nasekine. Bi taybetî Mêrsîn ji aliyê mirinên bijîşkan û giştiyî mirinên tenduristvanan di rewşeke xeternak de ye. Heke em bifikirin ku nifûsa Mêrsînê sedî 2’yê nifûsa Tirkiyeyê ye, wê demê divê em li bendê bin ku rêjeya tenduristvanên jiyana xwe ji dest didin jî sedî 2 be. Lê li Mêrsînê rêjeya mirinê sedî 5 e.”   BARÊ TENDURISVANAN ZÊDE BÛ   Antmen, destnîşan kir ku rêjeya mirinên kedkarên tenduristiyê gelek zêde ye û wiha berdewam kir: “Kêmbûna bergiriyên ku heta niha hatine girtin, belavnekirina ekîpmanên parastinê, xebitîna mecbûrî ya kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, rawestandina tayin, destûr û îstîfayan bû sedemê zêdebûna mirinan. Tenduristvanan ji aliyekî bi koronayê re têdikoşin ji aliyê din jî mecbûr dimînin ku bi barê giran ê kar re têbikoşin. Pêwistiya tenduristivanan ji her demê bêtir bi behnvêdanê heye. Divê tenduristvanek ji 8 saetan zêdetir nexebite lê li Tirkiyeyê kesên ku 12 û 24 saetan dixebitin hene. Ev jî dibe sedemê ku xebatkarê tenduristiyê zûtir nexweş bibin. Ev nexweşî jî dibe sedemê mirina wan.”   Antmen, xwest ku nexweşiya vîrûsa koronayê weke nexweşiya pîşeyî were qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha hikumet beyan dike ku vê nexweşiyê weke nexweşiyê pîşeyî qebûl dike lê ev ne rast e. Ji ber ku têkiliya sedemîtiyê digere. Dema xebatkarê tenduristiyê mir, heke îspat bike ku nexweşî an ji nexweşxaneyê an jî ji nexweşekê girti ye wê demê nexweşiya pîşeyî tê hesibandin. Heke vê yekê nekin, şewb nexweşiya pîşeyî nayê hesibandin. Divê xebatkarekî mecbûr nemîne ku vê yekê îspat bike.”   ‘DIVÊ TENDURISTVAN BERDÊLÊ KEDA XWE BIGIRIN’   Antmen, bi lêv kir ku li nexweşxaneyên cemaweriyê ji meha mijdarê ve diravdayîna zêde nehatiye dayîn û wiha bi dawî kir: “Derbarê vê mijarê de spekulasyon tên kirin. Mirov diwestin, têk diçin û dimirin. Li rex vê yekê mirov ji aliyê aboriyê jî dikevin tengasiyê. Divê xebatkarên tenduristiyê berdêla civakî û aborî ya demê dixebitin bigirin.”   MA / Omer Akin