'Dewletê biryara aştiyê xera kir'

  • rojane
  • 12:57 18 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 11 sal berê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demoratîk bang kir ku komek endamên PKK'ê çekan dîne û bên Tirkiyeyê. Li ser vê bangê koma aştiyê ku ji 34 kesên ji Qandîl û Mexlûrê pêk dihat, di 19'ê Cotmeha 2009'an de derbasî Tirkiyeyê bûn. Têkildarî 10'emîn salvegerê Endama Koma Aştiyê Ayşe Kara anî ziman ku wê demê ew ji bo aştiyek mayinde hatin, lê dewletê biryara aştiyê xera kir. 

 
Di 19'ê Cotmeha 2009'an de li ser banga Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Mexmûrê 34 Qasidên Aştiyê di sînorê Xabûrê re hatin Tirkiyeyê. Gelê Kurd, qasidên Aştiyê li ser sînor, bi girseya deh hezaran pêşwazî kir û ew hembêz kirin. Ji bo aştiyek mayinde û çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sala 1993’an heta niha her tim ji bo aştiyek demokratîk û mayinde têkoşîya. Ji sala 93’an heta niha 8 caran agirbest îlan kiriye û xwestiye aştiyê pêş bixe. Ji bo rê li pêş aştiyê veke di vê pêvajoyê de 3 komên aştiyê şandin Tirkiyeyê. Gavên şênber avêt."
 
Ocalan herî dawî di pêvajoya çareseriya demokratîk de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bibe, şensek dawî da hikûmetên Tirkiyeyê. Bang li rêveberiya PKK'ê û Mexmûrê kir û ji bo baweriyê xurt bikin komên aştiyê ji Qandîl û Mexmûrê bîşînin. Li ser vê yekê koma ku ji 34 kesan pêk tê ji Qandîl û Mexmûrê di 19'ê Cotmeha 2009'an de şandin Tirkiyeyê. Beriya wê jî Komên aştiyê ji Qendîm û Ewropa hatibûn Tirkiyeyê. Lê dîsa endamên koma aştiyê hatibûn girtin. Ewil ji bo çareseriya demoratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd piştî Ocalan dîl hat girtin li Îmraliyê bang kir. Li ser banga Ocalan Koma Aştiyê di 1'ê Cotmeha 1999'an de ji Qandîlê û koma duyemîn jî di 29'ê Cotmeha 1999’an de ji Ewroha hatin Tirkiyeyê. Koma dawî ya "Koma Çareseriya Aştî û Demokratîk ku 4 jê zarok ji 34 kesan pêk dihat, di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Mexmûr û Qandîlê di deriyê Xabûrê re hatin Tirkiye û ji aliyê sed hazaran ve hatin pêşwazîkirin. Piştî komên aştiyê hatin Tirkiyeyê hatin girtin û bi salan girtî man. Di girtîgehê de 2 endamên koma aştiyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Koma Ewil di 1'ê Cotmeha 1999'an de ji koma ewil Alî Sapan, Seydi Firat, Mehmet Şirin Tunç, Îsmet Baycan, Sohbet Şen, Yuksel Genç, Yaşar Temur û Gulten Uçar bi navê "Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Yekemîn" hatin Tirkiyeyê. Çawa hatin Tirkiyeyê tev hatin girtin. Endamê komê Îsmet Baycan, di 24'ê Gulana 2003'an de li Girtîgeha Mûşê jiyana xwe ji dest da. Koma Duyemîn disa li ser banga Ocalan di 29'ê Cotmeha 1999'an de ji Ewropa hatin Tirkiyyê. Di vê komê de jî Haydar Ergul, Ali Şukran Aktaş, Aygul Bidav, Îmam Canpolat, Yusuf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelik û Dilek Kurt cih girtin. Hemû endamên komê di navbera 7 û 15 salan de ceza birîn. 
 
10 SAL ŞÛNDE KOMEK DIN HATIN
 
Ji ber ku dewletê gavên aştî û çareseriya demokratîk neavêtin, 10 sal şûnde Ocalan dîsa ji bo aştiyek mayinde bang li Qandîl û Mexmûrê kir û komên nû bişînin. Li ser vê bangê PKK'ê ji Qandîl û Mexmûrê koma ku ji 34 kesan pêk tê şandin. Lê dîsa endamên komê piranî hatin girtin û cezakirin. 
Dema kom ji Xabûrê Derbasî Sîlopî bûn, ji aliyê sed hezaran ve bi girseyek pir mezin hatin pêşwazîkirin. Kom ji aliyê deh hezaran ve bi karwanek pir mezin ji Sîlopî şandin Amedê. Gelê Amedê bi mîtîngek pir mezin endamên komê li Amedê pêşwazî kir. Lê dozgerê Komarê yê Amedê der barê 30 endamên komê de di 6'ê Nîsana 2010'an de îdeaname amade kir û bi giştî 490 sal ceza ji wan xwest. Di danişîna ewil a komê de 17 kes hatin darizandin. Di danişîna ewil a 17'ê Hezîrana 2010'an de endamên komê Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Caziye Kabul, Zehra Tunç, Sosin Yaman, Lutfu Taş, Elîf Uludag, Mustafa Ayhan, Nurettin Turgut û Huseyin İpek hatin girtin. Berdevkê Komê Mehmet Şerif Gençdal jî piştre tahliye bû. 17 endamên komê piştre biryar dan ku vegerin Mexmûr û Qandîlê. Endamên komê Mustafa Ayhan, Huseyin İpek, Nurettin Turgut, Elif Uludag û Lutfu Taş girtî man û Lutfî Taş li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Lutfu Taş, 4 sal şûnde li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 31'ê Kanûna 2014’an de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
Di 11'emîn salvegera Têkildarî armanc û encama hatina komê Endama Komê Ayşe Kara, geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin. 
 
Endama Koma Aştiyê Ayşe Kara, anî ziman ku banga Ocalan ji bo aştiyek mayinde bû hevî û wiha got: "Wê demê dîsa pêvajo xetimî bû. Dîsa ji bo çareseriyê diviya bû gavên aştiyê bihatina avêtin. Banga Ocalan ji bo her kesî bû ronahiya heviyê. Li ser banga Ocalan em ji Mexmûr û Qandîlê 34 kes hatin Tirkiyeyê. PKK'ê ji bo çareseriyê û gel ev biryar girt. Gelê Mexmûrê jî ev biryar stend. Biryar û banga Koma Aştiyê pir pîroz û bi qîmet bû. 
 
'XWESTIN WEKÎ TESLÎM BÛNE NÎŞAN BIDIN' 
 
Ayşe Kara, anî ziman ku çawa ji Mexmûrê derketin rê, gel bi girseyî ew oxir kirin û heta Zaxo û Xabûrê gel ji wan qut nebû û wiha got: "Ewil dewletê xwest hişê 'Teslîm bûn' ava bike. Wê demê dewletê polîtîkayek wisa meşand. Lê lîstikên dewletê şên veşarî derketin holê. Em rojekê li Xabûrê man. 8 dozger û 84 parêzer hatibûn sînorê xabûrê. Îfadeyên tevan girtin û em derbas bûn. Ji bo aştî bê Tirkiye em ketin rê. Me di îfadeyên xwe de jî anîn ziman ku em ne ji bo teslîmiyetê, ji bo aştiyek mayinde çareseriya demokratîk hatine. Piştî hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re em ji Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bûn. Em ji Xabûrê heta Amedê ji aliyê deh hezaran mirov ve hatin pêşwazî kirin. Li her derê gel bû wekî lehiyê û hatin em pêşwazî kirin. Ew roj mîlad bûn. Eger dîsa wekî roja em hatin dîsa deng û ruhê gelê Kurd ê wekî wê rojê derkeve holê, dê hemû astengiyên li pêş azadiya Ocalan ji holê rake. Ew reng û ruh derkeve holê wê Birêz Ocalan azad bibe." 
 
ME XWEST AŞTIYÊ DIYARÎ GELÊ KURD Û TIRK BIKIN, LÊ DEWLETÊ XERA KIR
 
Kara, destnîşan kir ku ew roj ji bo gelê Kurd pir bi wate û pîroz e û wiha lê zêde kir: "Heta wê rojê her tim cenazeyên gerîlla derbas bûn. Lê wê rojê zindî û bi şal û şapikên xwe di sînor re derbas bûn. Wê rojê her kes li me xwe dî derket. Ji ber girseya mezin em 5 saetan ji nava Cizîrê derneketin. Dema em gihiştin Nisêbînê saet bû 03'ê şevê. Gelê Nisêbînê heta wê saetê hêj li benda me bû. Em çûn kijan bajarê Kurdistanê gel em wisa bi girseyî û bi coş pêşwazî kirin. Em hatin Amedê li qadê Milyonek însan kom bûbûn. Em tu carî nebûn şahidê dîmenek wisa. Em dizanin ku heta Birêz Abdullah Ocalan azad nebe dîsa rojek wisa dubare nabe. Em bi hevî bûn. Me xwest bi vê heviyê aştî û çareseriya demokratîk diyarî gelê Kurd bikin. Me xwest aştiyek wisa diyarî gelê kurd û tirk bikin. Lê dewletê biryara aştiyê xera kir. " 
 
Kara, da zanîn ku piştî hatin Tirkiyeyê di mehekê de li gelek bajar û navçeyan mîtîng, civîn û semîner li dar xistin û wiha bi dawî kir: "Piştî em hatin Tirktiyeyê partiyên siyasî û hin kesên di nava dewletê de ketin nava provakasyonan. Dema em hatin me hemû talûke û lîstik dan pêş çavê xwe. Piştî dewletê biryar xera kir hin hevalên me dîsa paşve vegeriyan. Dema em hatin me girtin û kuştin da pêş çavan û em hatin. Em koma ku ji Mexmûrê hatin 3 salan girtî man û em hatin berdan, Ceza li me birîn. Lê Dadgeha Îstinafê ceza xera kir. Doz girtin. Em li ser banga Birêz Ocalan hatin. Em ne poşman in." 
 
MA / Ergin Çaglar - Mehmet Erol
 

Sernavên din

20/10/2020
11:53 Ji 68 parlamenterên PE’yê name: Divê sûcên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bên lêkolînkirin
11:16 Di serdegirtina malê de, bi kuçikan êrîş kirin
11:15 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:15 Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin
10:40 ‘Li dinyayê 700 milyon însan hêj birçî ye’
10:07 Ji esnafan nirxandina krîzê: Aborî nemaye
10:01 Salih Muslim: Tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku gel bibin yek
10:00 Danişîna doza Tahîr Elçî piştî 5 salan sibê dest pê dike
09:12 Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand
09:06 'Hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike'
09:06 Qeyûm wê budçeya îtfaiyeyê ji bo çêkirina kursên Qur'anê xerc bike!
09:05 17 sal in rêya dubleyî nehatiye temamkirin
09:05 Wê kursên zimanê kurdî di 24'ê Cotmehê de dest pê bikin
09:04 Li Otogara Amedê rewşa penaberan
09:04 Zilamê tundiya sistematik pêk tîne nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2020'AN
19/10/2020
20:03 75 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:59 Tê gotin li Girtîgeha Kirikkaleyê gardiyanan girtî Tûmay kuştiye
16:36 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr binçav kirin
16:25 Sevmîşa ku li dadgehê ji ser hişê xwe ve çû şandin girtîgehê
16:19 TTB û TPD: Dema ku kedkarên tenduristiyê têk biçin wê cihê wan neyê girtin
15:53 Ji bo 43 qurbaniyên serhildanên Kobanê 43 pêşnûme
15:36 Li Herêma Egeyê di 4 mehan de 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne
14:49 HDK: Îqtîdar ji bo hebûna xwe biparêze nijadperestiyê xistiye dewrê
14:49 Li Geverê şewat gihîşt gundan
14:30 Wêneyê Ocalan li kolanên Sûrê bi dûwaran ve hatin zeliqandin
14:14 Paylan: Budçeya Qesrê budçeya şer û hevalbendê wê ye
13:43 Ahmet Turk îfade da: Lêpirsînek siyasî ye
13:38 Leşkeran meşa karkerên madenê asteng kir
12:44 Polîsê ku pişta parêzera jin şikandibû: Yê di wêne de ez im
12:31 Parêzerên Şeker serî li îstînafê dan
11:55 Mujde Ar xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî û Kavala kir
11:24 Ahmet Turk di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de îfade dide
11:07 Waliyê derket kontrola maskeyan maske bi kar nayne!
09:50 3 gundên Qersê kirin karantînayê
09:05 Başaran: Em seferberiya xweparastinê û rêxistinkirinê didin destpêkirin
09:05 Bi tehdîta ‘tu yê hêza dewletê bibînî’ li girtî dane
09:04 Dayikên 9 roj di binçavan de man: Têkoşîna me ya aştiyê dê bidome
09:04 ‘Heta ku kêşeya kurd çareser nebe, kêşeyên din çareser nabin’
09:04 Kenanoglû: Xwedî derketina HDP’ê xwedî derketina demokrasiyê ye
09:04 Bûrç: Peymana Şengalê wê rê li ber komkujiyên nû veke
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2020'AN
18/10/2020
20:59 Kongreya SES'ê bi dawî bû
20:44 Ersîn Tatar bû serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê
19:57 Li Tirkiyê 72 kesên din jî ji koronayê mirin
18:42 Bi hezaran kes beşdarî şahiya salvegera HDP'ê bûn: Em bernadin vê dîlan û meydanê
17:23 Ji bo Cîhan Erdal kampanya îmzeyan hat destpêkirin
16:27 Parêzerên Îpek Er: Ji bo Musa Orhan bê girtin heta dawî emê dozê bişopînin
15:39 Nexweşê epîlepsî li girtîgehê derket holê
15:10 Li herêmên operasyonê tevgereke zêde ya hewayî heye
14:49 Ozturk: Aştî bi Birêz Ocalan pêkane
14:30 Pasdaran kolberek din kuştin
14:02 Kongreya Giştî ya SES’ê bi hilbijartinê dewam dike
14:02 Rêxistinên ciwanan: Li ber zextan bersiva me têkoşîna hevpar e
12:57 'Dewletê biryara aştiyê xera kir'
12:30 Kalê 76 salî girtin
12:04 Li Egeyê bi pileya 4.3 erd hejiya
11:17 Li dijî wêneyê çarmend, berteka ‘bîrdoziya fermî ya dewletê ye’
11:03 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
10:37 ‘Cadeya bi xalî’ ya qeyûm di bin tozê de maye
10:10 Li Qersê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:08 'Bi taloqkirinê dixwazin doza Îpek Er bidin ji bîr kirin'
09:02 Şaredariya AKP'ê li Şirnexê li dijî endamên meclîsa HDP'ê kampanyaya reşkirinê da destpêkirin
09:02 Berpirsiyarê mirinên li sînor diqewimin dewlet e
09:02 Xwişka Gulîstan Dokûyê: Êdî bila Zaînal û malbata wî bên darizandin
09:01 Li Dersimê dêra ermeniyan pevre hatiye xirabkirin!
09:01 Mehmet Ocalan: Banga me ji bo hemû gelan e, tecrîd giran dibe
09:00 Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn?
09:00 Li Licê wextê mehseran
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
08:25 Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
17/10/2020
19:40 71 kesên jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine
19:37 Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne
19:32 Bijîşkek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
19:28 Der barê Yuksekdag û Demîrtaş de cardin biryara berdewamiya girtinê
16:20 Li Çiyayê Cûdî di encama gulebaranê de şewat derket
15:59 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê: Bila ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin
15:54 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan zêde ne
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî
15:31 Pisgirêka kurd wê bi Ocalan çareser bibe
15:11 Ji xizmên windayan şîroveya wêneyê çarmend: Wê welat her tarî bimîne
15:06 Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:05 ÎHD: Zêdeyî milyonek koçberên Sûriyeyî bê qeyd in
14:36 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyek bi vîrûsa koronayê ket
14:20 ÎHD’ê têkildarî şewata Hatayê rapor amade kir: Dereng mudaxile kirin
14:19 Keça Fehmî Tosûn: Heta em nebêjin qediya wê neqede
13:53 MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya
13:29 Hevseroka DBP’ê ya berê hat berdan
13:20 HDK’iyan ji Hevberdevkê xwe Şenoglû re name şandin
13:10 TJA’yê atolyeya ‘parastina çewherî’ li dar xist
13:10 Li Wanê li 2 girtîgehan kota danîn ser avê
12:45 Avahiya PDK’ê ya li Bexdayê hat şewitandin
11:57 Li Êlihê xebatkareke tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:53 Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin
11:50 ‘Cihê kesê winda got, li girtîgehê hat kuştin’
11:30 Jinên rojnameger di korîdora girtiyên edlî yên zilam de tên girtin
10:57 Rojnameger Ûgûr: Ji bo rûmeta pîşeya rojnamegeriyê em hemû bedêlan bidin
10:37 Li Mûşê kesek hat kuştin
09:57 Di hevdîtina kar de tundiya devkî li namzeta rojnameger hat kirin
09:56 Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze