Hevserokên HDP'a Şirnex û Cizîrê: Tundî, destavêjî, girtin û kuştin berdewamiya tecrîtê ye

  • rojane
  • 09:09 30 Tebax 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokên HDP’ê yên Şirnex û Cizîrê bertek nîşanî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Tundî, destavêtin, binçavkirin û tunehesibandin berdewamiya tecrîtê ye. Dibêjin ku em ê pirsgirêka kurd çareser bikin. Lê ger ku pirsgirêkek bê çareser kirin, nexwe divê kirdeya mijarê birêz Ocalan jî li dor wê  maseyê cih bigire.”

Tecrîta girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Li Girtîgeha Îmraliyê  hevdîtina rûbirû ya bi malbatan re herî dawî di 2’yê Adarê de pêk hatibû û hevdîtina bi telefonê jî piştî 21 salan ji ber vîrûsa koronayê di 27’ê Nîsanê de pêk hatibû. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anî bûn û ji wê rojê heta niha parêzeran 99 caran  serlêdan kirin û bersiva serlêdanên wan nehatin dayîn. Her wiha di rojên dawî de Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê, di salên 2017 û 2019'an de li girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret pêk anîbûn û encama rapora ziyareta 2019'an demek berê aşkerek kiribû. 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Sabahattîn Denîz û Hevserokên HDP’ê yên rêxistina Cizîrê Guler Tunç û Uzeyîr Kilinc der barê tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de  axivîn. 
 
‘BAJARÊN ME,TAXÊN ME Û KOLANÊNE ME DI BIN TECRÎTÊ DE NE’
 
Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz anî ziman ku ligel tecrîtkirina Îmraliyê pirsgirêkên civakî rû dan û got: "Ji sala 2015’an vir ve parêzer û malbat nikarin hevdîtinan pêk bînin.Pergal bi zanebûn tecrîtê giran dike û serlêdanên ji bo hevdîtinê pêk tên, tên red kirin. Di şexsê birêz Ocalan de, jin, zarok, civak û gelên Rojhilatanavîn tên tecrîtkirin. Çawa ku tecrît giran bû, tundiya li dijî jinan, aloziya aborî, qirkirinên siyasî zêde bûn. Ev hemû girêdahî tecrîtê ne. Di wê pêvajoyê de hemû bûyerên civakî bi tecrîtê re girêdahiye. Dewleta tirk di şexsê birêz Ocalan de, gelê kurd dike bin tecrîtê de. Bajarên me, taxên me û hemû kolanên me di bin tecrîtê de ne. Her roj vê tecrîtê jî zêde dike. Şewata daristana, topbarankirina daristanan hemû bi hev re girêdane. Tecrîta li ser birêz Ocalan ji van tiştan ne cuda ye. Ji ber berjewendiyên xwe yên netewî wê tecrîtê girantir diikin.”
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎTÊ 
 
Denîz, bi domdarî got, yekitiya neteweyî bi şikandina tecrîtê pêkan e û got: "Li Kurdistanê desthilatdarên wekî ereb, faris û  tirk tundiyeke geleke mezin li ser kurdan pêk tinin. Gelê kurd li her çar perçeyan girêdahî hev e. Ji bo avakirina yekitiya neteweyî astengiya herî mezin tecrîta li ser birêz Ocalan e. Heta ku em tecrîta li ser Ocalan, nedin şikandin em nikarin tifaqa xwe jî ava bikin. Nêzî 20 salane li her çar perçeyên Kurdistanê gel ji bo şikandina tecrîta Îmraliyê li ber xwe dide. Hewceye ku em li dijî tecrîtê têkoşîna xwe mezin bikin û yekitiya xwe ava bikin.” 
 
‘TUNDÎ, DESTAVÊJÎ, TUNEHESIBANDIN BERDEWAMIYA TECRÎTÊ YE’
 
Hevseroka rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç jî destnîşan kir ku aşitiyeke mayînde bi fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û got: “Tundî, destavêjî, binçavkirin û tunehesibandin berdewamiya tecrîtê ye. Dibêjin em ê pirsgirika kurd çareser bikin. Lê ger ku pirsgirêkek bê çareser kirin divê kirdeya mijarê birêz Ocalan li dor maseyê cih bigire. Ji roja ku serokkomariya Tirkiyeyê hatiye avakirin heta roja me ya îro heman polîtîka tên meşandin. Gelek îqtîdar, pergal, desthilatdar hatin çûn, heman tişt digotin. Lê di gotina xwe de man û li dijî gelê kurd qetlîam li ser qetlîama pêk anîn. Ji qirkirina Zîlanê û heta jerzemînên Cizîrê qetlîyam pêk anîn û berdewam jî dikin. Di şexsê birêz Ocalan de ev tecrît, li tevahiya cîhanê belav bûye. Pêşiya vê tecrîtê nayê girtin û ev di qadên civakî de belav dibe. Pergal ne tenê îro, hezar salin ji xeynî kuştinan kurdan tişteke cuda nekiriye. Niha jî li gel girankirina tecrîtê heman pêkanîna rêve dibin. Her qadeke civakî hatine îzole kirin. Mafê her girtiyekiye ku bi malbatên xwe re hevdîtinan pêk bîne. Lê mixabin ev bi salane ev mafê herî mirovane bi hincetên cûr bi cûr tên asteng kirin. Ev tişt nayê qebûl kirin. Ger ku îro gelê kurd azad bibe, wê gelê Tirkiyeyê jî azad bibe. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye. Pirsgirêk û aloziyên heyî encax bi fikr û ramanên birêz Ocalan dikarin bên çareserkirin. Ev aloziya ku li gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin divê bi dawî bibe.”
 
‘YEKITIYA NETEWEYÎ BI ŞIKANDINA TECRÎTÊ PÊKAN E’
 
Tunç, diyar kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî sereke şikandina tecrîtê û avakirina yekitiya neteweyî ya kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî tecrîta heyî divê em bêdeng nemînin. Divê em bi hev re tecrîta li ser birêz Ocalan bişkinin ku em bikaribin yekitiya xwe ava bikin. Yekitiyeke mayinde jî bi şikandina tecrîtê pêkan e.”
 
‘KESÊN KU KUŞTIN, MIRIN, TUNDÎ Û BINÇAVKIRINA QEBÛL NEKE DIVÊ BÊDENG NEMÎNE’
 
Hevserokê Rêxistina HDP’e yê Cizîrê Uzeyîr Kilinc jî bal kişand ser girankirina tecrîtê û ev tişt anîn ziman: "Tecrîta ku 21 sal e didome ne însanî ye. Tecrîta heyî li dijî ehleqê mirovahiyê ye. Birêz Ocalan jî wekî zanistekî her tim aşitî û wekheviya gelan xwestiye û pêşiya şeran sekiniye. Tecrîta ku li ser birêz Ocalan tê ferzkirin, gelek tiştên nexweş bi xwe re anî. Ger ku pêşiya birêz Ocalan bihata vekirin, îro li Tirkiyeyê qetlîam çênedibûn, dayik nedigirîn, gund vala nedibûn. Pêşiya birêz Ocalan bihata vekirin aboriya Tirkiyeyê nediket vê astê û ev şerê navxweyî û li derdorê nediqewimî. Bi rêya muzakereyan pirsgirêkên heyî bihatana çareserkirin îro pirsgirêk ev qas mezin nedibûn. Îro li Yewnenîstan, Iraq, Lîbya, Ermenîstan û Suriyeyê alozî û şer heye. Ev encamên tecrîtê ne. Hewceye ku hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re bibin yek deng û li hemberî tecrîtê tebikoşin. Kesên ku kuştin, mirin, binçavkirin û tundiyê naxwazin pêwîste li hemberî tecrîtê bêdeng nemînin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

30/08/2020
19:10 Li Amedê gav bi gav ber bi 1'ê Îlonê ve
18:17 Li Stenbolê amadekariyên 1'ê Îlonê didomin
16:56 HDP’ê li Rihayê serdana xelkê kir: Temînata aştiyê Ocalan e
16:13 Berdevka HDP’ê Gunay çû serdana gora Tîmtîk
15:17 Li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’yî hatin revandin
15:00 ‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’
13:37 Li Enqereyê êrişî avahiya HDP’ê kirin
13:33 ‘Ji ber nebûna lêpirsîna bi bandor însan hatin windakirin’
12:21 Li Gîresûnê hejmara miriyan derket 10'an
11:05 HDP dê sibê banga aştiyê li her aliyî bike
10:59 Rejîma Îranê 2 kolberên din jî bi giranî birîndar kir
10:47 Berhema ‘Bêyî Pêjna Te’ ya Rizoyê Xerzî derket
10:02 Hejmara pêketiyên koronayê 25 milyon derbas kir
09:57 Şandeya MSD'ê li Moskovayê ye
09:44 ‘Li girtîgehê tedawiya girtiyê nexweş Soydan Akay ne pêkan e'
09:09 Hevserokên HDP'a Şirnex û Cizîrê: Tundî, destavêjî, girtin û kuştin berdewamiya tecrîtê ye
09:04 Dayikên Aştiyê: Dem dema aştiyê ye
09:04 Karkerên Cargîllê 866 roj in li ber xwe didin
09:03 Şahidê nepen ê emniyet li dadgehê dek û dolabên emniyetê pûç kir!
09:03 Li Silopiyê welatî li ber nexweşxanê perîşan dibin
09:03 Mustafa Azad: Tirkiye 5 mega ceyrana Elokê dizîye û avê ji ser Hesekê qut dike
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2020'AN
29/08/2020
23:54 Li dikanê leqayî cenazeyê wî hatin
21:59 Dadgehê biryara nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin
21:18 Gelo gardiyanan alîkariya kujerê Remziyeyê kiriye?
20:50 Hezar û 549 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:40 Leşkerê li Şemzînê mir hat veşartin
16:29 Şewata li Çiyayê Cûdî belav dibe
16:21 Polîsan mudaxileyî çalakiya HDP’iyan kir û pankarta ‘aştî û azadiyê’ desteser kirin
15:57 ‘Xwişka min ji ber xemsariya polîsan hat kuştin’
15:30 Li Bazîdê şer: 2 leşker hatin kuştin
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Yildirim dê heta 1’ê îlonê bisekinin
14:03 Nexweşiya Ali Kuş giran e
13:47 Tanrikulu: Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin
13:28 Dayikên Şemiyê bang li rayedarên dewletan kirin
13:21 Baroya Stenbolê posterê Tîmtîk daxist û ala Tirk dakir
12:57 Wê li ber Keleha Wanê ‘xeleka aştiyê’ were çêkirin
12:48 Xizmên Windayan li aqûbeta windayê 39 sal berê pirsîn
12:22 Rêxistinên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
12:04 HDP’ê nivîskar Vedat Turkalî bibîr anî
10:47 Bîrdal: Deriyên aştiyê wê rê li edaletê veke
10:31 Ji ber deynê rêveberiya AKP’ê pereyê Şaredariya Panosê hat destserkirin
10:12 Tirkiye li gelê Behdînanê cerdevaniyê ferz dike
10:11 Li ser banê xaniyan dersa ziman û muzîkê dide zarokan
09:04 Başaran: A ku Îpekê kuşt bêedaletî bû
09:03 Hem bêhna genî jê tê hem jî zirarê dide erdan
09:03 Daholvan û zirnevan: Em bê kar û bê pere ne
09:03 Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye
Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2020'AN
07:51 Mêrê ji girtîgehê reviya Remziye Yoldaş qetil kir
07:42 Wezîr Soylu Baroya Stenbolê kir hedef
28/08/2020
20:41 36 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:37 HDP amadekariyên 1'ê Îlonê dike: Ocalan temînata aştiyê ye
19:34 Endama Meclîsê ya HDP'î Mînaz vegeriya ser karê xwe: Vîna bingehîn em in
16:19 Polîsan carek din cenazeyê Tîmtîk revand
15:42 Miduriyeta Giştî ya Daristanê şewatên li Şirnexê nedît
15:38 Li Stenbol û Edeneyê bernameyên 1’ê Îlonê hatin eşkerekirin
15:37 Li pêş Baroya Stenbolê bi bîr anîn: Mirina Tîmtîk şerma darazê ye
15:11 Cenazeyê Tîmtîk wê îro bispêrin axê
14:42 Zilamê Nûrbarî qetilkir bi qanûna înfazê hatibû berdan
14:33 HDP û TJA'ê bal kişand ser Ebru Timtîk û Îpek Er
14:16 Cenazeyê Tîmtîk anîn Mala Cemê ya Gazî
14:00 ‘Li Bismilê rojê 4 kes bi vîrûsê dimirin'
13:52 104 meh bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûn
13:25 Şandeyek ji Wezareta Karê Hûndir pêk hat malbat Îpek Er ziyaret kir
13:08 ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e
12:15 Polîsan cenazeyê Tîmtîk revand
12:14 Li Deryaya Spî çi dibe?
12:06 Merasîma cenazeyê Tîmtîk: Destûr nadin baroyê û Gazî di dorpêçê de ye
11:33 Endamê Meclisa ciwanan a HDP'ê Ozkan: Em ê li dijî tacîz û tecawizê têbikoşin
11:16 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Li Lîcê cenazeyê zilamekê bi çekê hatî kuştin hat dîtin
10:24 Li Cûdî şewat: Bax û baxçe bûn xwelî
10:08 Pirtûka êş û bêrîkirinê: Êşname
09:37 540 kes di Goristana Covît-19 a Amedê de defin kirin
09:37 Polîsê ku Fendîk kuşt 3 sal in negirtî tê darizandin
09:04 Ji bo balê bikişînin ser rewşa nexweşan bi navê 'Empatî' fîlmek çêkirin
09:03 Wê xwezaya Colemêrgê ji bo madenan tune bikin!
09:03 Wê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Gara Enqereyê 'xeleka aştiyê' bê çêkirin
09:03 'Şahidên nepen' ên Mêrdînê nexuyane!
09:02 Vîrûsa koronayê bandorek neyînî li ser dermanxaneyan jî dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:25 Ji bo Tîmtîk wê li ber Baroya Stenbolê merasîm bê lidarxistin
08:12 Li Qilabanê daristan şewitî
27/08/2020
23:35 Wê cenazeyê Tîmtîkê li Goristana Gaziyê bê definkirin
21:11 Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da
20:35 Qelbê Ebrû Tîmtîkê sekiniye
19:37 26 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbatên Tîmtîk û Unsal: Zarokên me berdin
16:57 Şandeya KCD’ê û DBP’ê serdana Erdîşê û Ebexê kir
16:16 HDP’iyên sîxûrî li wan hat ferzkirin: Tiştek ji me bibe dewlet berpirsiyar e
15:25 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
15:11 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang: Dawî li siyaseta mirinê bînin
14:55 12 kes li ber mala Erdogan hatin binçavkirin
14:54 ‘Li pişt cînayetên jinan pergala hiqûqê heye’
14:31 Olûç: Yên Mûsa Orhan diparêz in kî ne?
13:41 Ji AYM’ê biryara Kûşkonar: Faîl ne diyarin, bila tazmînat bê dayîn
13:32 Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin
12:39 Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:27 Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir