Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin

  • rojane
  • 18:08 7 Kanûn 2020
  • |
img
 
 
ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku çû Şirnexê got: "Kobanê bi ruhê yêkitiyê li ber xwe da, em ê niha jî bi ruhê yêkitiyê re ji şerê navxweyî re bibêjin na. Em bi ruhê yekitiyê li ber lîstikên Osmaniyan rabin." 
 
Şandeya ku bi Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Oztûrk û parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz jî di nav de li Şirnexê serdana esnafan kirin. Şandeya li gundê Katran ê navçeya Cizîr a Şirnexê ji hêla HDP'yîyan ve hate pêşwazîkirin, piştre derbasî Şirnexê bû. Li ser navê heyetê hevseroka KCD'ê Leyla Guven li avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Guven, di daxuyaniyê de bal kişand ser grevên birçîbûnê û yêkitiya neteweyî. Guven, bang li hemû hêzên kurd kir ku li ber şerê navxweyî rabin û anî ziman ku gelê kurd divê bi ruhê yêkitiya neteweyî xwedî li berxwedana zindanan derbikeve.
 
'ÎRADEYA KURD TESLÎM NEBÛ'
 
Guven, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê kurd li hemberî zilm û zordestiyê tu caran serê xwe netewandiye û wiha axivî: "Gelek gel ji hêla dewleta tirk ve bi qirkirinê hatin tunekirin. Heman qirkirin ji bo gelê gelê kurd jî hatiye destpêkirin. Lê gelê kurd tu carî serê xwe netewand û hebûna xwe heta roja me ya îro anî. Vê zilm û zordariyê herî zêde dayîkên me dizanin. Yan malên wan talankirine, yan bi ser malên wan de hatine girtine û yan jî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Hûn hemû jî vê baş dizanin. Lê belê hinek tişt hene êrîş çêdibin, gel li hemberî wan dibêje tiştê ku ez bikim nema û teslîm dibe. Lê li Botanê îradeya gel tu caran li hemberî zilm û zordestiyê serê xwe netewandiye. Em vê îradeyê di jêrzemînên Cizîrê de dizanin. Em vê îradeyê di şexsiyeta Mehmet Tunc, Sevê û Pakizeyan de dizanin ku Botan tu caran serê xwe natewîne. Ji Şex Seîd heta Seyîd Riza û heta Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan kesekî li hemberî zilma wan serê xwe netewand. Ji vê demê şûnde jî li hemberî zilma AKP û MHP'ê em jin, ciwan û gelê kurd em ê serê xwe natewînin. Malên me xera kirin, dibe ku dilê me êşandin. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Ew ciwanên me spartîn axê em tu caran jibîr nakin. Em îro dîsa li Botanê dilê Kurdistanê, em dibêjin ku em li ber şehîdên xwe bejna xwe ditewînin. Em dibêjin bîranîna wan wê her tim rêya me ronî bike."
 
'ÊRÎŞ LI DIJÎ GELÊ KURD IN'
 
Guven, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand li ser operasyonên li dijî KCD'ê û bilêv kir ku dewlet bi operasyonên qirkirinê dixwaze KCD'ê terorîzê bike û wiha dom kir: "Zilma li hemberî gelê kurd bi her şêwazî berdewam dike. KCD, di sala 2011'an de hatî avakirin û ji wê rojê heta niha ji bo ku pirsgirika kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin xebatên xwe meşandine. Lê KCD îro ji aliyê dewletê ve hatiye terorîzekirin. Roja ku kongreya me hatî damizirandin heta niha xebatên me berbiçav in.Tişteke veşartî me nedaye meşandin. Ev kongre kongreya gelê Kurdistanê ye. Delegebûna vê kongreyê ne sûc e. Di xebatên KCD'ê de cihgirtin ne sûc e. Bi van operasyonan dixwazin ku me sucdar bikin û ji kongreya me re sûcek derbixînin. Mesele ne KCD'e, HDP, TJA, DBP ye. Mesele kurd û Kurdistanî ye. Êrîşan wan li hemberî kurdan e. Ew armanc dikin me cuda cuda bi nav bikin û me ji hev du qut bikin. Pêwîste em van lîstîkan baş bizanin. Em jî dibêjin ku ji bo ku em xebatên KCD'ê bimeşînin hewceyî ne bi avahiyan heye. Tişta girîng cesareta me ye. Em di bin siwanên saziyên me yên cuda cuda de em xebatên xwe dimeşînin. Ew bi van êrîşan nikarin me bidin rawestandin. Şaredariyên me desteserkirin û destnedayina parlementeriya me rakirin. Gotin ku me deskeftiyên wan desteser kirin, dibe ku kurd bitirsin û êdî dengê xwe dernexin. Lê niha em dibînin ku li Colemêrgê, Wanê, Amedê û li ku derê kurdek hebe li ber xwe didin û li ser pêyan e. Çima kurdan dest bi pêngaveke nû kiriye. Gotine yan azadî , yan azadî. Hem ji bo serokê gelê kurd û hem jî ji bo tevahiya zindanan azadiyê dixwazin."
 
'WEXTA KU NEYAR TÊK DIÇE, ZILMA XWE ZÊDE DIKE'
 
Leyla Guven, anî ziman ku zêdekirina êrîşan tê wateya têkçûna hikûmetê û wiha lê zêde kir: "Ji bo azadiya birêz Ocalan hemleyeke nû hat destpêkirin. Em jî dibêjin ku dem dema yêkitiyê ye, dem dema azadiyê ye. Ji bo vê çi pêwîste? Pêwîstiya herî mezin moral e. Divê em moralê xwe bilind bigirin. Em nebêjin ku me wenda kiriye. Me wenda nekiriye hevalno. Li hemberî me kesên ku wenda kiriye dewleta Tirkiyeyê ye. Hevalên me bi qehremanî heta dawiyê têkoşîna xwe meşandin. Îro yên di zorê de, ne kurd in. Kurd li çar perçeyan hîn li ser soza xwe û doza xwe ne. Ka AKP û MHP li ku ne? Tune ne. Di aliyê de aborî de têk çûne. Ji aliyê siyasî ve têk çûye û ji aliyê dîplomasiyê ve têk çûne. Îro biçin hilbijartinê wê wenda bikin. Ji ber wê jî har dibin, êrîş dikin û zilma xwe zêde dikin. Gotinek heye dibêjin ku, wexta neyar têk diçe, zilma xwe zêde dike."
 
'LI HEMBERÎ LÎSTOKÊN OSMANIYAN EM YÊKITIYA XWE MEZIN BIKIN'
 
Guven, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan hatine destpêkirin kir û anî ziman ku divê bi ruhê yêkitiyê berxwedan zêde bibe û wiha got: "Niha di zindanan de hevalên me ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di greva birçîbûnê de ne. Em li Botanê ji zindanan re silaveke gerim dişînin û em dibêjin berxwedan jiyan e. Hevalên me di bin şert û mercên zehmet de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev tişteke ehlaqî û wîjdanî ye. Di destê van girtiyan de tenê canê wan heye. Di zindanan de ji xeynî vê tu derfetên wan tune ne. Ji bo kurd û Kurdistanê canê xwe feda dikin. Hewceye ku em jî li dora wan bicivin. Ji bo ku ev çalakî bigihîje armanca xwe em hewl bidin û li ber xwe bidin. Me di 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir. Em bi hezaran kes di zindanan de, ketin çalakiya birçîbûnê. Girtiyê azadiyê wê çaxê jî bi ruheke fedayî canê xwe dan. Ez Zulkufan, Aytenan bi rêzdarî bibîrtinim. Bila êdî ev barê giran li ser milê zindanan nemîne. Em jî ji derve wekî malbatan, weke welatparêz û gelê Kurd xwedî li wan derbikevin û wan tenê nehêlin. Em hêvî dikin ku dê di demeke nêz de çalakiya wan deng bide û encam bigirin. Van rojên zor û zehmet em ê bi ruhê yekitiyê derbas bikin. Ji bo wê jî niha hîn neyar dixwazin hêzên kurd bînin hemberî hev du. Ji bo wê jî me gelek caran bang kir û em niha careke din li Botanê bang dikin, em dibêjin bila kurd neyên van lîstîkên qirêj. Naxwazin gelê kurd bibe tifaq. Çima? Kengî gelê kurd bibe tifaq wê çaxê dijmin zêde dibin. Çawa ku li Rojavayê bajarê Kobaniyê bi ruhê yêkitiyê li ber xwe da, em ê niha jî bi ruhê yêkitiyê re ji şerê navxweyî re bibêjin na. Em ji hêzên kurd rica dikin ku neyên lîstîkên Osmaniyan. Dixwazin Kurdistanê hemû dagirker bikin. Pêwîste em li hemberî wan bisekinin û li hemberî lîstîkên dijmin yêkitiya xwe mezin bikin."
 
Piştî daxuyaniyê şandeyê serdana esnafan kirin. 
 
Dê şande heya 10 rojan li Şirnexê be û serdana malbatan bike. 

Sernavên din

10/12/2020
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?
11:08 Lijneya Ewlehiyê li Silêmaniyê ketin û derketina bajar qedexe kir
10:25 Li bajarên heremê berf û baran bi bandor dibe
10:17 Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe
09:56 Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir
09:43 Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin
09:17 Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine
09:17 Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e!
09:17 Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin
09:16 ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe'
09:16 'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket'
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye