‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne' 2020-10-23 09:06:38 SÊRT - Dîmenên karmendê kadastroyê Oral K. ên dema ji bo îstilamkirina erdên di bin ava Bendava Ilisûyê de bimînin bertîl stendibûn derketibûn holê, lê belê dadgehê dîmenên derketibû holê wekî delîl qebûl nekiribûn. Şêniyê gund Mehmet Toprak bertek nîşan da û got: "Van kesan dîmen girtine. Ên bertîl stendiye û yê daye jî li holê ye."  Ji ber Bendava Ilisûyê 199 qadên jiyanê di bin avê de man. Ji ber ku gelek avahî û erd di min avê de man, bedêla vê hin pere ji bo xwediyê mal û milakn hatibûn dayîn. Lê belê ev yek bûbû cihê nîqaşê û hîn jî tê nîqaşkirin. Di dema îstimlaqkirinê kesên nêzî îqtidarê perenî zêde girtin ên ne nêzî îqtidarê jî hindik girtin. Her wiha der barê bedêlên îstimlaqkirinê de gelek doz jî hatine vekirin. Hîn jî gelek doz dewam dikin. Lê belê di dema çêkirina bendavê de hin karmendan bertîl stendine.   Derbarê erdên mezrika Motît a gundê Sûikê yê navçeya Misirc a Sêrtê de hatibû gotin bertîl hatiye dayîn û ji ber vê di sala 2014'an de lêpirsîn dest pê kiribû. Piştî lêpirsînê karmendê Midûriyeta Tapû kadastro ya Sêrtê Oral K. jî di nav de derbarê 21 kesî bi sûcê "stendin û dayîna bertîlê" de doz hatibû vekirin.    Piştî dîmen derketin holê hin gundiyan bertek nîşan da.    Şêniyê gund Mehmet Toprak, anî ziman ku di dema kadastroyê de hin kesan bi destê karmendan xwestiye hin erdên wan derbasî ser navê hinan kirine û got: "Paşê em hîn bûn ku erdên me dane ser navê hin kesên din. Ev ax a bav û bavpîrên me ye, çima bêyî me dan hin kesên din."    Toprak, diyar kir ku di sala 2011'an de di dema kadastroyê de hin gundiyan bi bertîlê dewra erda kiriye û got: "Di sala 2011'an de lêpirsînek dest pê dike. Piştî lêpirsînê doz tê vekirin. Em jî daxilî nav dozê bûn. Lê ên bertîlê didin belgeya bertîldayînê qeyd dikin. Ji ber ku zanibûne wê sibê dusibe nelihevkirinek çêbibe loma qeyd kirine. Çibû nizanim li axirê li hev nekirine û belgeya bertîldayînê dertê holê. Di qeydan de Oral K. bi awayekî aşkere bertîlê dixwaze. Bi ser de jî dibêje hin kes pişta wî digirin. Axirê ew jî ji kesên ku bertîlê didin dibêje ku bi wan nebawer e."    Toprak got: "Di dîmenan de her tişt aşkere ye. Gotiye wê erdên bav û bavpîrên min çawa û bi çi awayî bide kê. Di dîmenan de xuyaye ku hatiye jiberkirin ku wê kî çi bibêje. Tew carinan tê dîtin ku yeko yeko bi wan dide jiberkirin. Ji axaftina wî diyar e ku bê dolabine çawa gerandine."    Toprak, destnîşan kir ku bi qasî 90 milyon TL'yî pere hatiye xespkirin û got: "Ev erd tenê ne yên min in, ên xizmên min in jî. Niha hemû di bin avê de mane. Bi ser de hin kes rabûn ji me stendin. Oral K. kî ye, çima ev tişt kiriye? Dibêje hin kes li pişta wî ne. Ên li pişta wî ne kî ne? Dadgeh, dibêje delîleke ne li gor hiqû ye. Ên dîmen girtine ev kes bixwe ne. Ên bertîl stendine li holê ne. Oral K. wekî din di kadastroya kîjan gundiyan de cih girtiye? Ên zanibin, gelo tiştek bi wan jî kiriye? Ên li pişta Oral K. kî ne? Divê dewlet vê yekê bide ber lêpirsînê. Çima biryara beraetê dan."    Toprak, anî ziman ku daxilî dozê bûne û wê dosyeya li dadgeha îstinafê bişopînin.   MA / Metîn Yoksû