Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin 2020-12-07 18:08:42       ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku çû Şirnexê got: "Kobanê bi ruhê yêkitiyê li ber xwe da, em ê niha jî bi ruhê yêkitiyê re ji şerê navxweyî re bibêjin na. Em bi ruhê yekitiyê li ber lîstikên Osmaniyan rabin."    Şandeya ku bi Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Oztûrk û parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz jî di nav de li Şirnexê serdana esnafan kirin. Şandeya li gundê Katran ê navçeya Cizîr a Şirnexê ji hêla HDP'yîyan ve hate pêşwazîkirin, piştre derbasî Şirnexê bû. Li ser navê heyetê hevseroka KCD'ê Leyla Guven li avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Guven, di daxuyaniyê de bal kişand ser grevên birçîbûnê û yêkitiya neteweyî. Guven, bang li hemû hêzên kurd kir ku li ber şerê navxweyî rabin û anî ziman ku gelê kurd divê bi ruhê yêkitiya neteweyî xwedî li berxwedana zindanan derbikeve.   'ÎRADEYA KURD TESLÎM NEBÛ'   Guven, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê kurd li hemberî zilm û zordestiyê tu caran serê xwe netewandiye û wiha axivî: "Gelek gel ji hêla dewleta tirk ve bi qirkirinê hatin tunekirin. Heman qirkirin ji bo gelê gelê kurd jî hatiye destpêkirin. Lê gelê kurd tu carî serê xwe netewand û hebûna xwe heta roja me ya îro anî. Vê zilm û zordariyê herî zêde dayîkên me dizanin. Yan malên wan talankirine, yan bi ser malên wan de hatine girtine û yan jî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Hûn hemû jî vê baş dizanin. Lê belê hinek tişt hene êrîş çêdibin, gel li hemberî wan dibêje tiştê ku ez bikim nema û teslîm dibe. Lê li Botanê îradeya gel tu caran li hemberî zilm û zordestiyê serê xwe netewandiye. Em vê îradeyê di jêrzemînên Cizîrê de dizanin. Em vê îradeyê di şexsiyeta Mehmet Tunc, Sevê û Pakizeyan de dizanin ku Botan tu caran serê xwe natewîne. Ji Şex Seîd heta Seyîd Riza û heta Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan kesekî li hemberî zilma wan serê xwe netewand. Ji vê demê şûnde jî li hemberî zilma AKP û MHP'ê em jin, ciwan û gelê kurd em ê serê xwe natewînin. Malên me xera kirin, dibe ku dilê me êşandin. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Ew ciwanên me spartîn axê em tu caran jibîr nakin. Em îro dîsa li Botanê dilê Kurdistanê, em dibêjin ku em li ber şehîdên xwe bejna xwe ditewînin. Em dibêjin bîranîna wan wê her tim rêya me ronî bike."   'ÊRÎŞ LI DIJÎ GELÊ KURD IN'   Guven, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand li ser operasyonên li dijî KCD'ê û bilêv kir ku dewlet bi operasyonên qirkirinê dixwaze KCD'ê terorîzê bike û wiha dom kir: "Zilma li hemberî gelê kurd bi her şêwazî berdewam dike. KCD, di sala 2011'an de hatî avakirin û ji wê rojê heta niha ji bo ku pirsgirika kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin xebatên xwe meşandine. Lê KCD îro ji aliyê dewletê ve hatiye terorîzekirin. Roja ku kongreya me hatî damizirandin heta niha xebatên me berbiçav in.Tişteke veşartî me nedaye meşandin. Ev kongre kongreya gelê Kurdistanê ye. Delegebûna vê kongreyê ne sûc e. Di xebatên KCD'ê de cihgirtin ne sûc e. Bi van operasyonan dixwazin ku me sucdar bikin û ji kongreya me re sûcek derbixînin. Mesele ne KCD'e, HDP, TJA, DBP ye. Mesele kurd û Kurdistanî ye. Êrîşan wan li hemberî kurdan e. Ew armanc dikin me cuda cuda bi nav bikin û me ji hev du qut bikin. Pêwîste em van lîstîkan baş bizanin. Em jî dibêjin ku ji bo ku em xebatên KCD'ê bimeşînin hewceyî ne bi avahiyan heye. Tişta girîng cesareta me ye. Em di bin siwanên saziyên me yên cuda cuda de em xebatên xwe dimeşînin. Ew bi van êrîşan nikarin me bidin rawestandin. Şaredariyên me desteserkirin û destnedayina parlementeriya me rakirin. Gotin ku me deskeftiyên wan desteser kirin, dibe ku kurd bitirsin û êdî dengê xwe dernexin. Lê niha em dibînin ku li Colemêrgê, Wanê, Amedê û li ku derê kurdek hebe li ber xwe didin û li ser pêyan e. Çima kurdan dest bi pêngaveke nû kiriye. Gotine yan azadî , yan azadî. Hem ji bo serokê gelê kurd û hem jî ji bo tevahiya zindanan azadiyê dixwazin."   'WEXTA KU NEYAR TÊK DIÇE, ZILMA XWE ZÊDE DIKE'   Leyla Guven, anî ziman ku zêdekirina êrîşan tê wateya têkçûna hikûmetê û wiha lê zêde kir: "Ji bo azadiya birêz Ocalan hemleyeke nû hat destpêkirin. Em jî dibêjin ku dem dema yêkitiyê ye, dem dema azadiyê ye. Ji bo vê çi pêwîste? Pêwîstiya herî mezin moral e. Divê em moralê xwe bilind bigirin. Em nebêjin ku me wenda kiriye. Me wenda nekiriye hevalno. Li hemberî me kesên ku wenda kiriye dewleta Tirkiyeyê ye. Hevalên me bi qehremanî heta dawiyê têkoşîna xwe meşandin. Îro yên di zorê de, ne kurd in. Kurd li çar perçeyan hîn li ser soza xwe û doza xwe ne. Ka AKP û MHP li ku ne? Tune ne. Di aliyê de aborî de têk çûne. Ji aliyê siyasî ve têk çûye û ji aliyê dîplomasiyê ve têk çûne. Îro biçin hilbijartinê wê wenda bikin. Ji ber wê jî har dibin, êrîş dikin û zilma xwe zêde dikin. Gotinek heye dibêjin ku, wexta neyar têk diçe, zilma xwe zêde dike."   'LI HEMBERÎ LÎSTOKÊN OSMANIYAN EM YÊKITIYA XWE MEZIN BIKIN'   Guven, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan hatine destpêkirin kir û anî ziman ku divê bi ruhê yêkitiyê berxwedan zêde bibe û wiha got: "Niha di zindanan de hevalên me ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di greva birçîbûnê de ne. Em li Botanê ji zindanan re silaveke gerim dişînin û em dibêjin berxwedan jiyan e. Hevalên me di bin şert û mercên zehmet de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev tişteke ehlaqî û wîjdanî ye. Di destê van girtiyan de tenê canê wan heye. Di zindanan de ji xeynî vê tu derfetên wan tune ne. Ji bo kurd û Kurdistanê canê xwe feda dikin. Hewceye ku em jî li dora wan bicivin. Ji bo ku ev çalakî bigihîje armanca xwe em hewl bidin û li ber xwe bidin. Me di 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir. Em bi hezaran kes di zindanan de, ketin çalakiya birçîbûnê. Girtiyê azadiyê wê çaxê jî bi ruheke fedayî canê xwe dan. Ez Zulkufan, Aytenan bi rêzdarî bibîrtinim. Bila êdî ev barê giran li ser milê zindanan nemîne. Em jî ji derve wekî malbatan, weke welatparêz û gelê Kurd xwedî li wan derbikevin û wan tenê nehêlin. Em hêvî dikin ku dê di demeke nêz de çalakiya wan deng bide û encam bigirin. Van rojên zor û zehmet em ê bi ruhê yekitiyê derbas bikin. Ji bo wê jî niha hîn neyar dixwazin hêzên kurd bînin hemberî hev du. Ji bo wê jî me gelek caran bang kir û em niha careke din li Botanê bang dikin, em dibêjin bila kurd neyên van lîstîkên qirêj. Naxwazin gelê kurd bibe tifaq. Çima? Kengî gelê kurd bibe tifaq wê çaxê dijmin zêde dibin. Çawa ku li Rojavayê bajarê Kobaniyê bi ruhê yêkitiyê li ber xwe da, em ê niha jî bi ruhê yêkitiyê re ji şerê navxweyî re bibêjin na. Em ji hêzên kurd rica dikin ku neyên lîstîkên Osmaniyan. Dixwazin Kurdistanê hemû dagirker bikin. Pêwîste em li hemberî wan bisekinin û li hemberî lîstîkên dijmin yêkitiya xwe mezin bikin."   Piştî daxuyaniyê şandeyê serdana esnafan kirin.    Dê şande heya 10 rojan li Şirnexê be û serdana malbatan bike.