Rojnamevan Çelîk: Sirf ji bo çapemeniya muxalif bê tepisandin ceza li me birîn 2020-09-11 09:18:05 STENBOL – Ji ber nûçeyên der barê merasîma cenzayên endamên MÎT'ê de ceza li 5 rojnamevanan hatibû birîn. Yek ji van rojnamevanan jî Ferhat Çelîk e. Çelîk ku 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn, anî ziman ku di dema dadgehê de mîzansenek qewimiye û got, sedema sereke ya cezakirinê tepisandina çapemeniya muxalif e.   Bi hinceta nûçeyên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê mirin de 7 jê rojnamevan der bar 8 kesan de doz hatibû vekirin. Duh na pêr di Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê di danişîan dudoyan a dozê de ceza li 5 rojnamevanan birî. Yek ji van rojnamevanan jî Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk e. Dadgehê 4 sal û 8 meh ceza li Çelîk birî.   Çelîk, der barê pêvajoya dozê û cezayê hatiye birîn de axivî.   RASTÎ TÊN VEŞARTIN   Çelîk, bal kişand ser zext û zoriyên li ser muxalifan û got: "Ev dibe ku rojnamevanek, siyasetmdarek, hunermendek, aktivîsteke civaka sivîl an jî parêzvanek mafên mirovan be. Pêşî kes hedef tên girtin, bi dû re bi destê darazê hn hincet tên afirandin û tê xwestin ew kes bên cezakirin. A me jî tiştekî bi vî rengî bû."   Çelîk, detsnîşan kir ku rojnamevanên rastiyê dinivîsin her tim hedef tên girtin û got: "Çend rojnamevan hene ên muxalifî bloka AKP-MHP'ê, ên pêngavên wan î derî aqilan ên der barê polîkaya derveyî, rejîma wan î toltalîter, rewşa aborî hwd. dinivîsin. Lê her cara firsend dikeve destê wan dixwazin van rojnamevanan jî bitepisînin. Bi girtina rojnamevanan, bi cezayan, bi girtina televîzyonan û desteserkirina matbaayan dixwazin wan bitepisînin."   ‘ERDOGAN ÎLAN KIRIBÛ'   Çelîk, anî ziman ku hem li dozgeiryê hem jî li dadgehê diyar kirine ku nûçe ne ya wan bûye û nûçeya dane ji cihekî din girtine û çavkanî jî diyar kirine. Çelîk got: "Çavkaniya nûçeyê rojnameya Yenîçagê ye. Me nûçe ji Rojnaeya T24'an girt. Wan jî ji Yenîçagê girtiye. Yanî nûçeyeke ji destê sisêyan e. Û jixwe di nûçeyê de tu îfadeyeke ku bibêje ev kes endamê MÎT'ê ye tuneye. Di nûçeyêde nivîsandiye, ew ke esker e. Di nûçeyên Yenîçag û T24'an de j wisa nivîsandiye. Me bi tu awayî fealiyetên îstixabaratî îfşa nekirine. Me got, ev kes esker e. Jixwe beriya vê Serokomar Erdogan gotibû, 'Li Lîbyayê çend şehîdên me hene.'"   Çelîk, anî ziman ku nûçeya ku bûye sedema darizandina wan di 23'yê Sibatê de di rojnameya wan de hatiye weşandin û di 6'ê Adarê d ejî ji bo îfadeyê gazî wna kirine û bi tawanbariya ku nasnameya endamê MÎT'ê aşkerekirine re rû bi rû mane. Çelîk, diyar kir ku piştî îfadeyê hatine berdan, lê belê du roj şûnde bi darê zorê ew birine dadgehê û bêyî delîl bên berpêşkirin hatine girtin û 3 meh û nîvan di girtîgehê de mane.   'ARMANC ÇAVTIRSANDIN E'   Çelîk, bilêv kir ku dadgehê xwestiye hem bi sîxurtiyê hem jî bi muxalefeta qanûna MÎT'ê 19 sal ceza li wan bê birîn ûg ot: "Ji bo nûçeyek kurt. Em vê yekê tim dibêjin. Di vê dozê de jî wekî gelek dozên din hiqûq tunebû. Tenê dixwestin ceza li me bibirin. Vê nûçeyê jî kirin hincet. Me ji heyeta dadgehê, me ji dozgeran re got. A rast jixwe biryar berê hatibû girtin. Li hêwanên dadgehê mîzansek hat çêkirin. Me pir parêziyeke hiqûqî nekir. Me got, ev dozeke siyasî ye û em hedef hatine girtin."   Çelîk, destnîşan kir ku çapemeniya îqtidarê bi şev û roj heqaretan dike, agahiyên mahrem aşkere dike, bêbextiyan dixe stuyê kesan, saizyan û partiyên siyasî û heya ji dest tê şer gur dike, lê belê îqtidar tiştekî nake. Çelîk got: "Lê belê gava çapemeniya muxalif tiştekî biçûk jî bike, hewl didin ceza li wan bibirin. Armanca wan çavtirsandin e. Ev çavtirsandin tenê ne ji bo rojnamevanên vê dozê, ji bo tevahiya çapemeniya muxalif e."   ‘MESELEYA ROJNAMEVANÊN GIRTÎ NEHAT ÇARESERKIRIN'   Çelîk, anî ziman ku bi salan e çapemeniya azad hedef tê girtin û bi salan e bi girtin, doz û tepisandinan re rû bi rû ne ûg ot: "Roja dadgeha me hebû, doza çapemeniya azad jî hebû. Wê kêliyê ji xeynî me gelek rojnamevanên din jî dihatin draizandin. Gelek hevalên me di girtîgehan de ne. Nedîm Turfent, Azîz Orûç, Mehmet Guleş, Ziya Ataman. Ev rojnamevan, sirf rojnamevanî kirine hatine girtin û bi dehan sal ceza li wan hatiye birîn. Doza me hinekî dneg veda. Piştgirî hat dayîn, lê divê neyê jiîrkirin; di doza duh de meseleya rojnamevanan nehat helkirin. Hîn jî gelek hevalên me girtîne. Li cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê rojnamevan girtîne. Û mixabin gelek hevalên me bêxwedî tên hiştin. Di danişîna me de xwedîderketineke baş hebû. Lê baş dizanim hin hevalên rojnamevan hene, parêzer wan jît uneye. Li hêwanên dadgehan bi tena serê xwe ne, bi tenê tên hiştin. Di vî warî de divê mirov hesas be. Divê em nebêjin ev rojnamevanê me ye, ev ê te ye. Divê bi her awayî xwedî li wan bê derketin."   MA / Îdrîs Sayilgan