Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî

img

ENQERE - Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku di AKP'ê de bi salan peywirên girîng bi dest jinên sergirtî neketiye. Parlementera HDP'î Huda Kaya jî destnîşan kir ku AKP'ê her tim şerpayê îstismar kiriye. 

 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, ji bo jinên sergirtî yên CHP'î gotibû: "Mankenên vîtrînê." Bertekên li dijî vê gotinê didomin. Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ev yek nirxandin. 
 
MESELE NE ŞERPA YE 
 
Unsal, anî ziman ku li Tirkiyeyê nîqaşên derbarê şerpayê de nemane û şerpa êdî tê îstismarkirin. Unsal, ji bo gotinên Erdogan ku gotibû "mankenên vîtrînê" jî anî ziman ku mesele ne meseleya jinên bişerpa ye. 
 
‘DIXWAZE PIŞTGIRIYA JI DEST ÇÛYE ZÊDE BIKE' 
 
Unsal, bilêv kir ku Erdogan ji bo rayên ku ji dest çûne û piştgiriya ku kêm bûye zêde bike ev mijar suîstîmal kiriye û got: "Dixwaze rayan berhev bike. Daxuyaniyên Erdogan herî zêde jinên bişerpa rencîde dike. Mankena vîtrînî çi ye? Di her partiyê de kesên wiha hene û ev jî tiştekî asasyî ye. Di heman demê de ev tê wateya biçûkxistina jinên di nav partiyê de jî. Ne tiştekî rast e." 
 
OPERASYONA ERGENEKONÊ 
 
Unsal, bilêv kir ku gava di nav AKP'ê de bû, jinên bişerpa dihatin dîkekirin û di nav peywirên girîng ên partiyê de pir cih nedidan wan. Unsal got: "Min di civîna îstîşareyê ya 2010'an de got, divê di hilbijartina 2011'an de jinên bişerpa jî bibin namzet. Di bûyera Merve Kavakçiyê de şerpa wekî têhilanîneke siyasî hat dîtin û qedexekirin. Ji bo rakirina vê qedexeyê, min xwest nazmetên bişerpa jî hebin. Wê demê ji bo kesên ku dixwestin kesên bişerpa bibin namzet û kampanya li dar dixistin, digotin 'Ergenekon operasyonê dike.' Gava min got bi namzetên bişerpa jî hebin, kesî negot 'belê, helbet.' Li meclîsê şerpa ne qedexe bû. Qedexeyeke fiîlî hebû. Di sala 2013'an de jî bêyî ku guherînek çêbibe, parlementer gava ji Hecê hatin, bi şerpa hatin meclîsê. Li meclîsê meseleya şerpayê hat helkirin û zûzûka bandor li qadên din jî kir. Gava meriv vê rastiya jinên bişerpa nebîne û rabe bibêje manekn, ev neheqiyeke pir mezin e." 
 
‘PEYWIR NEDAN WAN' 
 
Unsal, detnîşan kir ku AKP'ê di demên xwe yên ewil de heta demeke dirêj jî peywirên girîng nedidan jinên bişerpa û got: "AKP, xwe wekî mîmarê çareseriyê nîşan dide lê belê em baş dizanin bê çawa xwestiye têkoşîna jinên bişerpa qels bike û ew ceza kirine. 5 milyon endamên jin ên AKP'ê hebûn û ji sedî 90'ê wan sergirtî bûn, lê belê heta demeke dirêj jî ev kes nikaribûn di bin banê Serokatiya Baskên Jinan de peywirê bigirin. Nexasim jî li bajarên rojavayê jinên sergitî nikaribûn bibin serokê baskên jinan. Gava me got bi namzetên jin ên sergirtî jî hebin, kesên li ber vê radibûn jî digotin 'çima nebin', lê kesên piştgiriya Merve Kavakçiyê dikirin, digotin 'ne wextê wê ye.' Çima? Li pêşeng xwe dinerîn, ji lewra wî bigota çi gere wisa bûna." 
 
Unsalê bilêv kir ku kesên bişerpa heya sala 2002'yan jî çi bi devkî çi jî bi liv û tevgerên xwe li dijî vê qedexeyê rabûn û got: "Piştî sala 2002'yan, çendî ku qedexe dewam dikir jî lê belê hejmara van kesan kêm bû. Tim dihatin çewisandin. Di dema AKP'ê de jî jin bi salan li ber vê ranebûn." 
 
Unsalê destnîşan kir ku rakirina qedexeya şerpayê ne serketine siyasî ye, mafek e. 
 
‘BILA ÎSTISMAR NEKIN' 
 
Unsal got: "Gotina 'mankena vîtrînî' rengevdana binhişiyê ye." Unsal, diyar kir ku şerpa tu partiyeke siyasî temsîl nake û ji bo daxuyaniyên AKP'ê jî got: "Daxuyaniyên AKP'î wekî 'kesên goran dikolin.' Em baş dizanin bê me çi kişandiye. Ji kerema xwe bila îstismar nekin. Bila me rihet bihêlin." 
 
‘ÎSTISMAR KIRIN' 
 
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku îqtidar bê mijarê îstisra dike. Kaya, bilêv kir ku AKP 18 sal in her cara ku ditengije mijara şerpayê îstismar dike û got: "18 sal derbas bûn, lêê mixabin kesên wekî Fîkrî Saglar difikirin, baş dizanin ku AKP li rojeveke wiha digere. Ji bo AKP'ê dibin rêya xelasiyê. Ev zimanê muxalefetê yê fanatîzmê û nekêr, sebeba hebûna AKP'ê ye." 
 
‘BEHSA JINAN NEKIN' 
 
Kaya, destnîşan kir ku di her du waran de jî nêzîkatiyên werê yên îstismarkirinê qebûl nakin û got: "Cîhan di sedsala 21'ê de ye, lê zilamên me yên siyasetmedar hîn jî behsa kincên jinan dikin, şerm nakin. Be sbehsa jinan bikin. Em restê dikişînin. Em jinên sergirtî û nesergirtî ji bo piştevaniyê û xwedîderketina li hev du de di rojên zor ûz ehmet de ne. Her roj jin tên kuştin. Her roj tahde li jinan tê kirin, her roj bi tecawizê û tacizê dibin rojev. Nan û kar bi dest jinan nakeve. Jin ketine etra jiyanê. Em vê paşverûtiyê red dikin." 
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn