Rojnamevan Çelîk: Sirf ji bo çapemeniya muxalif bê tepisandin ceza li me birîn

  • rojane
  • 09:18 11 Îlon 2020
  • |
img

STENBOL – Ji ber nûçeyên der barê merasîma cenzayên endamên MÎT'ê de ceza li 5 rojnamevanan hatibû birîn. Yek ji van rojnamevanan jî Ferhat Çelîk e. Çelîk ku 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn, anî ziman ku di dema dadgehê de mîzansenek qewimiye û got, sedema sereke ya cezakirinê tepisandina çapemeniya muxalif e.

 
Bi hinceta nûçeyên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê mirin de 7 jê rojnamevan der bar 8 kesan de doz hatibû vekirin. Duh na pêr di Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê di danişîan dudoyan a dozê de ceza li 5 rojnamevanan birî. Yek ji van rojnamevanan jî Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk e. Dadgehê 4 sal û 8 meh ceza li Çelîk birî.
 
Çelîk, der barê pêvajoya dozê û cezayê hatiye birîn de axivî.
 
RASTÎ TÊN VEŞARTIN
 
Çelîk, bal kişand ser zext û zoriyên li ser muxalifan û got: "Ev dibe ku rojnamevanek, siyasetmdarek, hunermendek, aktivîsteke civaka sivîl an jî parêzvanek mafên mirovan be. Pêşî kes hedef tên girtin, bi dû re bi destê darazê hn hincet tên afirandin û tê xwestin ew kes bên cezakirin. A me jî tiştekî bi vî rengî bû."
 
Çelîk, detsnîşan kir ku rojnamevanên rastiyê dinivîsin her tim hedef tên girtin û got: "Çend rojnamevan hene ên muxalifî bloka AKP-MHP'ê, ên pêngavên wan î derî aqilan ên der barê polîkaya derveyî, rejîma wan î toltalîter, rewşa aborî hwd. dinivîsin. Lê her cara firsend dikeve destê wan dixwazin van rojnamevanan jî bitepisînin. Bi girtina rojnamevanan, bi cezayan, bi girtina televîzyonan û desteserkirina matbaayan dixwazin wan bitepisînin."
 
‘ERDOGAN ÎLAN KIRIBÛ'
 
Çelîk, anî ziman ku hem li dozgeiryê hem jî li dadgehê diyar kirine ku nûçe ne ya wan bûye û nûçeya dane ji cihekî din girtine û çavkanî jî diyar kirine. Çelîk got: "Çavkaniya nûçeyê rojnameya Yenîçagê ye. Me nûçe ji Rojnaeya T24'an girt. Wan jî ji Yenîçagê girtiye. Yanî nûçeyeke ji destê sisêyan e. Û jixwe di nûçeyê de tu îfadeyeke ku bibêje ev kes endamê MÎT'ê ye tuneye. Di nûçeyêde nivîsandiye, ew ke esker e. Di nûçeyên Yenîçag û T24'an de j wisa nivîsandiye. Me bi tu awayî fealiyetên îstixabaratî îfşa nekirine. Me got, ev kes esker e. Jixwe beriya vê Serokomar Erdogan gotibû, 'Li Lîbyayê çend şehîdên me hene.'"
 
Çelîk, anî ziman ku nûçeya ku bûye sedema darizandina wan di 23'yê Sibatê de di rojnameya wan de hatiye weşandin û di 6'ê Adarê d ejî ji bo îfadeyê gazî wna kirine û bi tawanbariya ku nasnameya endamê MÎT'ê aşkerekirine re rû bi rû mane. Çelîk, diyar kir ku piştî îfadeyê hatine berdan, lê belê du roj şûnde bi darê zorê ew birine dadgehê û bêyî delîl bên berpêşkirin hatine girtin û 3 meh û nîvan di girtîgehê de mane.
 
'ARMANC ÇAVTIRSANDIN E'
 
Çelîk, bilêv kir ku dadgehê xwestiye hem bi sîxurtiyê hem jî bi muxalefeta qanûna MÎT'ê 19 sal ceza li wan bê birîn ûg ot: "Ji bo nûçeyek kurt. Em vê yekê tim dibêjin. Di vê dozê de jî wekî gelek dozên din hiqûq tunebû. Tenê dixwestin ceza li me bibirin. Vê nûçeyê jî kirin hincet. Me ji heyeta dadgehê, me ji dozgeran re got. A rast jixwe biryar berê hatibû girtin. Li hêwanên dadgehê mîzansek hat çêkirin. Me pir parêziyeke hiqûqî nekir. Me got, ev dozeke siyasî ye û em hedef hatine girtin."
 
Çelîk, destnîşan kir ku çapemeniya îqtidarê bi şev û roj heqaretan dike, agahiyên mahrem aşkere dike, bêbextiyan dixe stuyê kesan, saizyan û partiyên siyasî û heya ji dest tê şer gur dike, lê belê îqtidar tiştekî nake. Çelîk got: "Lê belê gava çapemeniya muxalif tiştekî biçûk jî bike, hewl didin ceza li wan bibirin. Armanca wan çavtirsandin e. Ev çavtirsandin tenê ne ji bo rojnamevanên vê dozê, ji bo tevahiya çapemeniya muxalif e."
 
‘MESELEYA ROJNAMEVANÊN GIRTÎ NEHAT ÇARESERKIRIN'
 
Çelîk, anî ziman ku bi salan e çapemeniya azad hedef tê girtin û bi salan e bi girtin, doz û tepisandinan re rû bi rû ne ûg ot: "Roja dadgeha me hebû, doza çapemeniya azad jî hebû. Wê kêliyê ji xeynî me gelek rojnamevanên din jî dihatin draizandin. Gelek hevalên me di girtîgehan de ne. Nedîm Turfent, Azîz Orûç, Mehmet Guleş, Ziya Ataman. Ev rojnamevan, sirf rojnamevanî kirine hatine girtin û bi dehan sal ceza li wan hatiye birîn. Doza me hinekî dneg veda. Piştgirî hat dayîn, lê divê neyê jiîrkirin; di doza duh de meseleya rojnamevanan nehat helkirin. Hîn jî gelek hevalên me girtîne. Li cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê rojnamevan girtîne. Û mixabin gelek hevalên me bêxwedî tên hiştin. Di danişîna me de xwedîderketineke baş hebû. Lê baş dizanim hin hevalên rojnamevan hene, parêzer wan jît uneye. Li hêwanên dadgehan bi tena serê xwe ne, bi tenê tên hiştin. Di vî warî de divê mirov hesas be. Divê em nebêjin ev rojnamevanê me ye, ev ê te ye. Divê bi her awayî xwedî li wan bê derketin."
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

11/09/2020
20:12 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:26 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû û 16 siyasetmedar hatin girtin
16:50 Li Mêrdînê xwepêşandana li dijî DEDAŞ’ê didome
16:34 Parlamenterên HDP’ê beşdarî çalakiya Ozguneş dibin
15:37 AYM'ê hikma ‘di rêyên navbajaran de meş nayên lidarxistin’ betal kir
15:08 TTB’ê bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anî: Divê bijîşkên serbixwe biçin girtîgehan
14:54 10 sal ceza li Parlamentera HDP’ê Tosûn hat birîn
14:45 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Divê mûçeyê xebatkarên tenduristiyê di ser sînorê xizaniyê de be
13:54 Ji bo Akman banga ‘gav avêtinê’ hat kirin
13:28 Dozger xwest Şenoglû û ESP'î bên girtin
13:27 Gunay: Divê kurd nebin amûrê tifaqa qirêj a dewletan
12:56 Li ber Dadgeha Stenbolê daxuyanî: Hevalên me berdin
12:40 Qedexeya Walîtiyê ji bo AKP’iyan ne derbasdare!
12:19 Bi gumanbarî li mala xwe mirî hat dîtin
12:16 Çalakiya li dijî şewata li Çiyayê Cûdî di roja duyemîn de ye
12:00 Hafizeya Kobanê diçe Ewropayê
10:56 Dayîka Şûle Îdîl Dere: Ji bo ku edalet pêk bê, ez ê herim her derê
10:42 ‘Deriyê Îmraliyê dikare bi bertekên civakî vebe'
10:34 Şahidên 12’ê Îlonê: Îro tenê rêbaz guheriye, lê heman zext hene
10:29 Li Farqînê mirinek bi guman
10:24 Unsal ji bo Akman a di rojiya mirinê de ye bang kir
09:33 Bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY da: Hevjînê min di binçavan de hat windakirin
09:18 Rojnamevan Çelîk: Sirf ji bo çapemeniya muxalif bê tepisandin ceza li me birîn
09:08 Xwişka Akman a di rojiya mirinê de bang li Wezareta Dadê kir
09:07 Kûnûr: Polîtîkaya qeyûman negiha armanca xwe
09:07 Ji ber nivîsa 'ez we pîroz dikim' salek ceza lê birîn!
09:07 Girtiyê nexweş û 81 salî 6 meh in nebirine nexweşxaneyê
09:06 Berteka li dijî qada medenê: Gelo wê çi feydê bide me?
09:06 Santrala termîkê hilberîn kêm kir û dar hişk kirin!
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2020'AN
10/09/2020
21:16 Her 3 aktivîstên TJA'yê hatin berdan
21:10 Li 3 deverên Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
17:40 Çalakiya Ozgûneş wê 3 rojan bidome
16:47 2 sal ceza li polisê ku Demîrel tacîz kiribû hat birîn
16:22 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Karabûk a HDP’î
16:22 DÎSK’ê serdana karkerên ji kar hatine derxistin kir
15:08 Yerlîkaya: Hejmara nexweşan 10 qat ji daneyên wezîr zêdetir e
14:37 Wezîr Koca: Li Wanê hejmara nexweş du qat zêde bûye
14:12 Ozguneş li dijî xemsariya şewata li Cûdî dest bi çalakiya rûniştinê kir
14:08 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî bi vîrûsê ketin
13:26 Girtiyê 76 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:13 Di doza Şûle Îdîl Dere de biryar hat dayîn
13:04 Macron: Em ê ji bo diyarkirina hewlesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê bixebitin
12:31 Sedema bûyerên li 13 bajaran pêk tên pirsgirêka kurd û bêkariye
11:52 Cenazeyê Atsak li Ebexê hat definkirin
11:51 Qurbaniyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn: Em ê bi daxwazên aştiyê bikevin sala 5’emîn
11:51 Li gundê karkerên kurd test nehatine kirin: Ev dewama êrişê ye
11:13 Pêketiyên vîrûsê 28 mîlyonî derbas kir
10:55 Kiryarên destdirêjiyê hatin berdan
10:17 Turkdogan: Serdana Spano asta hiqûqa Modernetîya Kapîtalîst nîşan dide
10:15 Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
09:58 Cûdî 3 mehin dişewite: Nehêlin bênefes bimîne
09:04 Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
09:03 Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e
09:03 Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin
09:03 Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin
09:03 Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN
09/09/2020
19:41 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:36 Biryara der barê doza rojnamevanan de hat aşkerekirin
18:16 Hevşaredara Giyadînê Yaşar hat berdan
16:53 Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan
16:18 Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da
15:45 Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin
14:57 Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne
14:40 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin
14:25 Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin