'Dewletê biryara aştiyê xera kir' 2020-10-18 12:57:17 AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 11 sal berê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demoratîk bang kir ku komek endamên PKK'ê çekan dîne û bên Tirkiyeyê. Li ser vê bangê koma aştiyê ku ji 34 kesên ji Qandîl û Mexlûrê pêk dihat, di 19'ê Cotmeha 2009'an de derbasî Tirkiyeyê bûn. Têkildarî 10'emîn salvegerê Endama Koma Aştiyê Ayşe Kara anî ziman ku wê demê ew ji bo aştiyek mayinde hatin, lê dewletê biryara aştiyê xera kir.    Di 19'ê Cotmeha 2009'an de li ser banga Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Mexmûrê 34 Qasidên Aştiyê di sînorê Xabûrê re hatin Tirkiyeyê. Gelê Kurd, qasidên Aştiyê li ser sînor, bi girseya deh hezaran pêşwazî kir û ew hembêz kirin. Ji bo aştiyek mayinde û çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sala 1993’an heta niha her tim ji bo aştiyek demokratîk û mayinde têkoşîya. Ji sala 93’an heta niha 8 caran agirbest îlan kiriye û xwestiye aştiyê pêş bixe. Ji bo rê li pêş aştiyê veke di vê pêvajoyê de 3 komên aştiyê şandin Tirkiyeyê. Gavên şênber avêt."   Ocalan herî dawî di pêvajoya çareseriya demokratîk de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bibe, şensek dawî da hikûmetên Tirkiyeyê. Bang li rêveberiya PKK'ê û Mexmûrê kir û ji bo baweriyê xurt bikin komên aştiyê ji Qandîl û Mexmûrê bîşînin. Li ser vê yekê koma ku ji 34 kesan pêk tê ji Qandîl û Mexmûrê di 19'ê Cotmeha 2009'an de şandin Tirkiyeyê. Beriya wê jî Komên aştiyê ji Qendîm û Ewropa hatibûn Tirkiyeyê. Lê dîsa endamên koma aştiyê hatibûn girtin. Ewil ji bo çareseriya demoratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd piştî Ocalan dîl hat girtin li Îmraliyê bang kir. Li ser banga Ocalan Koma Aştiyê di 1'ê Cotmeha 1999'an de ji Qandîlê û koma duyemîn jî di 29'ê Cotmeha 1999’an de ji Ewroha hatin Tirkiyeyê. Koma dawî ya "Koma Çareseriya Aştî û Demokratîk ku 4 jê zarok ji 34 kesan pêk dihat, di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Mexmûr û Qandîlê di deriyê Xabûrê re hatin Tirkiye û ji aliyê sed hazaran ve hatin pêşwazîkirin. Piştî komên aştiyê hatin Tirkiyeyê hatin girtin û bi salan girtî man. Di girtîgehê de 2 endamên koma aştiyê jiyana xwe ji dest dan.    Koma Ewil di 1'ê Cotmeha 1999'an de ji koma ewil Alî Sapan, Seydi Firat, Mehmet Şirin Tunç, Îsmet Baycan, Sohbet Şen, Yuksel Genç, Yaşar Temur û Gulten Uçar bi navê "Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Yekemîn" hatin Tirkiyeyê. Çawa hatin Tirkiyeyê tev hatin girtin. Endamê komê Îsmet Baycan, di 24'ê Gulana 2003'an de li Girtîgeha Mûşê jiyana xwe ji dest da. Koma Duyemîn disa li ser banga Ocalan di 29'ê Cotmeha 1999'an de ji Ewropa hatin Tirkiyyê. Di vê komê de jî Haydar Ergul, Ali Şukran Aktaş, Aygul Bidav, Îmam Canpolat, Yusuf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelik û Dilek Kurt cih girtin. Hemû endamên komê di navbera 7 û 15 salan de ceza birîn.    10 SAL ŞÛNDE KOMEK DIN HATIN   Ji ber ku dewletê gavên aştî û çareseriya demokratîk neavêtin, 10 sal şûnde Ocalan dîsa ji bo aştiyek mayinde bang li Qandîl û Mexmûrê kir û komên nû bişînin. Li ser vê bangê PKK'ê ji Qandîl û Mexmûrê koma ku ji 34 kesan pêk tê şandin. Lê dîsa endamên komê piranî hatin girtin û cezakirin.  Dema kom ji Xabûrê Derbasî Sîlopî bûn, ji aliyê sed hezaran ve bi girseyek pir mezin hatin pêşwazîkirin. Kom ji aliyê deh hezaran ve bi karwanek pir mezin ji Sîlopî şandin Amedê. Gelê Amedê bi mîtîngek pir mezin endamên komê li Amedê pêşwazî kir. Lê dozgerê Komarê yê Amedê der barê 30 endamên komê de di 6'ê Nîsana 2010'an de îdeaname amade kir û bi giştî 490 sal ceza ji wan xwest. Di danişîna ewil a komê de 17 kes hatin darizandin. Di danişîna ewil a 17'ê Hezîrana 2010'an de endamên komê Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Caziye Kabul, Zehra Tunç, Sosin Yaman, Lutfu Taş, Elîf Uludag, Mustafa Ayhan, Nurettin Turgut û Huseyin İpek hatin girtin. Berdevkê Komê Mehmet Şerif Gençdal jî piştre tahliye bû. 17 endamên komê piştre biryar dan ku vegerin Mexmûr û Qandîlê. Endamên komê Mustafa Ayhan, Huseyin İpek, Nurettin Turgut, Elif Uludag û Lutfu Taş girtî man û Lutfî Taş li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Lutfu Taş, 4 sal şûnde li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 31'ê Kanûna 2014’an de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Di 11'emîn salvegera Têkildarî armanc û encama hatina komê Endama Komê Ayşe Kara, geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.    Endama Koma Aştiyê Ayşe Kara, anî ziman ku banga Ocalan ji bo aştiyek mayinde bû hevî û wiha got: "Wê demê dîsa pêvajo xetimî bû. Dîsa ji bo çareseriyê diviya bû gavên aştiyê bihatina avêtin. Banga Ocalan ji bo her kesî bû ronahiya heviyê. Li ser banga Ocalan em ji Mexmûr û Qandîlê 34 kes hatin Tirkiyeyê. PKK'ê ji bo çareseriyê û gel ev biryar girt. Gelê Mexmûrê jî ev biryar stend. Biryar û banga Koma Aştiyê pir pîroz û bi qîmet bû.    'XWESTIN WEKÎ TESLÎM BÛNE NÎŞAN BIDIN'    Ayşe Kara, anî ziman ku çawa ji Mexmûrê derketin rê, gel bi girseyî ew oxir kirin û heta Zaxo û Xabûrê gel ji wan qut nebû û wiha got: "Ewil dewletê xwest hişê 'Teslîm bûn' ava bike. Wê demê dewletê polîtîkayek wisa meşand. Lê lîstikên dewletê şên veşarî derketin holê. Em rojekê li Xabûrê man. 8 dozger û 84 parêzer hatibûn sînorê xabûrê. Îfadeyên tevan girtin û em derbas bûn. Ji bo aştî bê Tirkiye em ketin rê. Me di îfadeyên xwe de jî anîn ziman ku em ne ji bo teslîmiyetê, ji bo aştiyek mayinde çareseriya demokratîk hatine. Piştî hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re em ji Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bûn. Em ji Xabûrê heta Amedê ji aliyê deh hezaran mirov ve hatin pêşwazî kirin. Li her derê gel bû wekî lehiyê û hatin em pêşwazî kirin. Ew roj mîlad bûn. Eger dîsa wekî roja em hatin dîsa deng û ruhê gelê Kurd ê wekî wê rojê derkeve holê, dê hemû astengiyên li pêş azadiya Ocalan ji holê rake. Ew reng û ruh derkeve holê wê Birêz Ocalan azad bibe."    ME XWEST AŞTIYÊ DIYARÎ GELÊ KURD Û TIRK BIKIN, LÊ DEWLETÊ XERA KIR   Kara, destnîşan kir ku ew roj ji bo gelê Kurd pir bi wate û pîroz e û wiha lê zêde kir: "Heta wê rojê her tim cenazeyên gerîlla derbas bûn. Lê wê rojê zindî û bi şal û şapikên xwe di sînor re derbas bûn. Wê rojê her kes li me xwe dî derket. Ji ber girseya mezin em 5 saetan ji nava Cizîrê derneketin. Dema em gihiştin Nisêbînê saet bû 03'ê şevê. Gelê Nisêbînê heta wê saetê hêj li benda me bû. Em çûn kijan bajarê Kurdistanê gel em wisa bi girseyî û bi coş pêşwazî kirin. Em hatin Amedê li qadê Milyonek însan kom bûbûn. Em tu carî nebûn şahidê dîmenek wisa. Em dizanin ku heta Birêz Abdullah Ocalan azad nebe dîsa rojek wisa dubare nabe. Em bi hevî bûn. Me xwest bi vê heviyê aştî û çareseriya demokratîk diyarî gelê Kurd bikin. Me xwest aştiyek wisa diyarî gelê kurd û tirk bikin. Lê dewletê biryara aştiyê xera kir. "    Kara, da zanîn ku piştî hatin Tirkiyeyê di mehekê de li gelek bajar û navçeyan mîtîng, civîn û semîner li dar xistin û wiha bi dawî kir: "Piştî em hatin Tirktiyeyê partiyên siyasî û hin kesên di nava dewletê de ketin nava provakasyonan. Dema em hatin me hemû talûke û lîstik dan pêş çavê xwe. Piştî dewletê biryar xera kir hin hevalên me dîsa paşve vegeriyan. Dema em hatin me girtin û kuştin da pêş çavan û em hatin. Em koma ku ji Mexmûrê hatin 3 salan girtî man û em hatin berdan, Ceza li me birîn. Lê Dadgeha Îstinafê ceza xera kir. Doz girtin. Em li ser banga Birêz Ocalan hatin. Em ne poşman in."    MA / Ergin Çaglar - Mehmet Erol