‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'

  • rojane
  • 09:06 23 Cotmeh 2020
  • |
img

SÊRT - Dîmenên karmendê kadastroyê Oral K. ên dema ji bo îstilamkirina erdên di bin ava Bendava Ilisûyê de bimînin bertîl stendibûn derketibûn holê, lê belê dadgehê dîmenên derketibû holê wekî delîl qebûl nekiribûn. Şêniyê gund Mehmet Toprak bertek nîşan da û got: "Van kesan dîmen girtine. Ên bertîl stendiye û yê daye jî li holê ye." 

Ji ber Bendava Ilisûyê 199 qadên jiyanê di bin avê de man. Ji ber ku gelek avahî û erd di min avê de man, bedêla vê hin pere ji bo xwediyê mal û milakn hatibûn dayîn. Lê belê ev yek bûbû cihê nîqaşê û hîn jî tê nîqaşkirin. Di dema îstimlaqkirinê kesên nêzî îqtidarê perenî zêde girtin ên ne nêzî îqtidarê jî hindik girtin. Her wiha der barê bedêlên îstimlaqkirinê de gelek doz jî hatine vekirin. Hîn jî gelek doz dewam dikin. Lê belê di dema çêkirina bendavê de hin karmendan bertîl stendine.
 
Derbarê erdên mezrika Motît a gundê Sûikê yê navçeya Misirc a Sêrtê de hatibû gotin bertîl hatiye dayîn û ji ber vê di sala 2014'an de lêpirsîn dest pê kiribû. Piştî lêpirsînê karmendê Midûriyeta Tapû kadastro ya Sêrtê Oral K. jî di nav de derbarê 21 kesî bi sûcê "stendin û dayîna bertîlê" de doz hatibû vekirin. 
 
Piştî dîmen derketin holê hin gundiyan bertek nîşan da. 
 
Şêniyê gund Mehmet Toprak, anî ziman ku di dema kadastroyê de hin kesan bi destê karmendan xwestiye hin erdên wan derbasî ser navê hinan kirine û got: "Paşê em hîn bûn ku erdên me dane ser navê hin kesên din. Ev ax a bav û bavpîrên me ye, çima bêyî me dan hin kesên din." 
 
Toprak, diyar kir ku di sala 2011'an de di dema kadastroyê de hin gundiyan bi bertîlê dewra erda kiriye û got: "Di sala 2011'an de lêpirsînek dest pê dike. Piştî lêpirsînê doz tê vekirin. Em jî daxilî nav dozê bûn. Lê ên bertîlê didin belgeya bertîldayînê qeyd dikin. Ji ber ku zanibûne wê sibê dusibe nelihevkirinek çêbibe loma qeyd kirine. Çibû nizanim li axirê li hev nekirine û belgeya bertîldayînê dertê holê. Di qeydan de Oral K. bi awayekî aşkere bertîlê dixwaze. Bi ser de jî dibêje hin kes pişta wî digirin. Axirê ew jî ji kesên ku bertîlê didin dibêje ku bi wan nebawer e." 
 
Toprak got: "Di dîmenan de her tişt aşkere ye. Gotiye wê erdên bav û bavpîrên min çawa û bi çi awayî bide kê. Di dîmenan de xuyaye ku hatiye jiberkirin ku wê kî çi bibêje. Tew carinan tê dîtin ku yeko yeko bi wan dide jiberkirin. Ji axaftina wî diyar e ku bê dolabine çawa gerandine." 
 
Toprak, destnîşan kir ku bi qasî 90 milyon TL'yî pere hatiye xespkirin û got: "Ev erd tenê ne yên min in, ên xizmên min in jî. Niha hemû di bin avê de mane. Bi ser de hin kes rabûn ji me stendin. Oral K. kî ye, çima ev tişt kiriye? Dibêje hin kes li pişta wî ne. Ên li pişta wî ne kî ne? Dadgeh, dibêje delîleke ne li gor hiqû ye. Ên dîmen girtine ev kes bixwe ne. Ên bertîl stendine li holê ne. Oral K. wekî din di kadastroya kîjan gundiyan de cih girtiye? Ên zanibin, gelo tiştek bi wan jî kiriye? Ên li pişta Oral K. kî ne? Divê dewlet vê yekê bide ber lêpirsînê. Çima biryara beraetê dan." 
 
Toprak, anî ziman ku daxilî dozê bûne û wê dosyeya li dadgeha îstinafê bişopînin.
 
MA / Metîn Yoksû 

Sernavên din

25/10/2020
16:31 Mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: 40 binçavkirin
15:54 Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin
15:30 Rojnameger piştî 14 rojan kirin qawîşan
14:41 Hevserokên Bazîdê hatin berdan
14:32 Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: Gelek ciwan binçavkirin
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
09:12 Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
09:11 Payiza Geliyê Mûnzûrê
09:10 Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan
09:09 'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'
09:09 Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin
09:08 Ciwan: Xwediderketina li HDP'ê çareseriya pirsgirêkên me ye
09:07 Gundî bi destûrê dikarin biçin gundê xwe: Ev li tu devera cîhanê nîne
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN
08:44 Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girt: Hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin
23/10/2020
21:23 Li Tirkiyeyê Îro 2 hezar û 165 kes bi şewbê ketine
16:04 Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn
15:54 Aliyan ji bo Lîbyayê li ser 'agirbesta mayinde' li hev kirin
15:40 Ji bo zilamê îşkencekar 75 sal ceza hat xwestin
15:31 ÎHD’ê rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
14:53 9 sal bi ser erdheja Wanê re derbas bûn: Polîtîkaya pêçandina birînê top avêtiye
14:40 DÎB’ê rapora helikopterê amade kir: Hêj lêpirsîna îdarî venekirine
14:39 TMMOB: Projeya Wezîrê Bajarvaniyê dê zirarê bide sûran
14:11 Wezîr lêkirina dîwarê li Amedê parast
13:25 Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn
13:22 Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin
12:41 Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin
12:30 Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin
12:27 Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
12:02 Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket
12:01 Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin
11:19 Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin
10:46 Agir berda hucreya lê dima
10:36 10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn
10:25 Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin
10:15 Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin
09:42 Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike
09:34 Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin
09:10 DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî
09:09 Erbaş: Sedema bêhiqûqîtiyê neçaresekirina pirgsirêka kurd e
09:08 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin
09:08 Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin
09:07 Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin
09:07 Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe
09:06 ‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'
09:05 ‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê'
09:05 Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN
22/10/2020
19:52 Li Tirkiyeyê 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
19:48 'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin'
16:56 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn
16:24 Di doza Medenî Yildirim de bersûc wê beşdarî danişînan nebe
16:09 Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin
16:01 Vê carê li Elkê şewat derket
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin