Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî 2021-01-03 09:10:08 ENQERE - Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku di AKP'ê de bi salan peywirên girîng bi dest jinên sergirtî neketiye. Parlementera HDP'î Huda Kaya jî destnîşan kir ku AKP'ê her tim şerpayê îstismar kiriye.    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, ji bo jinên sergirtî yên CHP'î gotibû: "Mankenên vîtrînê." Bertekên li dijî vê gotinê didomin. Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ev yek nirxandin.    MESELE NE ŞERPA YE    Unsal, anî ziman ku li Tirkiyeyê nîqaşên derbarê şerpayê de nemane û şerpa êdî tê îstismarkirin. Unsal, ji bo gotinên Erdogan ku gotibû "mankenên vîtrînê" jî anî ziman ku mesele ne meseleya jinên bişerpa ye.    ‘DIXWAZE PIŞTGIRIYA JI DEST ÇÛYE ZÊDE BIKE'    Unsal, bilêv kir ku Erdogan ji bo rayên ku ji dest çûne û piştgiriya ku kêm bûye zêde bike ev mijar suîstîmal kiriye û got: "Dixwaze rayan berhev bike. Daxuyaniyên Erdogan herî zêde jinên bişerpa rencîde dike. Mankena vîtrînî çi ye? Di her partiyê de kesên wiha hene û ev jî tiştekî asasyî ye. Di heman demê de ev tê wateya biçûkxistina jinên di nav partiyê de jî. Ne tiştekî rast e."    OPERASYONA ERGENEKONÊ    Unsal, bilêv kir ku gava di nav AKP'ê de bû, jinên bişerpa dihatin dîkekirin û di nav peywirên girîng ên partiyê de pir cih nedidan wan. Unsal got: "Min di civîna îstîşareyê ya 2010'an de got, divê di hilbijartina 2011'an de jinên bişerpa jî bibin namzet. Di bûyera Merve Kavakçiyê de şerpa wekî têhilanîneke siyasî hat dîtin û qedexekirin. Ji bo rakirina vê qedexeyê, min xwest nazmetên bişerpa jî hebin. Wê demê ji bo kesên ku dixwestin kesên bişerpa bibin namzet û kampanya li dar dixistin, digotin 'Ergenekon operasyonê dike.' Gava min got bi namzetên bişerpa jî hebin, kesî negot 'belê, helbet.' Li meclîsê şerpa ne qedexe bû. Qedexeyeke fiîlî hebû. Di sala 2013'an de jî bêyî ku guherînek çêbibe, parlementer gava ji Hecê hatin, bi şerpa hatin meclîsê. Li meclîsê meseleya şerpayê hat helkirin û zûzûka bandor li qadên din jî kir. Gava meriv vê rastiya jinên bişerpa nebîne û rabe bibêje manekn, ev neheqiyeke pir mezin e."    ‘PEYWIR NEDAN WAN'    Unsal, detnîşan kir ku AKP'ê di demên xwe yên ewil de heta demeke dirêj jî peywirên girîng nedidan jinên bişerpa û got: "AKP, xwe wekî mîmarê çareseriyê nîşan dide lê belê em baş dizanin bê çawa xwestiye têkoşîna jinên bişerpa qels bike û ew ceza kirine. 5 milyon endamên jin ên AKP'ê hebûn û ji sedî 90'ê wan sergirtî bûn, lê belê heta demeke dirêj jî ev kes nikaribûn di bin banê Serokatiya Baskên Jinan de peywirê bigirin. Nexasim jî li bajarên rojavayê jinên sergitî nikaribûn bibin serokê baskên jinan. Gava me got bi namzetên jin ên sergirtî jî hebin, kesên li ber vê radibûn jî digotin 'çima nebin', lê kesên piştgiriya Merve Kavakçiyê dikirin, digotin 'ne wextê wê ye.' Çima? Li pêşeng xwe dinerîn, ji lewra wî bigota çi gere wisa bûna."    Unsalê bilêv kir ku kesên bişerpa heya sala 2002'yan jî çi bi devkî çi jî bi liv û tevgerên xwe li dijî vê qedexeyê rabûn û got: "Piştî sala 2002'yan, çendî ku qedexe dewam dikir jî lê belê hejmara van kesan kêm bû. Tim dihatin çewisandin. Di dema AKP'ê de jî jin bi salan li ber vê ranebûn."    Unsalê destnîşan kir ku rakirina qedexeya şerpayê ne serketine siyasî ye, mafek e.    ‘BILA ÎSTISMAR NEKIN'    Unsal got: "Gotina 'mankena vîtrînî' rengevdana binhişiyê ye." Unsal, diyar kir ku şerpa tu partiyeke siyasî temsîl nake û ji bo daxuyaniyên AKP'ê jî got: "Daxuyaniyên AKP'î wekî 'kesên goran dikolin.' Em baş dizanin bê me çi kişandiye. Ji kerema xwe bila îstismar nekin. Bila me rihet bihêlin."    ‘ÎSTISMAR KIRIN'    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku îqtidar bê mijarê îstisra dike. Kaya, bilêv kir ku AKP 18 sal in her cara ku ditengije mijara şerpayê îstismar dike û got: "18 sal derbas bûn, lêê mixabin kesên wekî Fîkrî Saglar difikirin, baş dizanin ku AKP li rojeveke wiha digere. Ji bo AKP'ê dibin rêya xelasiyê. Ev zimanê muxalefetê yê fanatîzmê û nekêr, sebeba hebûna AKP'ê ye."    ‘BEHSA JINAN NEKIN'    Kaya, destnîşan kir ku di her du waran de jî nêzîkatiyên werê yên îstismarkirinê qebûl nakin û got: "Cîhan di sedsala 21'ê de ye, lê zilamên me yên siyasetmedar hîn jî behsa kincên jinan dikin, şerm nakin. Be sbehsa jinan bikin. Em restê dikişînin. Em jinên sergirtî û nesergirtî ji bo piştevaniyê û xwedîderketina li hev du de di rojên zor ûz ehmet de ne. Her roj jin tên kuştin. Her roj tahde li jinan tê kirin, her roj bi tecawizê û tacizê dibin rojev. Nan û kar bi dest jinan nakeve. Jin ketine etra jiyanê. Em vê paşverûtiyê red dikin."    MA / Berîvan Altan